'Em ê qadan hemûyan bikin qadên têkoşînê'

Çewlik bal kişand ser destketiyên artêşa YJA Starê yên sala 2018'an û got, "Ji aliyê guhertin û veguhertinê ve em xwedî îdîayeke mezin in."

Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya HPG û YJA Starê Zozan Çewlik tevlî bernameya taybet a Stêrk TV bû û sala 2018'an nirxand. Çewlik bal kişand ser destketiyên artêşa YJA Starê yên sala 2018'an û got, "Ji aliyê guhertin û veguhertinê ve em xwedî îdîayeke mezin in."

Di sala 2018'an de weke gerîlayên YJA Starê destkeftiyên we yên siyasî û leşkerî çi ne, hûn van destketiyan çawa dinirxînin?

Di sala 2018’an de me berxwedaniyên mezin li pey xwe hişt. Di serî de di şexsê heval Medya, heval Atakan, heval Zekî, heval Binevş, heval Dîcle û heval Avesta de em şêhîdên têkoşîna azadiyê bi bîr tînin. Beriya ku em bikevin sala 2018’an di sala 2017’an de weke gerîlayên jin û artêşa YJA Starê me gelek şehadetên giranbiha da. Beriya ku em bikevin sala 2018’an weke HPG û YJA Star paşeroj û pêşeroja xwe nirxandin û li gor vê xwe amadekirin çêbû. Weke ku me da diyarkirin di sala borî de weke pêşeng gelek şehadetên me çêbûn. Em jî bi îddîaya vê ketin sala 2018’an. Di şexsê heval Delal, heval Azê û heval Gulnaz de em ketin salê û me da diyarkirin ku wê ev sal bibe sala berxwedanê. Bi tecrîta li ser Serok Apo, êrîşên li ser gelê me û tevgera me re xuya dikir ku ev sal wê di nava şer de derbas bibe. Em dikarin bibêjin ku ev nêrîn rast û di cîh de bû. Ger aliyên wê yên siyasî em binirxînin di herêmê de û di Rojhilata Navîn de şerê cîhanê yê sêyemîn dom kir. Weke navend li Kurdistanê jî şerekî dijwar rû da. Ji aliyê hêzên emperyalîst, kapîtalîst û netew-dewletan ve ji bo tasfiyekirina tevgera me êrîşên pir dijwar hatin meşandin. Ev êrîş û berxwedaniya ku li beramberî van êrîşan hate lidarxistin heya roja me îro jî didome. Mînak berxwedaniya Efrînê bi pêşengiya dayîkan û rêheval Avêsta de bi rengê jin destpê kir. Dema ku em weke YJA Star sala 2018’an dinirxînin ev pir eşkere derdikeve holê ku ji hinek milan ve dişibihe sala 1999’an. Bi pêşengiya Rêber Apo xeta gelên ku xwe dispêrin hêza civakî, xwe dispêrin fikrekê û pergalekê avakir. Ev jî ji bo hêzên netew-dewlet xeteriyeke pir mezin bû. Plansaziyên wan jî bi rengê komployê derket holê. Ev bi êrîşa Efrînê, bi biryara Amerîka û bi armanca têkbirina PKK û fikir û ramanên Rêber Apo re xwe da der. Em hemû jî dizanin, yên ku fikrên Rêber Apo herê zêde dixe pratîkê jin in. Ji bo wê jî li hemberê jin û jina Kurd, siyasetmedar û gerîlayên Kurd  pir zêde êrîş hene. Mirov li beramberî van êrîşan dikare van pirsan bike; çima ewqas êrîş li ser Serokatî, li ser jina Kurd û gelê Kurd heye. Ev mijareke pir girîng e. Modernîteya kapîtalîst ji derveyî kaos, alozî, û êşên mezin ti tişt nade civakê û şer giran dike. Ji bo gelan ji derveyî êşê ti çareseriyekê ava nake. Dema ku em li Rojhilata Navîn jî mêze bikin di serî de li netew-dewletên weke Îran, Iraq û Tirkiyê pirsgirêkên civakî pir kûr in. Li hemberê vê pergalê ramanên Rêber Apo gerdûnî bûye. Ramanên Rêber Apo ji bo van hêzan xeteriyeke pir mezin e. Ramanên Rêber Apo, PKK û gerîla ji bo gelan xwedî çareseriyekê ye. Di sala 1999’an de hêzên netew-dewlet ji ber ku ramanên Rêber Apo ji bo xwe xeter didîtin komplo pêş xistin. Gerîla û gelê Kurd bi berxwedaniya xwe ev komplo pûç kir. Li beramberê vê ramanên Rêber Apo tenê ne li Kurdistanê li Rojhilata Navîn belav bûye heta bûye gerdûnî. Fikir û ramanên Rêber Apo di roja me ya îro de ne tenê gelê Kurd û jina Kurd bandor dike. Dibêjin; “PKK qediya ye.” Berovajî, di şexsê şoreşa Rojava û tevahî berxwedaniya Kurdistanê de ev vala derket. Ne tenê jinên ango ciwanên Kurd tevlê dibin. Ji Amerîkayê tevlêbûn hene, îro gelek jin û xortên Latîn Amerîkayê berê xwe didin şoreşa Kurdistanê. Li Rojhilata Navîn gelek ciwanên Ereb tevlê dibin. Di sala 2018’an de tevlêbûnên bi vê awayê gelek çêbûn. Pêwîste ev hêz vê bizanibin. Tecrîta ku li ser Serokatiya me tê meşandin di asteke faşîzane de didome. Cîhan li hemberê vê bêdeng e. Gel û ciwanên Kurd li Rojava di pêşengtiya jina Kurd de Daîş têk bir. Îro jî dewleta Tirk rola Daîşê girt û êrîşî şoreşê dike. Bêguman ev jî parçeyek ji komployê ye. Li ser sê hevalên me yên rêveberiya PKK ji bo radest girtin ango tunekirinê biryarek hate girtin. Di şexsê van hevalên me de dixwazin pêşengê PKK îmha bikin, parçe bikin û bi vê awayê tune bikin. Yek ji plansaziya 2018’an ev bû. Pêwîste her kes di zanebûna vê de be; her kes di pêvajoya komployê de li derdora Serokatî bû mertal. Ev bi pêşengiya jin mezin bû. Di serî de li zîndanan heya çiya ev berxwedanî mezin bû. Gerîla jî li hemberê vê komployê xwe xist mertal. Bila ev hêz bizanibin weke gerîlayên jin çawa ku di pêvajoya komployê de bi xeta Zîlanan me bersiv da cardin weke hêzên YJA Starê bi sekin, berxwedanî û çalakiyên xwe emê parastina xwe bikin. Îro dewleta Tirkî bi tena serê xwe êrîşî tevgera me nake. Hêzên ku alîkarî didin û pêşiya van êrîşan vedikin jî tên zanîn. Li hemberê tevgera me berdewamkirina komployê heye. Ji bo tunekirina partiya me dewleta Tirk rolê sereke girtiye. Ev nêzî salekê ye Erdogan wiha dibêje; “şevekê ji nişka ve dibe ku em werin.” Di vê çarçoveyê de daxuyanî dide. Di dîroka Kurdistanê de hinek mînak hene. Li ser vê mijarê ez dixwazim mînakekê bidim. Dagirkerek heye û navê wî Dehak e, ev dagirker pir xurt e. Li ser gelan dagirkeriya xwe dide meşandin û xwe weke xwedê îlan dike. Li gor vê efsaneyê ji bo ku Dehak jiyana xwe bidomîne pêwîste mêjiyê ciwanan bixwe.  Ji xwe zilma Dehak bi nav û deng e. Di pêşengtiya Kawayê hesinkar de gel û ciwan serî radikin. Bi serhildana xwe dagirkeriya Dehak têk dibin. Ev têkçûn ji bo gelan dibe cejn û newroz. Ger em ji dîroka nêz mînakekê bidin em dikarin mînaka Saddam bidin. Saddam xwe ji her milî ve xurt didît û digot; “Ez ti carî bin nakevim.” Dawiya Saddam çi bû her kes dizane û li ber çav e. Erdogan jî niha dibêje; “Dibe ku şevekê ji nişka ve em werin.” Weke gerîlayeke YJA Starê, weke jineke şoreşger ez dixwazim vê bêjim; bila Erdogan vê bizanibe dawiya wî  jî şevekê, rojekê wê bişibihe dawiya Dehak û Saddam. Ev jî wê di pêşengtiya jina Kurd de bibe. Emê jî ji bo têkbirina hişmendiya Erdogan û desthilatdariya wî weke endamên YJA Starê û weke fedaiyên gelê xwe têkoşîna xwe li ser fikir û ramanên Rêber Apo bimeşînin. Em bi xeta Delalan ketin salê, me got çi dibe bila bibe emê bi xeta şehîdan û bi berxwedaniya gelan û tevahî jinan têkoşîna xwe bidin meşandin, bêguman me wisa jî kir. Li tevahî Kurdistanê bi berxwedaniya jinan rengê têkoşîna jinê derket holê. Ev ne radestbûn e. Sala 2018’an saleke tije berxwedanî bû. 

Di sala 2018’an de dewleta Tirk li hemberê tevgera we ya azadiyê pir zêde teknîk bi kar anî. Xwest bi van êrîşan gerîla têk bibe. Gerîla jî  bi terz û teqtîkên nû bersiv da van êrîşan. Hûn van teqtîkan çawa dinirxînin û hûnê dewleta Tirk çawa têk bibin? 

Ez dixwazim destpêkê vê bêjim; di serî de em hêzeke parastinê ne. Niha di serdema ku em tê de derbas dibin şêwazê şer hatiye guhartin. Di vê serdemê de teknîk her ku diçe pêş dikeve. Hêzên dagirker jî bê ku vê teknîkê bixin malê gel berovajî dikin amûreke şer. Dijî gelan dişuxulînin. Di şerê qirna 21’an de doktrîna şerê ku hêzên dagirker didin meşandin xwe dispêre teknîkê. Di serî de jî dewleta Tirk tevahî teknîka xwe di sala 2018’an de li hemberê gerîla şuxuland. Ez bawerim ewqas êrîşên hewayî yên ku dewleta Tirk li hemberê gerîla kiriye li hemberê dewletekê kiriba heya niha ew dewlet tune bûbû. Teknîka ku di sala 2018’an de hate şuxulandin heya niha ti carî nehatiye şuxulandin, li hemberê vê PKK têk neçûye, li cihê xwe û li mewziyên xwe ye. Îro gerîlayên PKK li çeperên xwe berxwedaniya dide meşandin. Ev jî ferqa gerîlatiya PKK û ferqa ruhê Apogerî ye. Gerîla herê zêde xwe dispêre vê û pêşengtî dike. Artêşa Tirk ji derveyî teknîka xwe nemaye. Em dikarin bêjin ku artêşa Tirk miriye. Dîmenên çalakiya Xakurkê heye. Rastiya artêşa Tirk di wan dîmenan de eşkere dibe. Ev guhartinên di du salên dawî de di me de tecrûbeyên pir mezin ava kir. Weke gerîlayên Kurdistanê em pêşengtiya gerîlatiya qirna 21’an dikin. Gerîla beriya her tiştê vê hêza xwe ji ruhê Apogerî digire. Li hemberê van êrîşan vîn û wêrekiyeke pir mezin derket holê. Di her gerîlayekê de xuluqkarî di asteke herê jor de ye. Me guhartin kûr kir. Em hêza xwe ji gerîlatî, birdozî û ruhê Apogeriyê digirin. Di vala derxistina vê teknîkê de di aliyê pratîk de jî gelek guhartin çêbûn. Di sala 2018’an de bi van pêşketinan tecrûbeyên me yên pir mezin û girîng çêbûn. Bêguman weke artêşa YJA Starê jî di çalakiyên me yên xweser de jî xwe da der. Guhartinên me yên di aliyê teknîk û teqtîk de ji çalakiyên me yên serkeftî jî diyar dibe. Em dikarin mînaka çalakiya Bêsosinê bidin. Gerîlayên YJA Starê jî di her alî de xwe pispor kirin. Ji çekên taybet bigirin heya sabotaj û sekvantiyê gerîlayên jin xwe gihandin asta pisportiyê. Çalakiya me ya xweser a Gabarê, çalakiyên li Qadên Parastina Medya û yên li eyaleta Serhedê teyîsandina van guhartinan e. Weke artêşa YJA Starê jî di aliyê guhartin û veguhartinê de em xwedî îddîayeke mezin in. 

Dewleta Tirk bi awayekî dijwar şerekî taybet dike. Hûn aliyên derûnî û teknîkî yên şerê taybet çawa dinirxînin?

Dewleta Tirk bûye rejîmeke ku şerê taybet dide meşandin. Medya di cevherê xwe de weke amûreke agahî dayîn û sitandinê ye. Dema em li vê rastiyê dinêrin em dibînin ku îro ev rastî hatiye berovajî kirin. Dewleta Tirk medya ji bo xwe kiriye amûreke şer. Di dewleta Tirk de hêzên muxalîf nemane. Tenê yek reng serdest e. Li hemberê vî şerî xwe parastin jî pir girîng e. Di vî alî de li ser civakê bombardûmaneke pir zêde çêdibe. Bi vê şêwazê rastiya manîpûle dike û derewan dike. Ev jî parçeyek ji şerê wa ye. Bi vê şêwazê dixwaze xwe ferz bike. Em zêde dûr neçin. Di sala 2018’an de tecawiza li ser zarok û jinan a ku li Tirkiyê çêbûye heya niha li ti deran çênebûye. Di aliyê aborî de dewleta Tirk di nav aloziyeke mezin de ye. Ji derveyî vê li Tirkiyê gelek girtin çêdibin. Hunermendên ku temenê xwe dane ji ber ku gotinek gotin niha di girtîgehê de ne. Tên rezîlkirin û teşhîr kirin. Bi rêka wan peyam dide yên dîtir. Herî dawî wisa li hunermendê xwe kir. Bi van rêbazan dixwaze bertek ango refleksên civakê bikuje. Herhal heya niha ewqas mirov ji ber sedema ‘li hember serokomar gotinên ne xweş” nehatine girtin, lê belê îro li Tirkiye ev tê kirin. Li ser gerîla jî operasyona teşhîrkirinê dişuxulîne. Pêleke şovenîzmê ava dike. Li hemberê vê pêwîste seknek bê raberkirin. Dewleta Tirk windahiyên xwe îlan nake, ji ber ku hemû leşkerên bi pere ne. Li gor bîlançoya ku ew ji bo gerîla didin mirov dibêje ha gerîla xilas kir ha xilas kir. Her kes jî êdî li bendê ye ku wê gerîla xilas bike. Ev şerê derûnî herî zêde li ser ciwan û jinan tê kirin. Ji bo wê jî li hemberê vê pêwîste têkoşîneke pir xurt bê meşandin. Ji bo ku nekevin bin serweriya wan pêwîste civak lêgerîn bike. Li hemberê vê pêwîste civak şiyar bibe. 

Hûn dikarin bîlançoyeke şênber a sala 2018’an bi me re parve bikin? 

Çalakiyên YJA Starê yên xweser: 94 in. 3 hevalên me li ser erka xwe dîl ketine destê dijmin. Hêjmara kuştiyên leşkerên dewleta Tirkiye 183 ne. Nêzî 5 wesayetên zirxî hatine rûxandin. Çalakiyên YJA Starê bi giranî yên sabotaj û sekvantiyê ne. Li kêleka van çalakiyên êrîşê, yên çekên giran jî hebûn. Di sala 2018’an de şehîdên YJA Starê jî 123 heval in. 

Ji bo sala 2019’an îddîa û armancên we çine? 

Ev demeke di pêşengtiya Leyla Guven de çalakî û berxwedaniyeke pir bi rûmet tê meşandin. Li hember tecrîta li ser Serok Apo di pêşengtiya Leyla Guven de ev çalakî derketin. Em li ser navê tevahî endamên YJA Starê çalakiya Leyla Guven silav dikin. Çalakiyên ku di şexsê Leyla Guven de pêşketine û belavî tevahî Kurdistanê bûne em pir pîroz dibînin. Ev êrîş li ser Serokatiya me, li ser tevgera me, gelê me û tevahî jinan bi konseptekê didome. Bi ruhê Apogerî weke hêzên YJA Starê emê xwedî li van çalakiyan derbikevin. Sala 2019’an him di herêmê de him jî di Rojhilata Navîn de wê bi şer re derbas bibe. Ev jî tê wê wateyê;wê bibe saleke berxwedanê. Weke gerîlayên YJA Starê em jî ji niha ve xwe amade dikin. Bi ruhê Apogerî ji bo azadkirina Rêber Apo û ji bo nirxên gelê Kurd weke YJA Starê emê xwedî li van nirxan derbikevin. Bi rolê xwe yê sereke di tevahî qadan de emê bileyîzin û emê heya dawî parastina xeta Rêber Apo, xeta gelê Kurd û ya jinan bikin. Weke tevgera jin armanca me ev e. Emê tevahî qadan bikin qadên têkoşînê.