'Em bi gel re dixebitin, ev 4 meh in kesî meaş jî nestandiye'

Hevaşaredarên Geverê ku şaredarî bi 680 milyon lîreyî ji qeyûman dewr girtin, diyar kirin, ev 4 meh in xebatên xwe bi gel re bi hev re dikin û mixabin heta niha, hevşaredar jî di nav de meaş nedane kesî.

Hevşaredar Îrfan Sari got, ‘’Ji bo ku hemû sozên me ku me dane em bi cih bînin, em tevgeriyan û heta ku em temam nekin ti niyeta me tine ku em biçin.’’

Şaredariya HDP’ê ya Geverê li gel hemû bêderfetiyên ji ber deynên ku qeyûm ji wan re hiştî her roj xebatên xwe zêdetir dikin, Hevşarear Sari got li gel hemû tengezariyan jî ew hewl didin kavila ku qeyûm hiştî rakin.

Sari got qeyûm tenê gendelî kirine û bêrîka xwe tije kirine û ji vê pê ve tiştekî dî nekirine, hemû derfetên di dest xwe de bi kar anîne û hêza hikûmetê jî dane pişta xwe, ji benqeya bajaran zêdetir deyn standine. 608 milyon lire kredî hatiye standin. Bi van pereyan mirov dikare 3 Geverên din ava bike. Dibêjin 608 milyon lire dane ji bo xizmeta qenelîzasyon û ava vexwarinê. Biya me îhaleyên av û qenelîzasyonê pêşkêşî hin koman kirine. Ji ber ku heta niha têkilî van îhaleyan me ti xizmet neditiye. Ne qenelîzasyon anîne û ne jî av. Qirûşek ji van pereyan jî nedane xizmetê, hemû kirine îhale û dane alîgirên xwe, bêrîkên xwe tije kirine.’’

Sari got ew di nav deynan de mane, qeyûman gel talan kirine û ji zirarê pê ve tiştek nedane gel. Sari got li gel ev qas deyn û kavilan jî ew bi rih û can dixebitin da ku sozên ku dane gel bi  cih bînin. Sari got ew bi hêz û derfeta we dixebitin û got, ‘’Em ji bo ku soza me dayî bi cih bînin tevgeriyan û ti niyeta me tine heta ku em temam bikin, em biçin.’’

Sari her wiha got ji ber deynên ku qeyûm li ser wan hiştine ev 4 meh in, ew jî di nav de ti xebatkarî meaş nestandiye û got, ‘’Xebatkarên me bi dildarî dixebitin. Hewcehiya me bi tankêreke avê û arozöze hebû. Me kanên xwe xebitandin, mekîneyeke avêtî ya li garaja xwe me veguherand û tankêrek li ser danî. Her wiha bi kedkarên me yên sananiyê, bi hevalên me yên ku qeynaxê dikin me tankêreke avê çêkir. Her wiha diviya me bajar şînî bikira, karen park û baxçeyan bikira, kêzik derman bikirana. Me ev mesele jî çareser kirin.’’

Sari herî dawî got ji bo siberojê jî projeyên wan hene, wê derkevin pêşberî gel û çawa ku niha li  cem gel in sibe jî wê li cem gel bin.