Têkildarî destgîrkirinên li Behdînanê raporek pêşkêşî NY'yê hate kirin

Asayîşa PDK’ê li Behdînanê di meha Çile de di dema xwepêşandanên li dijî dagirkeriya Tirk de bi dehan kes destgîr kiribû. Têkildarî rewşa kesên hatine destgîrkirin raporek pêşkêşî Netewên Yekbûyî (NY) hate kirin.

Parêzer Rêbin Şemamî ragihand ku têkildarî rewşa 6 kesên ku hê jî destgîr kirine raporek radestî Nûnertiya NY'yê ya Iraq û Konsolosxaneya DYE kirine.

Şemamî diyar kir ku di raporê de hatiye xwestin kesên ku hatine destgîrkirin demildest werin berdan û heta niha ti bersivek nehatiye dayin.

Hêzên asayişê destûr nadin ku parêzer  kesên hatine destgîr kirin bibînin û têkildarî rewşa wan agahiyan nadin.

Dewleta Tirk a dagirker 23’ê Çileyê li Dêralûkê 4 sivîl qetil kiribû, roja 26’ê Çileyê jî gelê Şêladizê bi ser baregeha Tirk de girtin û şewitandin. Piştî vê bûyerê operasyonên destgîrkirinê dest pê kir û bi dehan kes ji aliyê hêzên asayişê ve hatin destgîr kirin. Serokwezîrê herêmê yê PDK’yî Nêçîrvan Barzanî jî dagirkeriya Tirk parast û çalakger sucdar kiribû. Asayîşa PDK’ê jî piştre bi dehan kes destgîr kiribû. Ji kesên hatibûn destgîr kirin piranî hatin berdan lê hê jî 6 kes destgîr kirine.