El Şîbîlî: Em ê li têkbirina leşkerî ya DAÎŞ'ê nesekinin

Alîkarê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê Ferhad El Şîbîlî diyar kir ku hemû kes bi heyecan li benda têkçûna DAÎŞ’ê ya di warê leşkerî de ne. Şîbîlî diyar kir ku ew ê li dijî çanda ku DAÎŞ’ê ava kiriye jî têbikoşin.

Alîkarê Hevserokatiya Rêveberiya Xweser a Demokratîk Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê Ferhad El Şîbîlî diyar kir ku bi pêngava li Dêrazorê, gava têkbirina DAÎŞ’ê ya di warê leşkerî de, bi Berxwedana Kobanê dest pê kiriye. El Şîbîlî diyar kir ku Kurd, civaka Êzidî û gelên herêmê bi heyecan li benda têkçûna DAÎŞ’ê ya di warê leşkerî de ne û got ku, “Şerê leşkerî yê li dijî DAÎŞ’ê ketiye qonaxa dawîn. Bi warê leşkerî de ew ê were têkbiirin. Di rojên pêş de wê hêzên QSD’ê di vî warî de daxuyaniyekê bidin. Kurd di serî de gelên li Rojava û civaka Êzidî ya Şengalê li benda îlankirina vê serfiraziyê ne. Di heman demê de hemû gelên cîhanê û mirovayetî li benda îlankirina vê serfiraziyê ne. Ji ber ku tu kes ne li benda vê serfiraziyê bû. Em hêdî hêdî ber bi serfiraziyê ve diçin.”

‘PÊŞENGÊN SERFIRAZIYÊ KURD IN’

El Şîbîlî diyar kir ku pêşengên serfiraziya leşkerî ya li dijî DAÎŞ’ê tifaqa Kurd, Ereb, Tirkmen, Asûr û Siryan e û got ku, “Bi pêşengiya gelê Kurd, gelên Bakurê Rojhilatê Sûriyeyê Kurd, Tirkmen, Asûr, Ereb, Siryan bi tifaqa nava xwe DAÎŞ têk birin. Ev êrîşên hovane yên DAÎŞ’ê ne bi tenê li dijî Kurdan bû. Ev êrîş li ser hemû gelên Sûriyeyê bû. Hemû gelên li herêmê vê zilma hovane ya DAÎŞ’ê dîtin. Hemû gelên Sûriyeyê êşên ji ber zilma DAÎŞ’ê kişandin. Ji ber vê jî hemû kes bi heyecan li benda vê serfiraziyê ne.”

‘GAVA PÊŞÎN A SERFIRAZIYÊ BI BERXWEDANA KOBANÊ HATE AVÊTIN’

El Şîbîlî bal kişand ser vî tiştî ku serfiraziya li hemberî DAÎŞ’ê bi Berxwedana Kobanê hate destpêkirin û got ku, “Gavên pêşîn ê serfiraziyê bi Berxwedana Kobanê ya destanwerî hate avêtin. Berxwedana Kobanê pêşengtî ji vê serfiraziyê kir. Heta Berxwedana Kobanê DAÎŞ û hêzên ku alîkarî dida wan, di rewşa êrîşê de bûn. Hele hêzên navneteweyî û herêmê hêz û piştgirî didan DAÎŞ’ê. DAÎŞ bûbû împaratoriyeke tirsê. Dema ku DAÎŞ’ê êrîşî cihekî dikir, her kesî digot êdî ew der nikare were rizgarkirin. Di vê serdemeke wisa de, ciwanên Kurdan li Kobanê li dijî DAÎŞ’ê şerekî destanî kirin. Bi pêşengiya Arîn, Gelhat, Destînana û bi sedan qehremanan dawî li mezinbûna DAÎŞ’ê hate anîn. Bi vê re tirsa ku DAÎŞ’ê li ser gelan ava kiribû jî bi dawî bû. Berxwedana Kobanê bawerî û hêviya têkoşîn û berxwedana li dijî DAÎŞ’ê ava kir.

Li ser esasê rizgarkirina Kobanê, piştî azadkirina Kobanê, Girê Spî hate azadkirin. Piştî azadkirina Girê Spî, gelên Minbîcê tevî YPG û YPJ’ê Minbîc azad kirin. Piştî Minbîcê gelên Reqa û Tebqayê bi girseyî tevlî nav refên QSD’ê bûn û Reqa azad kirin a ku paytexta DAÎŞ’ê ye. Îro jî Dêrazor dike were azadkirin.”

'PLANA HERÎ METIRSÎDAR PLANA TIRKIYEYÊ YE'

El Şîbîlî diyar kir, piştî ku DAÎŞ'ê bi berxwedana Kobanê re derb xwar, hêzên navneteweyî û herêmî li ser Sûriye û Bakur Rojhilatê Sûriyeyê dest bi amadekirina planên nû kir û got, piştî ku têkçûna DAÎŞ'ê ya ji aliyê leşkerî ve eşkere bû, planên wan jî derketin holê.

El Şîbîlî diyar kir, planên herî metirsîdar, êrîşkar û dagirker ji aliyê dewleta Tirk ve bi komên çete û terorîst re hatine kirin û got, "Ji nava van planan ên herî metirsîdar plana Tirkiyeyê bû. Di plana Tirkiyeyê û hin welatên piştevanê wê de, dihate xwestin ku hucreyên veşartî yên DAÎŞ'ê bên bikaranîn û bi destê wan êrîş werin kirin. Wekî din, hin kom derketin holê ku di nava DAÎŞ'ê de bûn, lê belê xwe weke ku ne di nava DAÎŞ'ê de bûn nîşan dan û navên cuda li xwe kirin, derketin holê. Tirkiyeyê xwest van koman xurt bike, amade bike û bixe şûna DAÎŞ'ê. Partiya Yekîtiya Îslamî ya Turkistana Rojhilat serkêşiyê ji van koman re dike. Çeteyên di nava vê komê de cih digirin ji aliyê Tirkiyeyê ve ji Turkistana Rojhilat ve hatin anîn. Destpêkê li aliyê Laktiyeyê hatin bikaranîn. Piştre bi navê partiyê hatin binavkirin. Piştî ku bi Rûsyayê re li ser Sûriyeyê bi taybetî li ser Helebê li hev kir, ji aliyê Latkiyeyê derxist û li herêmên Îdlib, Efrîn, Cerablûs, Bab, Ezazê bi cih kir. Ev komên ku bi navê Horasan, Huras ul dîn û bi gelek navên din tên binavkirin, di nava van koman de cih digirin ku me qala wan kir. Tirkiye niha plan dike ku van koman li cihekî komî ser hev bike, wan xwedî bike, mezin bike, bi rêya wan êrîşî Bakur Rojhilatê Sûriyeyê bike û bi vî rengî siyaseta xwe li ser Sûriyeyê bidomîne. Komên ku me navê wan anîn ziman, hemû jî ji aliyê hêzên navneteweyî ve weke dûvikên DAÎŞ'ê tên dîtin, weke terorîst tên dîtin. Lê belê Tirkiyeyê hîn dest ji van bernedaye. Bi rengekî vekirî xwedî li wan derdikeve. Tirkiyeyê bi rêya van koman û komên mîna wan Efrîn dagir kir."

'LI SER PIŞTGIRIYA TIRKIYEYÊ YA JI BO DAÎŞ'Ê BELGEYÊN NÛ HENE'

El Şîbîlî di dewama axaftina xwe de got, "Emîr û çeteyên DAÎŞ'ê yên hatin girtin û teslîm bûn, li ser piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo DAÎŞ'ê li xwe mikur hatin. Li ser piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo DAÎŞ'ê, gelek agahî û belgeyên cidî bi van kesan re hene. Beşek ji mikurhatin û belgeyên van çeteyan di çapemeniyê de hatin weşandin. Di van belgeyan de eşkere dibe ku Tirkiye destekê dide çeteyan, çete bi hêsanî li her devera Tirkiyeyê digerin, piştî ku demekê li Tirkiyeyê dimînin bi hêsanî derbasî nava Sûriye û Bakurê Sûriyeyê tên kirin. Çeteyên DAÎŞ'ê û hevserên wan li vê yekê mikur hatin û di vê derbarê de navê bajar, rêyên hewayî, navê cihên ew lê mane, cihê jê derbas bûne gotin. Piştî ku DAÎŞ ji aliyê leşkerî ve hate têkbirin, bi eşkerebûna van belgeyan re em di wê baweriyê de ne ku hêzên navneteweyî wê nema çavên xwe ji piştgiriya Tirkiyeyê ya ji bo DAÎŞ'ê bigirin. Bi têkoşîna DAÎŞ'ê ji aliyê leşkerî ve, em di wê baweriyê de ne ku wê pêvajoyeke nû dest pê bike û hêzên navneteweyî wê têkiliyên xwe yên bi Tirkiyeyê re ji nû ve binirxînin.

WÊ REWŞA ZAROK, HEVJÎN Û HÊSÎRAN ÇILO BE?

Beriya pêngava dawî ya Dêrazorê ji 46 welatan di navbeyna 800-1000'î de endamên çeteyên DAÎŞ'ê girtî bûn. Nêzî 800 hevjînên wan û ji 1500'î zêdetir zarokên wan di dest me de hene. Ev hijmar bi pêngava dawî re zêdetir bûne.

Meseleya DAÎŞ'ê ne tenê meseleya Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê ye. Meseleya DAÎŞ'ê meseleyeke navnetewî ye. Ji hemû deverên cîhanê hatine û tevlî DAÎŞ'ê bûne. Van kesan sûc kirine. Ji rêxistina DAÎŞ'ê ya barbar û hov çandek standine. Ji bo vê jî mîna bombeyên li ber teqînê ne ev. Ji bo vê jî li ser herêma ma û welatên din ên cîhanê taloke ne. Me çend caran bang li welatan kir ku welatiyên xwe yên DAÎŞ'î bibin. Lê heyf ku heta niha bersiveke hewce nedane banga me. Divê hêzên navnetewî û welatên ku DAÎŞ'î welatiyên wan in divê ji bo DAÎŞ'iyên ku di dest me de girtî ne, çareyekê bibînin.

An ev welatên ku DAÎŞ'î welatiyên wan in divê wan bibin û darizînin an jî bi dadgeheke navnetewî li Bakur-Rojhilatê Sûriyeyê divê werin darizandin. Ne pêkan e ku em bi tena serê xwe van sûcdaran û bi potansiyela sûc van kesan darizînin. Ya pêşî; di dest me de girtîgehên ku bikaribin vê hijmarê ragirin nîn in. Ya dî, ji bo jin û zarokan kampên taybet hewce ne. Li van kampan divê ewlehiya wan were bicihanîn û werin kontrolkirin. Her wiha, ku ev demeke dirêj bimînin, wê gelemşeyên din bi xwe re bînin. Divê em li van hemû aliyan bifikirin. Ji bo avakirina kampên wan, avakirina pergalên ewlehiyê mesrefeke zêde hewce ye. Ev hêza me tine. Divê em pirs hemû werin bersivandin. Biya me divê çareseriyeke bi qada navnetewî were danîn. Ev ne tenê meyzandineke e, her wiha daxwazek e jî. Em bang li welatan dikin, her çendî ketibin nav rêxitineke çete, terorîst, barbar e jî welatiyên xwe yên di dest me de bibin.''

'RÛSYAYÊ ÇIMA LEZAND?'

El Şîbîlî got di nav hêsîrên DAÎŞ'î de gelek welatiyên Rûsyayê hebûne lê Rûsya bêyî ku bi derengî bikeve bi rengekî fermî çete birin û got, ''Tenê Rûsyayê çawa ku me hêsîr girtin welatiyên xwe birin. Helbet hin pirs bi re çêbûn ku Rûsyayê wiha bi bayê bezê ev hêsîr birin. Yek ji van pirsan, ''Gelo Rûsya ji bo ku têkiliya xwe ya bi DAÎŞ'ê re dernekeve holê ev birin?'' Yek ji van pirsan e ve. Pirsa dî jî, ''Gelo Rûsya ji bo ku van li deverên din bi kar bîne, birin?''

'EM BI ENCAMÊN DAÎŞ'Ê RE TÊDIKOŞIN'

Alîkarê Hevserokê Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur-Rojhilatê Sûriyê Ferhad El Şîbîlî got DAÎŞ'ê ne ku tenê zilm û zordarî kiriye, çandeke barbar û tovên dijminatiyê di navbeyna gelan de çandiye û domand ''Piştî ku DAÎŞ ji hêla leşkerî ve hate têkbirin, divê em bi bermahiyên DAÎŞ'ê re têbikoşin. Ji hêla leşkerî ve qedandina DAÎŞ'ê nayê wê maneyê ku DAÎŞ qediyaye. Gelek hucreyên veşartî hene ku ji hêla leşkerî ve hatine perwerdekirin û ew dimînin. DAÎŞ'ê çandek ava kiriye û li her deverê berbelav kiriye. DAÎŞ'ê ji hêla îdeolojîk ve hin derdor bi xwe ve girêdane. DAÎŞ'ê çanda dijminatiya li nav gelan ava kir û berbelav kir. Çanda zilm û zextê berbelav kir.

Li dijî vê divê em têkoşîneke giran bidin. Her wiha gelek mirovên bêguneh hene û ketine ber bayê wê. Ji bo van divê tiştin were kirin. Her wiha DAÎŞ ji hêla leşkerî ve gelek texrîbatan li pey xwe dihêle û tine dibe. Em ji 2012'an ve bi projeya Neteweya Demokratîk ku ji 2012'an ve têkoşîna wê didin û dixwazin pêş ve bibin, têdikoşin. Di nav pergala me de, her civak, çand û kom wê bi dîrok, çand û nasnameya xwe temsîla xwe bibîne. Tenê bi pergaleke ku xwe dispêre felsefeya jiyana demokratîk, bi xwîşk û biratî DAÎŞ û paşmêrên wê dikare were têkbirin.''