'Em bi hêvî ne ku QSD wê me bigihîne Reqayê'

Hêzên QSD'ê di çarçoveya qonaxa sêyemîn a Pêngava Xezeba Firatê de heta roja îro 4 gund rizgar kirine. Piştî paqijkirina gundan ji mayînên çeteyan, gundî dikarin li gundên xwe vegerin.

Di çarçoveya qonaxa sêyemîn a Pêngava Xezeba Firatê de, ku roja 4'ê Sibatê dest pê kir, Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) heta niha 4 gund rizgar kirin. Bi rizgarkirina gundan re hêzên QSD'ê yekser dest bi paqijkirina gundan ji mayînên çeteyan dikin û bi vî rengî rêya vegerê li gundiyan vedikin.
 
Gundê Bîrdûxane di destpêka pêngavê de ji aliyê hêzên QSD'ê ve hat rizgarkirin. Ev gund bi giştî ji aliyê DAIŞ ve hatibû mayînkirin. Piştî ku şervanan gund ji mayînan paqij kirin, gundiyan dest bi vegerê kirin.

Gundiyên ji gundê Bîrdûxanê kêfxaşiya xwe ji ber hatina hêzên QSD'ê anîn ziman.

Gundiyê bi navê Evdila dibêje, dema hêzên QSD'ê hatine gundê wan, ew pir kêfxweşbûne û got: "Em bi hêvî ne ku QSD wê me bigihîne Reqayê." 

Ciwanekî ji heman gundî bibîr xist, ku berî du mehan çeteyan mayîn li gundên wan bi cih kirine û got, "Dema çete hatin, di destpêkê çarşefên reş li jinên li gund kirin. Her wiha ji bo mayînan bikujin, mayîn li gund çandin."

Gundiyekî ji gundê Daxan jî diyar kir ku ew bi hatina YPG'ê pir kêfxweş bûne û şervanan ew ji DAIŞ'ê rizgar kirine. 

Şervanê QSD'ê Beşar Şawaxa ku ji Serêkaniyê ye diyar kir ku ku wan heta niha 3 gund rizgar kirine û anî ziman, ew bi biryardarî û amadekariyek mezin bi pêş ve diçin û ew bi hêvî ne ku wê bi serketî vê pêngavê bi dawî bikin.