‘Em ê rêya Egîd Roj bidomînin’
QSD’ê rojnamevanê Çapemeniya Azad Egîd Roj ê ji aliyê dewleta Tirk ve hatî qetilkirin, bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Em soz didin ku xwedî li xeta Çapemeniya Azad derbikevin.”
QSD’ê rojnamevanê Çapemeniya Azad Egîd Roj ê ji aliyê dewleta Tirk ve hatî qetilkirin, bi rêzdarî bi bîr anî û got, “Em soz didin ku xwedî li xeta Çapemeniya Azad derbikevin.”
Navenda Ragihandinê ya QSD’ê derbarê şehadeta rojnamevan Egîd Roj de daxuyaniyek nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Artêşa Tirk a dagirker û komên çete yên ser bi wê ve, êrîşên xwe yên berfireh li ser herêmên Bakur-Rojhilatê Sûriyê didomînin û hewl didin dagirkeriya xwe befireh bikin. Bi vê armancê herêma Tişrînê weke hedefeke girîng ji bo xwe dibînin ku di her warî de girîngiya xwe heye. Hêzên me û gelê me zêdetirî du mehan e li hember van êrîşan berxwedanek dîrokî raber dikin û hemû êrîşên dagirkeriyê pûç dikin. Hemû dinya bi saya kedkarên çapemeniya azad şahidî li vê berxwedana gel û hêzên me dike. Dewleta dagirker, di şerê xwe yê li ser erdê jî û di şerê xwe yê psîkolojîk de jî bin dikeve. Di vê yekê de xebata endamên ragihandinê û rojnamevanan diyarker e.
Dewleta dagirker, ji bo veşartina binketina xwe rojnamevanan bi berdewanî dike hedef. Herî dawî, di dîroka 15’ê Sibatê de, rojnamevan Egîd Roj (Şervan Sîdo), dema li bendava Tişrînê çalakiyên gel dişopand, ji aliyê dewleta dagirker ve bi balafiran hate hedefgirtin û şehîd bû. Rojnamevanên weke Nazim, Cîhan û Egîd ku çav û guhê hemû gelê me yên li ser berxwedana bendavê ne, di binketina şerê taybet ê dewleta dagirker de rolekî sereke dilîzin. Ev êrîşên li ser çapemeniyê hedef dike ku gelê me bitirsîne, bawerî bide komên çete û berxwedana Tişrînê lawaz bike. Lê divê ev rastî were zanîn ku gelê me ji 40 rojî zêdetir e, ruxmê hemû êrîş û xeteriyan berxwedana xwe li bendavê didomîne, komên çete bi tirs û xof û bê îrade mane û ji qada şer kom bi kom direvin û berxwedana bendava Tişrînê ji her demê xurttir dibe. Bêguman lehengên weke Egîd Roj di ragihandina vê berxwedanê ya ji bo raya giştî de xwedî kedekî mezin bûn.
Egîd Roj, di nav malbatek welatparêz ku gelek şehîd û têkoşer pêşkêşî gelê xwe kirine, li Efrînê jidayîk bû. Di temenê biçûk de, di sala 2012’an de, bi pêşketina şoreşa Rojava re tevlî nav xebatên şoreşê bû û demekî di nav xebatên parastinê de cîh dirt. Pişt re tevlî xebatên çapemeniyê bû û weke endamek ragihandina azad salên dirêj kar meşand. Egîd Roj, di dirêjahiya şerên li Efrîn, Şehba û Helebê de kedeke mezin da. Di şerê rizgarkirina van herêman ji komên çete de li herêmê vê berxwedanê şopand. Di sala 2018’an de, di êrîşa dagirkeriya li ser Efrînê de, zêdetirî 2 mehan di eniyên şer de, li kêleka şervanan rewşa berxwedanê şopand û belge kir. Rewşa gelê me yê koçber ên li kampên herêma Şehba belge kir û salên dirêj di vê herêmê de kar kir. Herî dawî li bendava Tişrînê, dema xwepêşandanên sîvîlan dişopand, li ser karê xwe hate hedefgirtin.
Egîd Roj, weke şervanekî di her eniya şer de û di her mewziya şoreşa Rojava de cih girt û berxwedanê ragihand. Rêheval Egîd kevneşopiya ragihandina azad di xwe de jiyanî kiribû û yek kêliyê ji şopandina heqîqetê dûr neket. Ji ber vê jî bû hedefa dagirkeriya Tirk.
Em bang li hemû saziyên navdewletî û dezgeyên parastina rojnamevanan dikin ku li dijî vê sûcê hedefgirtina rojnamevanan bêdeng nemînin. Em hevrêyê xwe Egîd Roj bi rêzdarî bibîr tînin, sersaxî ji malbata wî û gelê xwe re dixwazin. Em soza xwe dubare dikin ku em ê rêya ku ew tê de meşiyaye bidomînin, li xeta ragihandina azad xwedî derkevin."