Stranên li ber windabûnê berhev kir: Em hişê çandî biparêzin
Berhevkar Bêrîvan Matyar li gundan serdana jinan kir û stran, gotinên pêşiyan û biwêj berhev kir. Bêrîvan Matyar anî ziman ku bi rêya vî karî wê xwestiye xwedî li mîrateya çandî derkeve.
Berhevkar Bêrîvan Matyar li gundan serdana jinan kir û stran, gotinên pêşiyan û biwêj berhev kir. Bêrîvan Matyar anî ziman ku bi rêya vî karî wê xwestiye xwedî li mîrateya çandî derkeve.
Bêrîvan Matyar weke rêbazeke têkoşînê ya li dijî polîtîkayên asîmîlasyon û tepisandinê, stranên ku jin bi zimanê xwe yê dayikê dibêjin berhev kir û hişek afirand. Bêrîvan Matyar li Pasûr, Êlih û Farqînê bi dehan jinan re rûnişt; stran, gotinên pêşiyan û biwêj hem bi rengekî nivîskî hem jî bi nota û qeyda deng kir belge.
Bi vê berhevkariyê re Bêrîvan Matyar pirtûka 'Stranên Dawetan' amade kir.
Bêrîvan Matyar anî ziman ku armanca wê ji vê berhevkariyê ew bû ku zimanê xwe yê dayikê biparêze, hişekî çandî ji nû ve ava bike û got, "Ez dixwazim çanda zimanê dayikê biafirînim, zindî bikim û zimanê xwe yê dayikê biparêzim."
Berhevkar Bêrîvan Matyar sala 2016'an stranên gelêrî yên ji dayik û xaltîkên xwe bihîstî qeyd kir û di encama karê 9 salan de 150 stranên Kurdî, gelek gotinên pêşiyan û biwêjên li ber tinebûnê rizgar kir.
Bêrîvan Matyar bi rêya pirtûka 'Stranên Dawetan' hewl dide mîrateya çandî ya gel hem bi nivîskî hem jî bi rengê deng bigihîne nifşên nû.
DA PEY ZIMANÊ XWE YÊ DAYIKÊ
Bêrîvan Matyar bal kişand ser huner û rabirdûya çandî ya dewlemend a gelê Kurd û got, "Gelê Kurd hem bi hunera xwe hem jî bi çanda xwe xwedî rabirdûyeke dewlemend e. Lê belê ez nizanim bê em di kîjan astê de vê çandê nas dikin. Gelek dengbêj û hunera me ya devkî heye. Min meraq kir bê ev li ku ne û ji aliyê kê ve hatiye gotin. Min da pey van pirsan, li nava gundan geriyam û ev pirtûk amade kir."
Bêrîvan Matyar nêzî 50 stranên ji malbata xwe kir nota, veguherand pirtûkê û got, "Min bi dayika xwe dest bi vê rêwîtiyê kir."
Bêrîvan Matyar anî ziman ku li gel stranan wê her wiha stranên gelêrî yên li dawetan têne gotin, gotinên pêşiyan û biwêj jî komî ser hev kiriye.
'MIN XWEST HIŞÊ CIVAKÎ BIPARÊZIM'
Bêrîvan Matyar li Êlih, Farqîn û Pasûrê bi 12 hunermendan re li 143 stranan guhdarî kir, veguherand notayê û di pirtûka xwe de ev stran hem bi nivîskî hem jî bi rengê deng û notayê berhev kir.
Berhevkar Bêrîvan Matyar got, "Ev pirtûk ne tenê karekî çandî ye, di heman demê de hewldanek ji bo parastina hişê zimanê dayikê ye. Min xwest mîrateya çandî û zimanî qeyd bikim. Me xwest, çand û folklora li qadê bi şênberî raxin ber çavan. Ji bo kêmasiyên li vê qadê hinekî ji holê rake, me ev kar kir. Hem bi dehan mirovî re em axivîn hem jî me gelek stranên li ber tinebûnê kir belge û pêşî li windabûna wan girt."
'XWEDÎ PEYAMÊN CIVAKÎ Û ÇANDÎ NE'
Yek ji detayên girîng ên di pirtûkê de cih girt, stranek li ser Pira Kemukê ye ku beriya bi salan ji ber bendava li Farqînê di binê avê de maye. Bêrîvan Matyar got, "Ev stran hîn jî di stranên gel de tê jiyîn. Eger me ev stran winda bikira, haya me wê ji hebûna wê pirê jî nebûya. Zimanê ku li bajaran nayê axaftin, me li stranan bi cih kir. Stran di vê mijarê de xwedî peyamên dîrokî, civakî û çandî ne. Stran ne tenê hişê civakî ye, di heman demê de hişekî ekolojîk û dîrokî ye."
Bêrîvan Matyar got, "Ev kar ne tenê rabûna li ber asîmîlasyonê ye, her wiha li hemberî afetên xwezayî û talana ekolojîk hewldanek ji bo parastina hişê gel e. Ji bo dıtina şopa çand û zimanê windabûyî min ev gav avêt."