Ekrem Berkpinarê welatparêz wefat kir

Ekrem Berkpinar ê ku emrê xwe dabû azadiya gelê Kurd, Li Elmanyayê ji ber nexweşiya penceşerê wefat kir.

Ekrem Berkpinar ê ku yek ji avakarê Yekîtiya Elewiyên Kurdistanê, PKDW û KNK’ê bû û di televîzyonên Kurdan de li ser Elewiyan bername çêdikir, li Elmanyayê ji ber nexweşiya penceşerê wefat kir. Berkpinar sal û nîvek bû li dijî penceşerê têdikoşiya.

Ekrem Berkpinar ê ku ji Meletiyê ye û di sala 1980’an de li Elmanyayê bi cih bûbû, li nexweşxaneyê wefat kir.

Berkpinar ji sala 1987’an û vir ve di nav têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de dixebitî. Berkpinar yek ji avakarê Yekîtiya Elewiyên Kurdistanê û Federasyona Elewiyên Kurdistanê bû û di van saziyan de di rêveberiyê de cih digirt.

Berkpinar di heman demê de endamê Parlementoya Kurdistanê ya li Sirgunê û endamê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê bû û di Med TV’yê de li ser Elewiyan bername jî çêdikir.

Berkpinar sal û nîvek bû li hemberî penceşerê li ber xwe dida û îro li Munîhê li nexweşxaneyê wefat kir.