Em careke din qada Newrozê dagirin!
Osman Baydemîr ji bo Newroza Amedê banga tevlîbûnê li her kesî kir û got, "Em careke din vê qadê bi mîlyonan dagirin."
Osman Baydemîr ji bo Newroza Amedê banga tevlîbûnê li her kesî kir û got, "Em careke din vê qadê bi mîlyonan dagirin."
Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr, Cîgirê Serokê Koma HDP'ê Ahmet Yildirim, parlamenterên HDP'ê, Hevseroka KCD'ê Leyla Guven, Cîgira Hevserokên DBP'ê Gulcîhan Şîmşek û Aktîvîsta TJA'yê Ayşe Gokkan, li ser pîrozbahiya Newrozê ya li Amedê, ku wê roja 21'ê Adarê saet di 11:00 de li Parka Newrozê ya Amedê pêk were, daxuyaniyek dan.
Piştî daxuyaniyên bi Kurdî yên Guven, Gokkan û Şîmşek berdevkê HDP'ê Baydemîr axivî û got, "Me îro xwişk û birayên xwe yên kedkar, ku vê qadê, yanî qada azadî û biratiyê ji bo me amade dikin, ziyaret kir. Karekî xurt dikin." Baydemîr spasiya hemû kedkarên amadekariyê ji pîrozbahiyê re dikin, kir.
Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr got, "Bila Newroza îsal bibe Newroza pêçandina birînên ku ev 2 sal in di nava civakê de vebûne. Bila Newroza îsal li ser bingeha mafê gelan ê li erdnîgariya Rojhilata Navîn, li ser bingeha azadî, wekhevî û jiyana bi hev re bibe Newrozeke ku rê li ber serdemeke nû vedike.
Baydemîr ji bo pîrozbahiya Newrozê bang li her kesî kir û got, "Newroz a me hemûyan e. Ne cejneke partiyeke siyasî ye, cejna gel e. Ji 7 heta 70 salî em bang li gelê xwe dikin, ji bo aştî, azadî û pêçandina birînên xwe em govendê bigerînin. Vê qatê ev 2 sal û nîv in îspat kiriye ku bi xwînê, bi rondikên çavan ev gel netepise, ji nirxên xwe venagere. Em vê qadê careke din bi mîlyonan dagirin.