'Em ê tola şehîdên xwe hilînin'

Endamên sazî û destgehên Rêveberiya Xweser a Şengalê nerazîbûn nîşanî bêdengiya dewleta Iraqê ya li hemberî êrîşên dewleta Tirk dan û destnîşan kirin ku ew ê heta dawiyê li ser şopa şehîdan bimeşin.

Ji destpêka sala 2023’an ve dewleta Tirk a dagiker 2 caran Şengal bombebaran kiriye û di encama wan bombebaranan de 3'ê Fermandarên civaka Êzidî şehîd bûn. Li hember van êrîşan heya niha dewleta Iraqê bê denge û ti nerazîbûn nîşanî dewleta Tirk ne kiriye. Endamê Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê Biro Berkat û Endamê Meclîsa Komalgeha Borik Seadûn Yûsif têkildarî vê yekê ji ANF’ê re axivîn.

Endamê Meclîsa Rêveberiya Xweser a Şengalê Biro Berkat diyar kir ku ev kesên ku bi deweta Tirk û PDK'ê re dibin alîkar xayînin û got: “Ev kesên ku ji sala 2014'an ve li ber xwe didin, bi zanebûn dikin hedef. Ji vir heta bi Reqa li ber xwe dabûn heya ku DAÎŞ têk birin. Em ê li pêşiya dijminan bibin asteng û tola şehîdan hilînin.”

Endamê Meclîsa Komelgeha Borik Seadûn Yûsif bêdengiya dewleta Iraqê şermazar kir û got: “Her roj Iraqê ji aliyê dewleta Tirk ve tê binpêkirin û di encama wê binpêkirinê de lehengên civaka Êzidî tên hedefgirin û şehîd dikevin. Em civaka Êzidî xwe weke hemwelatiyên Iraqê dibînin. Lê mixabin dewlet bi vî çavî li me na nêre û me wek hemwelatî ji xwe na hesibîne. Em jî tu hêviyê ji dewleta Iraqê nakin em xwedî ax û Şehîdan in.”

Yûsif herî dawî ev tişt got: “Em ê heya dawiyê bibin piştevanê ax û hêza xwe û rêya şehîdên xwe bi şopînin û bibin hêz. Em ê li dijî her dagirkeriya li ser xaka xwe rawestin û em ê heta dawiyê li ser şopa şehîdan bimeşnin.”