Elbak di bin avê de ma

Li bajarên Wan û Colemêrgê ji ber barana zêde lehî rabû. Hate diyarkirin li Elbakê bi dehan mal û dikan di bin avê de mane.

Li bajarên Wan û Colemêrgê ji ber barana zêde lehî rabû. Lehiyê bandoreke giran li şêniyên gund û taxan kir.

Li Elbakê jî ji nişka ve lehî rabû. Esnaf ji dikanên xwe derketin, gelek mal û dikan jî di bin avê de man.

Hate diyarkirin li herêma Avareş a li ser rêya Elbak-Wanê jî lehî rabûye. Ji ber lehiyê rêya Wan-Colemêrgê hate girtin. Hate diyarkirin li Ebex, Seray û Qelqeliyê jî li gelek taxan lehî rabûye.

Di 1’ê Tebaxê de li taxa Xaşkanê ya Elbakê jî lehî rabûbû, gel ji bo ku xwe biparêze çûbû cihên bilind.

Di 31’ê Tîrmehê de jî li Xaşkanê ji ber lehiyê gelek xanî û axur hilweşiyabûn, wesayît ber avê ketibûn û xisareke giran a maddî çêbûbû.