Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê ku xalek ji xalên werçerxê yên Tevgera Azadiya Kurdistanê ye, bi tevlêbûna kadroyên pêşeng ên PKK’ê Kemal Pîr, Mehmet Hayrî Dûrmûş, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek dest pê kiriye. Girtîgeha Amedê ya bi hejmar 5 ku piştî derbeya faşîst a 12’ê Îlonê ya sala 1980’yê 5 hezar girtiyên siyasî xistine, dane înîsiyatîfa Esat Oktay Yildiran û bûye navendeke kuştinê ku rêbazên êşkenceyê yên herî xerab ên di dîrokê de hatine kirin.
Rojiya mirinê ku li dijî êşkenceyê û tevgerandina girseyên ji der ve dest pê hatiye kirin, wek gava pêşîn ku tevgera azadiyê di dîroka Kurdistanê bûye civakî, cihê xwe di hiş û bîra mirov de girtiye.
Şahidê wan rojan Hasan Ûçmaz, behsa bibîranînên xwe yên bi kadroyên pêşeng ên PKK’ê re ku di rojiya mirinê de jiyana xwe ji dest dane, kir.
Ûçmaz hêj di ciwaniya xwe bi Tevgera Azadiya Kurdistanê re dibe hevnas û li navçeya Sêwregê ya Rihayê zû bi zû adapteyê xebatên şoreşger dibe. Ûçmaz ku bi malbatî di nav jiyana rêxistinkirî de ye, bi demê re hevrêtiyê bi Kemal Pîr, Hayrî Dûrmûş, Alî Çîçek, Mazlûm Dogan û şoreşgerên din Tevgera Azadiya Kurdistanê re dike. Ûçmaz ku hema bibêje bi hemû kadroyên pêşeng re xebitiye, di derbeya 12’ê Îlonê de hatiye girtin. Di Zindana Amedê ya bi hejmar 5’ê êşkence lê hatiye kirin. Ûçmaz ku 11 salan girtî maye û tu rojeke wî bêyî êşkence nebûye, şahîdiya Berxwedana Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê jî kiriye.
Ûçmaz ku di zindanê de bûye, bi caran hatiye sirgûn kirin, ketiye greva birçîbûnê, rojiya mirinê û êşkence lê hatiye kirin, niha bi nexweşiyên xwe yên cur bi cur re têdikoşe.
Ûçmaz, diyar kir ku divê bi 14’ê Tîrmehê baş bê zanîn û jê baş bê famkirin, destnîşan kir ku cih û giringiya Tevgera Azadiya Kurdistanê pir cuda ye. Ûçmaz anî ziman ku 14’ê Tîrmehê li dijî polîtîkaya tunekirina Kurdan zîndana bi hejmar 5 a dîktaya faşîst, destaneke nasnameya neteweyî û rûmetê ya dîrokî ya bêpirsgirêk e.