Şanaz Îbrahîm: Hikûmeta Başûr bê berpirsyar tevdigere

Endama Polîtburo ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm Ehmed nerazîbûn nîşan da ku hikûmeta Başûr asteng kir ku gelek kes beşdarî konferansa Lozanê bibin û got: “Têkildarî mijara Kurd û Kurdistanê bi berpirsyarî tevnagere.”

Şanaz Îbrahîm Ehmed Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi tundî rexne kir ku nehişt mêvanên ji Başûrê Kurdistanê tevlî Komxebata li ser Lozanê ku li Hesekê hat lidarxistin, bibin û got: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji ber berpirsyariya dîrokî û exlaqî ya li hemberî Kurdistanê heye û ji ber dildariya wê ya li ser lidarxistina konferans û forûmên pir bênirx, diviyabû di 100 saliya Peymana Lozanê de li Hewlêrê konferansek lidar xistiba.”

Şanaz Îbrahîm Ehmed wiha dewam kir: “Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne tenê xwe li mijarên dîrokî yên Kurd û Kurdistanê re peywendîdar nake xwedî, heta gihiştiye wê astê ku rê nade mêvanên ku diviya bû ji Herêma Kurdistanê beşdarî Komxebata li ser Lozanê ya li Rojavayê Kurdistanê hat lidarxistin bibin. Gelo ne ecêb e?”

Bi rastî ez nizanim gelo Hikûmeta Herêma Kurdistanê doza netewî jî daye sektora taybet û şîrketan? Yan jî doza Kurdperweriyê radestî vî/ê û wî/ê kiriye? Niha çavê cîhanê di 100 saliya Lozanê de li Qamişlo ye. Girtina Deriyê Sêmalka li mêvanên dixwestin ji Herêma Kurdistanê tevlî Komxebat Têkildarî Lozanê bibin, eger rastiya Kurd û êşên kişandî bigire berçav, bêberpirsyariya herî mezin ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ye.

Şermezariyek gelek mezine ku Herêma Kurdistanê nikare û newêre alîkariya kamyonek şîrê zarokan an jî şandeyekê ji xaka xwe di deriyê sînorî yê din bin kontrola xwe de ji Rojavayê Kurdistanê re bişîne. Her wiha nikaribe li ser xaka xwe hêsankariyê ji xwişk û birayên ji netewa xwe re bike. Tevî vê jî wê atmosferek çêbike ku xwediyên rasteqîn ên doza Kurd neçar bibin serî li hikûmet, kom û aliyên din bidin da ku doza netewî ya Kurd zindî bihêlin.”