Elîzade: Ji bo pirsgirêkên Îranê divê vîna gelan li pêş her tiştî be

Îbrahîm Elîzade ragihand ku ew aliyên ku qala destwerdana li ser Îranê ya ji aliyê Amarîka ve dikin, şaş in û got: “Ji ber ku baweriya wan bi gel nîne, bawer nakin ku bi xebata gel encam bigre.”

Sekreterê Rêxistina Kurdistanî ya Hizbî Komunîst a Îranê (Komele) Îbrahîm Elîzade di hevpeyvînek taybet de pirsên ANF’ê ya derbarê krîzên Îran, Rojhilatê Kurdistanê û pêşketinên dawî nirxand.

Îbrahim Elîzade di nirxandinên xwe de bal kişand ser van xisûsan:

‘ALTERNATÎFEKE REDÎKAL, MIROVÎ, SOSYALÎSTÎ Û KARKERÎ DIKARE DAXWAZÊN GEL BI CIH BÎNE’

Çiqas hewldan ji bo avakirina eniyek bihêz ya çep û demokrasiyê ji dervey hêzên Îran û Kurdî hatiye dayîn?

Divê qonaxê de muxalefeta Îran û Kurdan ji hemû deman zêdetir ketine nav tevgerê. Her aliyek hewl dide li gorî nêrînên xwe alternatîfek piştî ruxîna rejîmê bide bicih kirin. Ev tevgerên ku niha hene li gel yên berê cuda ne. Hemû çav li ser desthilatê ne. Her yek ji partî û aliyên cuda ku hene, nûnerê peyamên çûn û pêkhateyekê ne. Lê ya diyar ew e ku kîjan bêhtir alternatîfe û şansê wan zêdetire. Eger hemû alî partî ji bo rejîmê bibin alternatîfek tiştek ne aqlane ye. Li hember bûyeran nikare bibin bersîv. Lê li gorî me tenê alternatîfek radîkal, mirovî, sosyalîstî û karkerî dikare ji bo daxwazên gel bibe bersîv. Ji ber wê em hewl didin pêl bi pêl wê xebata şoreşgerî pêş bixin. Em di wê baweriyê de ne ku eger hêza çep û radîkal niha lewaz jî bibe, eger guhertin bi lez rûbidin ku em fersend nebînin hemû hêzên xwe rêkbixin, derfeta baş û hevsengiya hêzê wê di aliyê hêzên çep de were kişandin.

‘DIXWAZIN BI KUŞTIN Û ÊRÎŞAN ÇAVÊ GEL BITIRSÎNIN, LÊ NIKARIN PÊŞIYA DAXWAZÊN GEL BIGRIN’

Ev demeke bi giştî çalakvanên sivîl û karker dibin hedef, li gorî we di van şert û mercan de kî li pişt wan kuştinên nediyar hene, hêzek di nav komara Îslamî de ne yan bi xwe ye, yan dı nava sîstemê de ye?

Di dîroka 40 Salî ya Komara Îslamî ya Îranê de ji bo yek kes û rojek jî dest ji kuştên nediyar ên dijberên xwe li her aliyekê cîhanê ne aniye. Heta wê deqê bi aktîf reformîst jî li ser karbûn. Ji ber ku beşek ji taybetmendiyê rejîmê ye. Di navxweyî Îranê de ji ber nerazîbûn û bertekên gel, dest bi kuştin û êrîşan kirine. Nikarin bi kuştin û terorkirinê gel çavtirsandî dikin. Heta niha nekarîne bi kuştin û girtinan rê li daxwazên gelê Kurd bigrin.

‘DI TI REWŞAN DE ŞERÊ NAVXWEYÎ PIRSGIRÊKAN ÇARESER NAKE’

Di nav gelê Rojhilatê Kurdistanê de tirsek heye ku dîsa derketina şerê birakujî di nav aliyên siyasî de, garantiyek heye ku ev dîsa dubare nebe?

Bê guman divê her aliyek li gel xwe wê garantiyê bide û şerê navxweyî li Kurdistanê heram bike. Her wiha derfet û îhtîmala serî hildana wî şerî tine bike û soza wê jî bide civaka Kurd ku di ti rewşan de pirsgirêk û nakokiyên rêbaza çek, şer û birakujî çareser neke. Li Başûrê Kurdistanê eniyek Kurdistanî hebû. Lê şerek mezin derket. Eniyek Kurdistanî pêkbê pêkneyê, di nav xwe de ti gerentiyek nîne. Ji ber wê ya girîng ew e ku eniyek firehtir û sîwanek bi hêz hebe. Rê neyê dayîn ku li dijî hevdu kar bînin. Pêkanîn û hizirînek wisan pêwîst e.

‘BI MUDAXELEYA AMERÎKAYÊ ÇARESERÎ LI ÎRANÊ NABE

Di derbarê destwerdana û gefên Amarîka yên li ser Îranê de nêrînên Komele çîne, ji ber ku gelek caran nerazîbûna xwe li hember destwerdana navnetewî li Îranê derketiye pêş?

Gelek pêwîstiya Amarîka û dewletên rojavayî bi Îranê heye. Niha nayê zanîn ku wê alternatîfek çawa li cihê rejîmê hebe. Divê gel bizane ew hezkirina beşek ji muxalefeta Kurd û dervey Kurd ji bo Amarîka, hezkirinek yek aliye. Heta niha ev nayê dîtin ku Amarîka dixwaze Îran biruxîne yan na. Hemû deman daxwaza danûstandinan li gel Îranê dikin. Ew aliyên ku qala destwerdana Amarîka li ser Îranê dikin şaş in. Ji ber ku baweriya wan bi gel nîne. Bawer nakin ku bi xebata gel bi encam bibe. Hertim ji gel dibêjin wê di encama destwerdana Amarîka de serkeftinek hêsan û bê metirsî derbikeve. Le ev ne rast e. Amarîka bi rêya Îranê gelek pirsgirêkên herêmê kontrol kiriye. Ya ku Amarîka dike tenê sînordarkirina pirsgirêkên sereke yên Îranê û xwestekên zêde ne. Em wek Komele li dijî destwerdê ne. Ji ber ku tenê eger guhertinek di xizmeta gel de be, divê di nav Îranê de pêk were.

‘NABE JI BO XEBATA KURDÎ ASTENGΠBÊ KIRIN’

Di demên buhrî de Nêçîrvan Barzanî û Nazim Debax derbarê derbasbûna çalakiyên çekdarî li nav xaka Başûrê Kurdistanê ya ji bo nava Rojhilatê Kurdistanê, partiyên Rojhilat şiyar kiribûn ku ew rê nadin. Nirxandinên we li ser vê yekê çiye?

Eger Hikûmeta Herêma Kurdistanê helwest nîşan bike, em nikarin ne li Başûr û ne jî li Bakurê Kurdistanê çalakiyan bikin. Ev ji dibe sedem ku em van çalakiyên xwe li nava Rojhilat pêk bînin. Em li dijî wê yekê ne ku di nav sînoran de ji bo hevdu pirsgirêkan derbixînin. Demên buhrî, li Rojhilat bajar û gund di destê me de bûn. Dema ku me di rêvebirinê de winda kir, ne merce ku em derbasî aliyê din yê sînor bibin ku dest bi xebata çekdarî bikin. Divê di nav Rojhilat de kar û xebata xwe em aktîvtir bikin.

‘DAXWAZÊN GEL HATINE BICIHKIRIN, LÊ TÊRÊ NAKE’

KODAR û PJAK nexşerêyek pêşkêşî civakê kir, we jî piştgirî nekir, nêrînên we li ser wê nexşerêyê çiye?

Rast e, projeyekî yek alî û sazî ye. Di nexşerêyê de hinek xwestek û daxwazên gel hatine bicihkirin ku di cih deye. Lê ya ji bo me cihê rexneyê ye, di nexşerêyê de xebatên ku ji bo rûxandina Komara Îslamî hene, ji bo hilweşandinê têrê nakin. Ew qonax temam bûye. Em di nexşerêyê de li ser wê xalê nakok in. Lê li gel rexne kirinê ji ev bandor li peywendiyên me li gel KODAR û PJAK’ê nake. Wê peywendiyên me berdewam bin û em ê danustandina fikir, nexşerê û pêşeroja Rojhilatê Kurdistanê û Îranê bikin.