'Em êdî hem dikarin malbata xwe biparêzin, hem jî gelê xwe'
Firat Minbic diyar kir, bi artêşa azad re jiyana li Minbicê bi şûn ve çû û bi DAIŞ'ê re jî jiyan gihîşt radeya tinebûnê. Firat Minbic qala jinûve afirîneriya jiyana li Minbicê kir.
Firat Minbic diyar kir, bi artêşa azad re jiyana li Minbicê bi şûn ve çû û bi DAIŞ'ê re jî jiyan gihîşt radeya tinebûnê. Firat Minbic qala jinûve afirîneriya jiyana li Minbicê kir.
Şervanê Meclîsa Leşkerî ya Minbicê Îmat Hemîs Recep bi nasnav Firat Minbic hê 20 salî ye. Firat Minbic ji pêkhateya Ereb a Minbicê ye û mîna gelek ji şêniyên Minbicê, wî jî di dema dagirkeriya DAIŞ'ê de êşên giran kişandiye. Bi îdîaya ku 'sêrbaz e' serê kalê wî hat jêkirin, li pêş çavên wî îşkence li hevsera wî hat kirin û ew bi xwe jî, ji ber ku cixareyê dikişîne ji aliyê DAIŞ'ê ve hat girtin û îşkence lê hat kirin.
Firat Minbic ji ajansa me re qala jiyana wan a di dema dagirkeriya artêşa azad û DAIŞ'ê de kir û got, "Ez niha careke din xwe weke mirovan dibînim. Psîkolojiya min rehet e, ji ber ku êdî dikarim xwe, malbata xwe û gelê xwe biparêzim. Hem hevalên min ên li gel wan şer dikim, hem malbata min, hem jî civaka min hurmetê nîşanî min didin."
'BI ARTÊŞA AZAD RE JIYANA ME BI ŞÛN VE ÇÛ'
Tevahiya jiyana Firat Minbic tevî malbata wî li Minbicê derbas bû. Jiyana wî ya sade, di sala 2011'an de dema ku krîza Sûriyeyê dest pê kir mîna jiyana hemû şêniyên Minbicê guherî. Firat Minbic anî ziman, ku di destpêkê de wan rastiya artêşa azad nas kirin û qala du salên dagirkeriya artêşa azad kir: "Ez dikandar bûm, tevî malbata xwe me debara xwe dikir. Em ne dewlemend bûn, ne azad jî bûn. Lê pirsgirêkeke me ya gelekî mezin jî tine bû.
Di havîna sala 2012'an de Minbic ket destê artêşa azad. Di destpêkê de bi çê nêzî mirovan dibûn. Lê piştre hêdî hêdî guherîn. Dizî dikirin. Ji bo pereyên mirovan ji wan bistînin, ew digirtin. Dema ku malbatan pereyê wan dixwestin didan, ew berdidan. Exlaqê wan jî nebaş bû. Bi nebaşî nêzî gel, bi taybetî nêzî jinan dibûn. Hin jin ji aliyê endamên artêşa azad ve hatin revandin. Bêguman ev yek mîna serdema DAIŞ'ê bi vekirî nedikirin. Car caran li nava kolanan bi hev diketin. Ji vê jî sivîlan zerar didîtin."
'BI DAIŞ'Ê RE ME JI MIROVBÛYÎNA XWE ŞERM KIR'
Firat Minbic destnîşan kir, ku piştî Minbic di sala 2014'an de ket destê DAIŞ'ê, tiştekî bi navê 'jiyanê' nema û got, "Ya rast, min jî, malbata min jî me DAIŞ nas nedikir. Me ne ji wan hez dikir, ne jî hêrsa me hebû. Me nedizanî ewqasî hov in. Lê belê çawa ku hatin, rabûn biryar dan bê em ê çi li xwe bikin, çi bikin, bi çi rengî nêzî jinan bibin. Gelek pîvan danîn pêşiya me. Jin neçar bûn bi temamî xwe binixumînn û mêr jî li gorî daxwaza wan kincan li xwe bikin. Kişandina cixareyê, bikaranîna telefonê û temaşekirina li televîzyonê qedexe bû. Wan bi xwe biryar didan bê em ê por û riya xwe çawa biqusînin.
Yên ku li gorî van pîvanên wan tevnedigeriyan, bi cezayên giran dihatin cezakirin. Jin, zarok, extiyar îşkence li her kesî dikirin. Li meydanan serê mirovan jêdikirin û bi her kesî didan temaşekirin. Ya rast dikarim bêjim ku 'jiyan' bi xwe hatibû qedexekirin. Me ji mirovbûna xwe şerm dikir."
'BI ÎDÎAYA 'SÊRBAZ E' SERÊ KALÊ MIN JÊ KIRIN'
Kalê Firat Minbic, ji ber ku nivişt çêdikir, ji aliyê DAIŞ'ê ve bi îdîaya 'sêrbaz e' serê wî hat jêkirin. Minbic bi vî rengî qala hovîtiya li kalê wî hat kirin, kir: "Kalkê min bi me re dima. Rojekê DAIŞ'ê avêt ser mala me. Li kalê min dan û gotin, 'ew sêrbaz e'. Piştre ew birin.
Kalkê min ji bo mirov ji çavînokê bên parastin, ji bo şensê bide mirovan, nivişt çêdikir. Ji xwe di stuyê gelek kesan de nivişt hebûn. Navê Xwedê û dua lê dinivîse. Ji ber ku tiştekî bi vî rengî dikir, bi 'sêrbaziyê' hat sûcdarkirin û ew îdam kirin. Ji min re digotin, 'hûn kafir in'. Ji xwe re jî digotin, 'em misilman'in."
'MIN NEDIKARÎ XWE, NE JÎ MALBATA XWE BIPARÊZIM'
Firat Minbic anî ziman, gelekî bi zora wî çû ku DAIŞ'ê li pêş çavên wî îşkence li hevsera wî kir û got, "Di sala 2013'a de dema 16 salî bûm, ez zewicîm. Lê belê di dema DAIŞ'ê de bi rastî jî min ji zewacê poşman kirin. Ez zewicî bûm, lê hêza min tine bû ku hevsera xwe, malbata xwe biparêzim.
Rojekê careke din avêtin ser mala me. Ji ber ku li derve çarşef hinekî vebûye, li pêş çavên min li hevsera min xistin. Min jî nedikarî tiştekî bikim. Ji ber ku eger ez li ber rabûma, wê em her du bikuştina. Piştre min jî ji ber ku cixareyê dikişînim girtin. 4 rojan îşkence li min kirin, ez xistin qefesê. Ya ku di wê demê de bi serê me hat, bi rastî jî min gelekî bi hêrs dikir."
'ME YÊN KU MINBIC RIZGAR KIRIN DÎT Û BI VÎ RENGÎ EW NAS KIR'
Firat Minbic diyar kir, dema ku Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û QSD'ê dest bi operasyona Minbicê kirin, tevî ku wan ew nas nedikir jî gelekî ji wan hez kir û qala çavdêriyên xwe kir: "Çawa ku me kiryarên artêşa azad û DAIŞ'ê bi çavên xwe dît û ew nas kir, me şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û hêzên QSD'ê jî bi kiryarên wan nas kir. Hê di dema operasyona rizgarkirinê de ji aliyekî ve li dijî DAIŞ'ê şer dikin, li aliyê din jî gel rizgar dikirin, li wesayîtan siwar dikirin û ji qada şer derdixistin. Dema em li herêma di destê DAIŞ'ê de bûn, hêzên QSD'ê ji bo zerar li sivîlan nebe, fîşekek jî neteqand. Dema ku em ji wir derket û me xwe gihand QSD'ê, tevî ku dizanîbûn bi hezaran sivîl hene jî DAIŞ'ê topên hawanê avêtin herêma me. Piştî ku em rizgar kirin, tehde li me nekirin û em parastin. Gelekî bi hurmet bûn li pêşberî gel. Ji bo serdestiyê, ji bo kuştinê nehatibûn."
'EZ XWE CAREKE DIN WEKE MIROVEKÎ DIBÎNIM'
Firat Minbicê berî niha bi 5 mehan tevlî nava Meclîsa Leşkerî ya Minbicê bû. Minbic herî dawî got, "Bi hezaran kes mîna min ket bin bandora şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê û nêzîkatiyên QSD'ê. Bi vî rengî tevlî bûn. Bi rastî jî min dît ku ew li aliyê gel in, ew ji me ne. Ez niha careke din xwe weke mirovekî dibînim. Psîkolojiya min rehettir e, j ber ku êdî dikarim xwe, malbata xwe û gelê xwe biparêzim. Hem hevalên min ên li gel wan şer dikim, hem malbata min, hem jî civaka min hurmetê nîşanî min didin. Û naxwazim dest ji vê berdim. Lewma ez qebûl nakim ku artêşa azad, DAIŞ, dewleta Tirk, an jî hêzeke din bajarê me dagir bike. Amade me di vê oxirê de canê xwe bidim."