‘Em helwesta Îranê jî qebûl nakin û destwerdana derve jî’

Hevserokê KODAR’ê Fuat Berîtan geşedanên li Îranê nirxand, got ew helwest berdest a Komara Îslamî jî qebûl nakin û destwerdana derve jî û ew rêya 3. dişopînin.

Hevserokê Pergala Civaka Demokratîk û Azad a Rojhilatê Kurdistanê (KODAR) Fuat Berîtan krîza Îranê, şerê di navbeyna DYA-Îranê de û geşedanên li Rojhilata Navîn nirxand. Berîtan got heke DYA ji daxwazên xwe re bersivê nebîne dibe ku bi Îranê re bikeve pozîsyona şer.

Hevserokê KODAR’ê Fuat Berîtan got Amerîka bi guherandina Îranê dixwaze Rojhilata Navîn ji nû ve dizayn bike. Berîtan got tenê bi helwesteke bertekî ew ê nikaribin rewşa Îranê binirxînin û got, ew KODAR ne helwesta bedrest a Komara Îslamî qebûl dikin û ne jî destwerdana derveyî, ji wêdetir ew rêya sêyemîn dişopînin. Hevserokê KODAR’ê bersiv da pirsê ANF’ê.

KODAR çima bi israr geşedanên li Rojhilat Navîn bi rengê Şerê Cîhanê yê Sêyan bi nav dike? Nîşaneyên vê çi ne?

Pêşî dixwazim vê bibêjim; li gorî me û hemû hêzên azadîxwaz em şahidî ji krîzeke cîhanî re dikin. Yek ji nîşaneya vê krîzê jî ew e ku şerê li Rojhilata Navîn li maweyeke dirêj berbelav bûye. Ji ber ku aliyên şer bi çarçoweyeke demokratîk ti bernameyeke çareseriyê nedanîne. Li gorî me hêzên otorîter ên mîna Tikiye, Îran, Sûriye û Iraqê û li hêla dî hêzên cîhanî bi şerê li herêmê dixwazin temenê xwe dirêj bikin. Ev hêz ji bo krîzê ne xwedî çareseriyekê ne.

Hêzên mezin û biçûk dixwazin aramiya herêmê têk bibin. Bi vê dixwazin di nav ava şîlo de masiyan bigirin û bi vê re dixwazin bi reforman ne ku pirsgirêkan çareser bikin lê biguherin. Niha rewşa li pêş ev e. Çima Şerê Cîhanê yê Sêyan. Şerê Cîhanê yê Sêyan şerê parvekirin û danîna nexşeyan e. Di vî şerî de çi Ewropa çi Amerîka bi, li gel nakokiyên xwe jî li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin. Ev hêz  dixwazin pergalê biparêzin, ku hewce bike jî biguherin. Armanc ne ew e ku ji krîzê re çareseriyê bibînin, ku ev krîz a sermiyana kapîtalîzma hevçax e.

Şerê Cîhanê yê Sêyan bi têkçûna Komarên Sosyalîst ên Sowyetan dest pê kir, bi Şerê Kendavê dom kir. Bi şerê Îran, Iraq û Efganîstanê re kûrtir bû. Şoreşên gel ên Misir, Tûnis, Lîbyayê jî ti çareserî neanîn, ji ber sedema ku alternatîfeke demokratîk a ku xwe dispêre gel dernekete hole.

Heke ev Şerê Cîhanê yê Sêyan be encam wê çawa be? Şerê di navbera Amerîka û Îranê de wê çawa be?

Heta ku sermiyana global ji vê kaosê dernekeve û çareseriyê nebîne ne pêkan e ku mirov bibêje wê pirsgirêka Rojhilata Navîn çareser bibe. Ev ji bo krîza  Sûriyê û Îranê jî wiha ye. Şerekî leşkerî yê Amerîkayê ya li dijî Îran û Esad ne taktîk lê weke stratejiyekê tê dîtin. Ev jî krîzê girantir dike. Heke hêzên cihanî û hêzên serwer ên herêmê hewl bidin ku dewletên li ser hiqûqê ava bikin ev dikare krîzê hinekî nerm bike. Wiha xwiya dike ku dixwaze vê li ser Îranê û welatê dî yên di nav krîzê de ye pêk bîne. Heke ji daxwazên Amerîkayê re nebe bersiv dibe ku bi Îranê re bikeve  nav şerekî. Wiha bi vekirina qadeke şer dikare vê heta rewşa çareseriyê derkeve holê bidomîne. Amerîka bi guhertina Îranê dixwaze Rojhilata Navîn dîzayn bike. Guherîna rewşa berdest ji bo DYA’yê girîng e.

Rewşa Îranê wê ber bi kû ve biçe?

Li Îrane pevçûn û têkiliya navxwe pêkhateyên nû yên siyasî bi xwe re anî. Îro li Îranê desthilat û hêz di dest dewleta paralel de ye. Ev dewleta paralele her wiha di qada siyasî, aborî, dîplomatîk de jî hewl dide rêxistiniya xwe bike û dewleta Rûhanî asteng bike, pêşî lê bigire. Heke hewce bike jî armanc dike ku hemû hêzê bi dest ve bîne. Di rewşa berdest de jib o dewleta paralel rêbaza herî baş ew e ku dewleta Rûhanî bi dest bixe, siyaseta paralel geş bike û berjewendiya xwe ya bi demkurt û demdirêj pêk bîne.

Îran di têkiliyên hundir û derve de çi dike?

Rêyek heye ku Komara Îslamî bişopîne, dixwaze bi hikûmetên cîran re ji bo ku demekê bi dest bixe peymaneke taktîkî deyne. Bi vê dixwaze temenê xwe dirêj bike. Em wiha dinerin. Ji bo demeke kurt dikare serkeftinekê bîne lê ji bo demeke  dirêj ne rêyeke bi aqil e û ti çareseriyeke siyasî jê dernakeve, berovajî wê krîza pergalê girantir bike.

Kurd di kûdera vê lîstikê de ne, an jî wê li kûderê bin?

Modêl û strtajiya ku Kurd temsîla wê dikin ji yên din pir cudatir e. Gelên herêmê êdî naxwazin pirsgirêkên heyî berdewam bin. Modêleke demokratîk dixwazin. Bi vê bi guherîneke radîkal dixwazin ji krîzê derkevin. Kurd bi pêşengiya guherîn û veguherîna herêmê, li dijî polîtîkayên ku gelan bi hev bidin şer kirin, cengaweriya demokrasiyê û azadiyê dikin, li îranê û herêmê dibine vîn û hêza şoreşger-demokratîk.

Kurd faktoreke girîng a guherîna demokratîk in. Em ji bo çareseriya pirsgirêkên herêmê û bi taybetî jib bo ku ji Şerê Cîhanê yê Sêyêm re bibin bersiv hêzeke mezin a potansiyel in. Em KODAR li ser çareseriya bi çarçoweya demokratîk rawestiyabûn. Me KODAR’ê bi vê çarçoweyê nexşerêya çareseriya demokratîk bi raya giştî re par ve kir. Komara Îslamî bi nêzîkatiya xwe ya berê nîşan da ku ew ne tenê ne alîgirê çareseriya demokatîk e, lê her wiha ku fersendeke biçûk bikeve dest wê hewl bide hemû hêzên demokrasîxwaz tine bike. Ev nêzîkatî tiştekî baş ji bo Îranê nayîne. Bi vê çarçoweyê em KODAR û PJAK bi xwendineke rast a li ser cîhanê me projeya demokratîk ava kir û vîn û baweriya çareserbûna pirsgirêkên Îranê nîşan da.

KODAR bi giştî çi dixwaze?

KODAR dibîne ku tenê bi helwesteke bi bertek ku rewşa Îranê wê neguhere û bi asoyeke nû ya siyasî re xwe datîne hole. Divê her kes bersiva vê pirsê bide; rêyeke demokratîk tê xwestin an destwerdaneke derveyî? Tê xwestin ku rewşeke mîna ya Sûriyê were avakirin an çareseriyeke demokratîk a bi aqilekî siyasî? Weke ku beriya niha me gotî, em ne vê helwesta heyî ya Komara Îslamê qebûl dikin û ne jî destwerdaneke derveyî. Li gorî me Îran ne neçar e ku di nav van du vebijêrkan de bimîne. KODAR û gelek hêzên pêşverû û alîgirê guherînê rêyeke dişopînin. Rê û tevdîra ku em behsê dikin rêya sêyemîn e.

Divê mirov li ser vê mijarê raweste; roja dîtir ku KODAR û PJAK’ê projeya çareseriyê bi raya giştî re par ve kirî, Komara Îslamê ya Îranê bi helwesteke ku mirov nikare qebûl bike êrîş bire ser hêzên me yên Rojhilatê Kurdistanê û parêzvanên mafê mirovan. Li gel hin nîşaneyên dî jî helwesta Îranê, nîşan da ku Komara Îslamî ne alîgirê çareseriya demokratîk, diyalogê  ye û muxatab nastîne. Îran dixwaze hemû hêzên demokratîk qels bike û asteng bike. Rayedarên Komara Îslamî heta niha bersiv nedane daxwaza civakê.

Rayedarên Komara Îlamî bi zextên siyasî, aborî, dîplomatîk difikirin ku ji nakokiyan re bibin bersiv. Di zêhna Komara Îslamî de xeleke wiha ya hesas heye, ev jî çareseriya demokratîk a bi çarçoweya azadî û mafan e.

Rayedarên Komara Îslamî dema ku li dijî gefên derve û derbarê rêveberinya krîzê daxuyniyan didin bi tevgereke wiha diaxivin weke ku li cem civakê desthilata wan rewa ye û civakê ew qebûl kiribin diaxivin. Ev nêzîkatiya xeyalî krîz girantir kirin û neçareserkirina pirsgirêkan jî rê li ber trajediyên mezin vekiriye. Hikûmeteke ku mafê gelê xwe nade, bi kulma  hesinî bi ser gel de diçe, dev ji otorîteriyê naqere wê çawa ji bo krîza giranbûyî ya Rojhilata Navîn bibe çareserî? Parçebûna siyas û neçareserkirina pirsgirêkên siyasî, aborî û hiqûqî derî ji destwerdana derveyîn re vedike. Îran a ku ber bi demorasiya rastîn ve nayê tenê wê hewl bide ku rewşa heyî biparêze û wiha li dijî krîzan raweste û ev ê rewşê girantir bike.