Elî Kerîmî: Ruhê şoreşa 'Jin, Jiyan, Azadî' ji tezên Rêber Apo tê

Siyasetmedarê Kurd Elî Kerîmî li ser salveger û naveroka şoreşa “Jin, Jiyan, Azadî”yê ya li rojhilatê Kurdistanê û Îranê ji ANF’yê re axivî û behsa hûrgiliyên wê şoreşê kirin.

Elî Kerîmî der barê pênaseya şoreşê de wiha got, “Ew şoreşa ku li rojhilatê Kurdistanê di wexta naştina termê şehîda jina Kurd Jîna Emînî de sala par di meha îlonê de li bajarê Seqizê bi dirûşma “Jin, Jiyan, Azadî”yê dest pê kir, dirûşma wê dirûşmeke bi temamî di cihê xwe de bû. Xweşiktirîn û baştirîn dirûşm bû ji bo rewşa Îranê. Wê dirûşmê bi temamî pênaseya wê şoreşê û mafên jinan dikir. Peyva yekem a dirûşmê “Jin” bû. Di dewleteke wek Komara Îslamî ya Îranê de ji  ber ku 44 sal e jin xwedî tu mafî nîn in, ev dirûşm cext li mafên jinan dike. Di heman demê de peyva duyem a dirûşmê “Jiyan”ê behsa wê rewşê dike ku piştî guherîna rejîma padîşahiyê û destbikarbûna desthilatdariya Komara Îslamî ya Îranê tiştek li wî welatî bi navê jiyanê nemaye, bi taybetî jî ji bo ciwan û jinan. Ji ber vê çendê, di wexta naştina termê Jînayê de di wexta merasîmê de xortekî hawar kir û got “Jin, Jiyan, Azadî”. Di carekê de ev dirûşm wek volkanekê li temamê rojhilatê Kurdistanê û Îranê belav bû, kes nema ku ev dirûşm negotibe; hetta binemala şahê berê yê Îranê jî ev dirûşm got.”

Elî Kerîmî der heqê nasnameya vê şoreşê de jî ev yek anîn ziman, “Dirûşma Jin, Jiyan, Azadiyê ji hêla wan hêz û aliyan ve dihate gotin ku baweriya wan bi têkoşîna jinan û mafên jinan heye. Bi fikra wan hêzan divê jin hevbeşa jiyanê bin, jin hevserok bin û jin gerîla bin. Ne cihê nîqaşê ye ku ev yek ji rojavayê Kurdistanê û ji Tevgera Azadiyê derhatiye. Ez bi xwe pê dizanim ku piştî tezên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gelek sal in xebat li ser tê kirin û di nav Tevgera Azadiyê de, di destpêkê de li bakurê Kurdistanê û paşê jî li rojavayê Kurdistanê xebateke zêde li ser hatiye kirin. Li ser vê bingehê, sîstema hevserokatiyê di sîstema rêveberiya wan de pêk hat û çavkanî û îlhama şoreşa rojhilatê Kurdistanê û Îranê her Tevgera Azadiyê ye.”

Li ser cîhanîbûna şoreşa jinan bi pêşengiya Kurdan û li ser rewşa navxweyî ya Kurdan, Elî Kerîmî amaje da wê yekê ku, “Dirûşma Jin, Jiyan, Azadiyê asta herêmî derbas kiriye û li cîhanê belav bûye. Bêguman di piraniya welatan de bi zimanê Kurdî tê gotin. Bêguman ya ku têkiliya wê bi rewşa me ya navxweyî re heye, me ji destpêkê de daxwaz kir ku divê berjewendiyên gelê me li pêşiya hemû berjewendiyan bin. Ji bo vê mebestê jî pêwîst bû ku ji hemû partî û aliyên siyasî yên Kurdistanê ji bo têkoşîna li hember Komara Îslamî ya Îranê û biserxistina şoreşê eniyeke hevgirtî bihata avakirin û me ji hemû dinyayê re biselmanda ku em wek gelê Kurd di cîhanê de pêşengiya şoreşa jinan dikin û me bingeha vê şoreşê daniye. Mixabin hin hêzên siyasî yên rojhilatê Kurdistanê, ku xwe wek resen dizanin, li gorî wan divê gotin her gotina wan be, xwe nedan ber wê yekê ku em bi hev re xebatan bikin û paşê tiştek ava kirin bi navê Navenda Hevkariyê. Lê bele Navenda Hevkariyê her tişt bû lê ne hevkarî bû. Ev navenda hevkariyê jî tenê ji du partiyên siyasî bi navê Komele û Demokrat pêk dihat. Her kesî ji cihê xwe hespa xwe dibezand û hin ji wan diçûn li gel kurê Riza Şah civîn çêdikirin. Ev binemala şah çil sal e bêdeng bûye û tu roleke wan di meydana siyasî ya Îranê de nîn e. Kurê şah jî hin lumpen û ebaboz û tiryakkêş şandin kolanên Parîsê da ku şoreşa rojhilatê Kurdistanê û Îranê berevajî bikin û sûdeke nerewa jê wergirin. Mixabin beşek ji hêzên siyasî yên Kurd çûn bin sîbera wê siyaseta kurê şah û bûn beşek ji wê projeya kirêt. Diviya wan ev yek nekira. Berevajî vê yekê, diviya wan hevkarî li gel hin hêzên din ava bikira ku xwedî wê dirûşmê ne û em bibûna yek û me hêzeke hevbeş a çekdarî ava bikira.”

Elî Kerîm amaje da helwesta PJAK’ê ya li ser şoreşa rojhilatê Kurdistanê û got, “Tê bîra min di seranserê şoreşê de dema ku em mijûlî komkirina partiyan bûn da ku hemaheng û hevgirtî bin û têkiliyên wan hebin, min telefonî Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê kir ji bo ku beşdarî yekrêzî û hevgirtinê bin. Wan bi her awayî ji bo hemû rêkeftin û hemahengiyan piştgiriya xwe ragihand, Komeleya Kak Seyid Îbrahîm jî bi heman awayî. Di destpêkê de xebat baş dimeşiya, lê belê paşê hin hêz û alî hatin nav me û xebata me têk dan.”

Elî Kerîmî der barê gelê rojhilatê Kurdistanê û Îranê de jî axivî û got ku “divê em spasiyeke taybet ji wan re bikin, çinku wan fedakarî û pêşengiyeke mezin ji şoreşê re kir. Em hêvîdar in ku di salvegera şoreşê de careke din bajarên Seqiz, Pawe, Kirmaşan, Sine, Merîwan û hwd. Pêşengiya serhildanê bikin û heta serketinê şoreşê bidomînin.”