'Em li dijî dijminekî namert şer dikin'

Gerîlaya YJA Starê Arîn Xalid diyar kir ku ew li dijî dijminekî welê namert şer dikin ku çekên kîmyewî bi kar tîne û got, "Ji wan hebû ku wê karibin me biqedînin. Lê belê nekarîn bikin. Hêrsa me zêdetir kirin."

Ji fermandarên tîmên bi tevger ên YJA Starê Arîn Xalid anî ziman ku şer dewam dike û işaret bi milîtaniya xeta fedaî ya li Avaşîn, Zap û Metînayê kir.

Ji gerîlayên YJA Starê Arîn Xalid ji ANF'ê re axivî, anî ziman ku li Avaşîn, Zap û Metînayê berxwedaneke mezin tê kirin û got, "Xwedîderketina li vê berxwedanê wezîfeya sereke ya gelên Kurdistanê, gelên Rojhilata Navîn û hevrêyan e. Wezîfeya me hevalan, ya hevrêyan e. Hevrêyên me gihandin heta astekê. Niha bar li ser milê me ye. Ji bo rakirina vî barî jî pêwîstî bi moral û motîvasyonê heye. Pêvajo ew pêvajo y e ku bi xurtî xwedî li vê berxwedanê derkevin û li dora Rêbertî bicivin. Em bi pêş ve diçin.

DIVÊ EM VÊ ŞOREŞÊ PÊK BÎNIN

Ewqas meh in ku hevalan dijmin xistine nava şoqê. Berxwedana ku hevrêyên me li hemberî çekên kîmyewî nîşan dan, ji bo dijmin wê bibe pêvajoyeke bidawîbûnê. Çawa ku dijmin bi armanca tunekirinê bi ser me ve tê, operasyonan dike, divê em jî ji bo şoreşê dawî li wan bînin. Divê em êdî vê şoreşê pêk bînin, ku careke din hevalên mîna Helbest, Baz bi kîmyasalê şehîd nebin. Em li dijî dijminekî namert şer dikin.

FEDAÎTÎ MORALEKE BILIND DIDE

Ji wan hebû ku wê me biqedînin, lê belê nekarîn bikin. Nekarîn me biqedînin. Hevalên li wê derê xeta me timî li bîra me xistin. Hêrsa me mezintir kirin. Çekên kîmyewî dibe ku teknîka dijmin hinekî serwer dike, lê belê fedaîtiyên hatin kirin ji bo me bûn çavkaniya serwer a moralê. Ji bo em şer bikin, ji me re bû xetek. Afirandina xeteke fedaî, pêkanîna pêşengiya wê hêsan nîne. Lewma ne ew pêvajo ye ku mirov niha tenê lê temaşe bike û bi rengekî hestewarî nêzîk bibin. Wan gihandin vê astê, em jî amade ne ku her tiştên xwe feda bikin. Em her roj sonda têkbirina dijmin dixwin.

DIVÊ GEL XWEDÎ LI ZAROKÊN XWE DERKEVE

Dem ew dem e ku derb li dijmin bê xistin û xwedî li nirx û xwe bê derketin. Gelê Kurd jî divê li gorî vê rastiyê xwedî li zarokên xwe derkeve. Divê her kes xwedî li zarokên xwe derkeve, xwedî li welatê xwe derkeve. Xak namûs e, lewma divê em xwedî li xaka xwe derkevin."