'Em ê di hilbijartinê de bersivê bidin qeyûman'

Şêniyên Amedê ragihandin ku qeyûm xizmetê ji gel re nakin û destnîşan kirin ku di hilbijartinên xwecihî de wê bersivê bidin qeyûman.

AKP ku di hilbijartinên xwecihî de li hemberî HDP'ê nekarî encama dixwaze bi dest bixe, piştî hilbijartinê careke din dest bi polîtîkaya qeyûm kir û ji 65 şaredariyên HDP'yî 48 jê bi destê qeyûm desteser kiriye. Şêniyên Amedê polîtîkayên qeyûman ên li şaredariyên Kurdistanê ji ANF'ê re nirxandin.

ENCAMEKE DARBEYA SIYASÎ YE

Firat Kaymak: Neheqiyeke mezin hatiye kirin. Mirovên ku bi dengdanê hatin hilbijartin bi rêya darbeya siyasî ji holê hatin rakirin, ku ev yek bêhurmetiya li gel, demokrasî û mafên mirovan e. Divê qeyûm bi vî rengî bêne dîtin. Qeyûm bi temamî desteserkirina mafekî ye. Qeyûm ti xizmetê ji gel re nakin, ti karekî xwe nîne. Em ji qeyûman razî nînin.

Cîhan Tûrgût: Qeyûm bi kêrî me nayê. Ji sedî 90 ê xelkê Amedê îro xizan e, bi kêrî xelkê xizan nayê. Em dixwazin mirovên ku me ew hilbijartine li rêveberiyê bin. Bila baş zanibin ku bi vî rengî wê nikaribin tiştekî bi dest bixin. Ew çi dikin bila bikin ev gel wê mirovên ji xwe re pêşeng dibîne hilbijêre.

GEL XWEDÎ WÊ HÊZÊ YE KU BIGUHERÎNE

Salîh Kizil: Qeyûm zext û zordariya li gel e. Em dixwazin ku mirovên me hilbijartine li wê kursiyê bin. Em ê di hilbijartinê de bersivê bidin.

Abdûrrahman Ertûgrûl: Karên nelirê yên qeyûman li pêş çavan e. Sîstema qeyûm bi tena serê xwe darbeya li demokrasiyê ye. Îro kesekî ne bi dilê Tayyîp Erdogan be nikare bibe xwedî erk. Tu radibe şaredarê ku min hilbijartiye dibe û li şûna wî kesekî ku vî gelî nas nake û bi kêrî vî gelî nayê tayîn dike. Her kes ji vê bêzar bûye. Gel wê van biguherîne. Gel xwedî wê hêzê ye.