Elî Nebî: Gelê Başûrê Kurdistanê hevkariyê bi dagirkeran re nake

Kurê Elî Nebî Şemzînanî ku yek ji pêşengên raperîna 1991'ê ya li dijî Baasê bû û pêşmerge Şoreş Elî Nebî got, "Gelê Başûrê Kurdistanê hevkariyê bi dewleta Tirk a dagirker re nake."

Şoreş Elî Nebî bi daxuyaniyekê nerazîbûn nîşanî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk da û diyar kir ku ji bo wan Kurdistan yek parçe ye û serketin ji gerîla re hêvî kir. Nebî bi taybetî bang li partiyên siyasî kir ku li dijî dagirkeran li gel gerîla tevbigerin."

Elî Nebî got, "Em gelê Kurdistanê, timî di nava berxwedan û pêvajoyeke şoreşê de bûn. Gelê Bakurê Kurdistanê jî bi pêşengiya PKK'ê kete nava pêvajoya berxwedan û şoreşê û parastina Kurdistanê dike. Ji bo me Kurdistan yek parçe ye Bakur, Başûr, Rojhilat, Rojava ji bo me ji hev ne cihê ye."

Elî Nebî got, "Em nabêjin filan kes ji Bakur hatine, nizanim ji ku hatine ku derê" û wiha dewam kir, "Divê em bi ruhekî berxwedêr li ber dagirkeran rabin û serketinê bi dest bixin."

Elî Nebî got, "Gelê Başûrê Kurdistanê hevkariyê bi dewleta Tirk a dagirker re nake" û ev peyam da:

"Em hêvîdarin ku ev êrişên dagirkeriyê bibe wesîleya avabûna yekîtiya Kurdan û berxwedana gerîla ya li dijî dagirkeriya Tirk bi ser bikeve. Em hêvîdar in ku partiyên siyasî û gel bi gerîla re tevbigerin. Gerîla şer naxwaze, lê belê êriş li dijî wan tê kirin. Hêvîdarim wê gerîla bi ser bikeve."