Ehmed: Dewleta Tirk êrîşî tevahiya destketiyên Kurdan dike
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed duh danê êvarê Hevserokatiya Tevgera Azadî ya Bajarê Kerkûkê ziyaret kir.
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Îlham Ehmed duh danê êvarê Hevserokatiya Tevgera Azadî ya Bajarê Kerkûkê ziyaret kir.
Ehmed Saziya Malbatên Şehîdên PKK'ê yên Başûrê Kurdistanê jî ziyaret kir û piştre berê xwe da nehiyeya Taqtaqê. Ehmed li vê derê ji bo mirovên ji Rojavayê Kurdistanê koç kirine û şêniyên Taqtaqê semînerek da.
Ehmed bal kişand ser hewldana dewleta Tirk a rojên dawî bi bahaneya PKK'ê li Başûrê Kurdistanê dike û got, "Hedef ne tenê PKK ye. Dixwaze, Başûrê Kurdistanê jî di nav de hemû destketiyên Kurdan ên li hemû parçeyan ji holê rake. Halbûkî li Başûrê Kurdistanê bi hezaran pêşmergeyan ji bo azadiya gelê xwe xwîna xwe rijandine û şehîd bûne."
Ehmed destnîşan kir, bi kongreya neteweyî dikare pêşî li van êrîşan bê girtin û diyar kir, lazim e hemû partiyên Kurd bi erk û berpirsyariya xwe rabin.
Îlham Ehmed rewşa dawî ya li Sûriyeyê nirxand û anî ziman, rejîmê ji destpêkê ve pirsgirêka li Sûriyeyê weke pirsgirêke ji derve ve li ser hatiye ferzkirin fêhm kiriye, mîna ku gel ji rejîmê ne aciz e nîşan da ye. Ehmed wiha dewam kir: "Halbûkî ji ber ku rejîmê vîna civakî qebûl nekir, gel rabû ser piyan. Komên din ên terorîst jî ev ji bo xwe bi kar anîn. Li şûna guhertina rejîmê wan xwestin ên desthilatdarî di destê wan de ye bê guhertin. Jİ ber vê yekê ti projeyeke wan rêxistinan tine bû. Lewma bi hev ketin. Lê yê me ji destpêkê ve projeyeke me hebû. Me nexwest li dijî kesî şer bike. Me xwest tenê xwe biparêzin. Lê belê kesên ku em ê bi hev re bixebitin divê di destpêkê de mafên Kurdan nas bikira. Em bi heman rengî nêzî rejîmê jî bûn."
'HEWL DIDE FEDERASYONA BAKURÊ SÛRIYEYÊ TESFIYE BIKE'
Îlham Ehmed işaret bi planên dewleta Tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê kir û anî ziman, hedefa bingehîn tinekirina Federasyona Bakurê Sûriyeyê ye.
Ehmed got, "Armanca yekane ya dewleta Tirk tinekirina destketiyên Kurdan e. Timî DYA rexne dikin ku bi YPG'ê re hevkariyê dike. Hewl dide PYD û YPG'ê bixe nava lîsteya terorê. Li dijî Rojava dest bi êrîşê kir. Mesela, armanca êrîşên li dijî Şehbayê ew bû ku ji wir êrîşî Efrînê bike. Lê belê tevî ku bi hemû hêza xwe û bi hin komên herêmî êrîş kir, li Şehbayê şikest. Dema ev nebû, berê xwe da Babê. Armanca xwe ew bû ku nehêle Efrîn û Kobanê bigihêjin hev. Tevî ku demeke êrîşî Babê dike, nikare encamê bi dest bixe. Dibêje 'Em ê Babê bigirin, Efrînê jî bigirin'. Berî çend rojan bi du helîkopterên xwe êrîşî herêma Çilaxa ya Rojava kirin. Eger kes li ber derbasbûna wan a ji wê derê ranebe, wê careke din bên. DAIŞ'ê dike hincet. Lê belê ya ku êrîşî wê dike, destketiyên gelê Kurd, Federasyona Bakurê Sûriyeyê ye."
'DIVÊ NETEWEYÊN YEKBÛYÎ BI RENGEKÎ WEKHEV ALÎKARIYÊ BIKE'
Midûrê nahiyeyê Remîk Ramazan Qadir ku bi merasîmeke fermî Îlham Ehmed û heyeta pê re pêşwazî kir, ji ajansa me re axivî. Qadir kêfxweşiya xwe ya ji ber serdana Ehmed anî ziman û diyar kir, li nahiyeya wan gelek koçberên ji Rojava hene û heta ji wan tê ew hewl didin alîkariyê bidin wan.
Qadir bal kişand ser hebûna koçberên Iraqî yên li nahiyeya wan û da zanîn, Neteweyên Yekbûyî ji koçberên Rojavayî bêhtir alîkariyê bi koçberên Iraqî re dike. Qadir ev rewş rexne kir û got, "Divê alîkarî bi rengekî wekhev ji bo her du aliyan bê kirin."