Elîf Haran: Em ê bi paş ve gavê neavêjin!

Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Elîf Haran nerazîbûn nîşanî operasyonên qirkirina siyasî yên li dijî endam û rêveberên komeleyê da û got, "Em ê girtîgehan her tim bixin rojevê. Em ê ji têkoşîna xwe ya maf paşve gavê neavêjin."

Komeleya Piştevaniyê ya Malbatên Girtiyan (TUAY-DER) a Şaxa Amedê derbarê destgîrkirina endam û rêveberên xwe de li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xist. Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Elîf Haran, endam û rêveberên TUAY-DER a Amedê beşdar bûn. Di daxuyaniyê de Hevseroka MED TUHAD-FED'ê Elîf Haran axivî.

'ÊŞKENCE LI ŞAFÎ HAYME YÊ 70 SALÎ KIRINE'

Haran bi bîr xist ku endam û rêveberên komeleya wan di serdegirtina malan de hatine destgîrkirin û wiha got: "Bi awayekî dij hiqûqî deriyên malên endam û rêveberên me şikandine û ketine malên wan. Şûna ku desthilatdarî tevdîrên şewba vîrûsa koronayê bistîne pêla girtin û destgîrkirinê daye destpêkirin û jiyana hevalên me tune dihesibîne. Şafî Hayme yê 70 salî yê rêveberê komeleya me destgîr kirine û di heman demê de jî êşkence li wî û malbata wî kirine."

'LI DIJÎ PÊKANÎNÊN FAŞÎZANE BISEKININ'

Haran diyar kir ku komeleyên wan ên ji malbatan re piştevaniya hiqûqî û civakî dikin dibin hedefa destgîrkirin û girtinan û wiha axivî: "Em dizanin ku nahêlin raya giştî ji sepanên bêhiqûqî yên li girtîgehan hîn bibin. Ji ber vê yekê bi fermanan bi ser avahiyên komeleyên me de digirin. Bi sepanên dijminane nêzîkî endam û rêveberên me ku raya giştî agahdar dikin dibin. Endamên me li dijî zext û zorê dest ji têkoşîna xwe bernadin. Em ê girtîgehan di rojevê de bihêlin. Bila baş were zanîn ku em dest ji têkoşîna xwe ya maf û hiqûqî bernadin. Em bang dikin ku rêxistinên maf û raya giştî ya demokratîk li dijî van sepanên faşîzane bisekinin."