Ev 6 roj in em bûyerên li Xanesorê ji nêz ve dişopînin. Dema ku me bihîst, çeteyên PDK-Tirkiyeyê xwe amade dikin ji bo bikevin Xanesor a di kontrola YBŞ/YJŞ'ê de ye, me berê xwe dan cihê bûyerê. PDK, ji bo pêşî li nerazîbûna gel bigire, rêya navendî ya ji çiyayê Şengalê ber bi Xanesorê girt. Em jî ji herêmên di bin kontrola YBŞ'ê de ne derbasî Xanesorê bûn. Ya ku li ser rê herî zêde bala me kişand, dayikên Êzidî û bi sedan Êzidiyên sivîl bûn ku rahiştibûn çekê û ketibûn ser rê.
Dayikan destnîşan dikirin ku ew çeteyên hatine bajêr dagir bikin ji fermana dawî baş nas dikin û digotin, "Çawa ku li Sîba, li Til Izêrê bêyî ku pê li cesedên me nekirin me nehiştin çeteyên tecawizkar ên li derveyî mirovahiyê bikevin nava axa me, li Xanesorê jî heta ferdê dawî, heta dilopa dawî ya xwîna xwe em ê şer bikin û nehêlin çeteyên dagirker bikevin nava axa me."
Dayik û sivîlên dest bi çek, hewl didan xwe bigihînin çeperan û şer bikin. Em ji nava gel derketin û me xwe gihand çeperên şervanên Êzidî yên li pêşberî çeteyên PDK'ê. Şervanên Êzidî di şeva 2'ê Adarê de ji bo xwe germ bikin agir li van çeperan vêxistin û heta sibehê me bi wan re li dora agir sohbet kirin. Piraniya van ciwanan, xizmên xwe malbatên xwe di fermanê de ji dest dane. Nêrîna hemûyan yek bû; yên di bêtêlê de daxivin, çeteyên îstîxbarata Tirk ên bi Tirkî daxivin, Misilmanên Şengalê yên di fermanê de rol lîstin, nokerên ji bo tinekirina şoreşa Rojava ji aliyê dewleta Tirk ve hatine perwerdekirin û gelek rûyên tarî yên di dema fermanê de di nava refên DAIŞ'ê de bû, dixwazin armancên xwe yên qirêj bibin serî. Di roja 3'ê Adarê de me bi xwe dît ku çeteyên bi Tirkî daxivin bi anîna tekbîrê êrîş dikin. Dema me ev dît, me baştir fêhm kir bê şervan dixawzin çi bêjin.
Ya rast, me texmîn nedikir ku di sibeha 3'ê Adarê de êrîşeke bi vî rengî ya namerdî bê kirin. Amadekariya şervanên YBŞ'ê jî ne ji bo meşandina şerekî bû. Li ser wê daxivîn ku bi PDK'ê re hevdîtinê bikin û bi rêya diyalogê pirsgirêkê çareser bikin. Di sibeha 3'ê Adarê de, dema ku çeteyên PDK'ê saet derdora 7'an bi dehan çekên giran hatin ber çeperên YBŞ'ê, du gerîlayên ku pêwîstî bi ketina pêwîstiya şer nedîtin û hewl dan bi bedena xwe pêşî li maşînên zirxî bgirin, bi rêbazeke derveyî exlaqa şer ku li PDK'ê tê, şehîd hatin xistin. Ev yek bû sedem ku şer dest pê bike. Ji maşînên zirxî gule li herêmên sivîlan, li cihên hevalên me yên rojnamevan lê bûn hat reşandin. Di vê demê de tevî gelek sivîlan hevala me ya rojnamevan Nûjiyan Erhan û du xebatkarên Çira TV jî ji ber guleyên ji maşînên zirxî hatin reşandin birîndar bûn. Bi qasî 4 saetan şer dewam kir û şervanan bi çekên ferdî li hemberî dehan maşînên zirxî li ber xwe dan. 4 şervanên YBŞ'ê û endamekî Asayîşê ku heta dawiyê çeperên xwe neterikandin û bi lehengî şer kirin, tevî 2 gerîlayên HPG'ê yên dixwestin pirsgirêkê bi diyalogê çareser bikin, jiyana xwe ji dest dan. Çeteyên PDK'ê ku li pêşberî berxwedana YBŞ/YJŞ'ê nekarîn encamekê bi dest bixin, piştî şerê 4 saetan neçar man daxwaza agirbestê bikin.
ÇIMA ÊRÎŞÎ XANESORÊ KIRIN?
Di 3'ê Tebaxa 2014'an de, ji ber îxaneta PDK'ê Şengal teslîmî çeteyên DAIŞ'ê hatibû kirin û di encamê de bi hezaran Êzidî hatibûn kuştin, bi hezaran di rê de ji ber tî, birçîbûn û nexweşiyê jiyana xwe ji dest dan, bi hezaran jin û zarokên Êzidî esîr ketibûn destê çeteyan. Hêzên Azadiay Kurdistanê li hemberî vê xiyanet û fermanê dest li fermanê werdan û pêşî lê girtin. Yekîneyên Berxwedana Şengalê ku piştî fermanê ji aliyê ciwanên Êzidî ve hatin avakirin, di Kanûna 2014'an de Şengal rizgar kirin. Û ji hingî ve Şengal ji aliyê YBŞ/YJŞ'ê ve tê parastin.
Xanesorê jî yek ji wan cihan e ku civaka Êzidî birînên xwe lê dipêçe û jiyana azad û xweser a nû lê ava dike. Her kesên li Xanesorê digerin bi çavên xwe dibînin ku ji aliyê civakî, siyasî, aborî û çandî ve jiyaneke nû tê avakirin. Gelê Xanesorê, nebûna rêxistinbûna siyasî û leşkerî ya xwe bi xwe, weke sedema rabûna fermanê dibînin, lewma li her qada jiyanê bi meclîsên gel xwe bi rêxistin dikin û bi rêya YBŞ/YJŞ û Asayîşê jî xwe diparêzin. Yê ku herî zêde ji vê rewşê aciz e, PDK ye. Li gorî PDK'ê, ev rewşa nû, zincîrên girêdan û koledariyê dişikîne. Hedefa êrîşkariya PDK'ê jî ev Êzidiyên azad û Şengal a xweser e.
Civaka Êzidî dibêje, "Ti hêz nikare me bixin rewşa beriya fermanê, em ê teslîm nebin". Analîza herî rast ev e. Ji ber ku; gel dibîne ku PDK dixwaze wan vegerîne statuya berê, bixe bin kontrola xwe, teslîm bigire û ji xwerêveberî û xweparastinê bêpar bihêle û bike kole. Her wiha dixwaze hemû bîranînên berxwedanê ji hişê civaka Êzidî derxîne. Ji bo vê jî PDK serî li her rê û rêbazê dide. Ji ber ku her xala berxwedanê, rastiya xiyanet û teslîmiyetê jî radixe pêş çavan, tîne bîra mirovan.
Xuya ye çeteyên PDK'ê hewl didin, konsepta êrîşê ya Tirkiyeyê, ku Wezîrê Tirk bi gotina 'wê nikaribin biharê bibînin' anî ziman, li Şengalê dixwaze bixe meriyetê. Lê em bi gotinên berxwedêrên Êzidî encama vê yekê bînin ziman: "Êdî Êzidî Êzidiyên berê nîne, Şengal Şengala berê nîne. PDK wê di demeke nêz de bibîne ku gora xwe dikole. Mêtîngeriya Tirk û çeteyên PDK'ê wê di nava lehiya berwedan û azadiyê a ji bajarên Bakur heta Rojava û Şengalê geş dibe, bifetisin. Ne xiyanet û teslîmiyet, wê berxwedan bi ser bikeve."