Elbak wê di 16'ê Nîsanê de bibêje 'NA'
HDP û DBP li navçeya Wanê Elbakê serdana dikandar û gel kirin û giringiya referdanûma ku wê di 16'ê Nîsanê de pêk were, ji gel re gotûbêj kirin.
HDP û DBP li navçeya Wanê Elbakê serdana dikandar û gel kirin û giringiya referdanûma ku wê di 16'ê Nîsanê de pêk were, ji gel re gotûbêj kirin.
Rêxistinên HDP'ê û DBP'ê yên navçe û bajaran di çarçoveya xebatên referandûma 16'ê Nîsanê de, xebatên xwe didomînin. Îro ji li Elbakê serdana dikandaran kirin û bi gel re civiyan.
Koma ku di nava wan de Hevserokê HDP'ê yê Wanê Yakûp Ataş, Parlamenterê HDP'ê yê Wanê Adem Geverî, Aktivîstên TJA û Rêveberên DBP'ê yên bajêr jî di nav de belavokên 'NA' belavkirin. Di serdanan de Parlamenterê HDP'ê Adem Geverî axivî û wiha got: "Heta vê rojê ji gelê Elbakê ku ji sedî 94 dengan nerazîbûnên xwe nîşan dide, di 16'ê Nîsanê de bi heman şêweyî wê bersivê bide politîkayên AKP'ê."