Egîtîm-Senê serdana Malbata Şenyaşar kir

Şaxên Egîtîm-Senê yên Amedê serdana Malbata Şenyaşar kirin, ku ev 142 roj in li ber xwe dide.


Her sê şaxên Egîtîm Senê yên Amedê, serdana Malbata Şenyaşar kirin, ku Malbata Şenyaşar ev 142 roj in ji bo 'adaletê'ê li ber xwe dide.
 
Çalakiya nobeta "Edaletê" ya Malbata Şenyaşar ku 3 kes ji malbata wan wê ji aliyê xizm û zêrevanên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatibûn qetilkirin di roja 142'emîn de didome. Emîne Şenyaşar û kurê xwe Ferît Şenyaşar, piştî ku bi ferdê malbatê Fadîl Şenyaşar ê 3 sal in li Girtîgeha Xarpêtê di hucreya yekkesî de tê ragirtin re bi telefonê axivîn, hatin ber Edliyeya Rihayê û dest bi çalakiya xwe kirin. 
 
Rêveberên Şaxên Hejmar 1, 2 û 3 yên Sendîkaya Kedkarên Zanîst û Perwerdeyê (Egîtîm Sen) yên Amedê, serdana Malbata Şenyaşar kirin û piştgirî dan çalakiya wan. Malbatê, heyeta Egîtîm Senê bi dovîzên li ser wan "Ji bo zarokên min ên hatin qetilkirin edalet, ji bo herkesî edalet" û "Em edaletê dixwazin" nivîsandî pêşwazî kir. Rêveberên şaxên SES û Egîtîm Senê yên Rihayê jî tevlî heyeta Amedê bûn û bi wan re serdana malbatê kirin. 
 
Emîne Şenyaşar, qala tiştên ku roja komkujiyê hatine serê wan û têkoşîna xwe ya piştî têkoşînê kir û û bi van gotinan bertek nîşanî polisan dan, ku axaftina wê bi vîdeoyê digritin: "Kesên ku em qetil kirin li Pirsûsê digerin. Li şûna ku hûn me dişopînin wan bişopînin. Dewlet li kû ye? Li vê dewletê edalet tune ye."
 
Piştî Emîne Şenyaşar li ser navê heyeta Egîtîm Senê Rêveberê Şaxa Hejmar 2 ya Amedê Fesîh Zîrek axivî û ev tişt gotin: ''Li kûderê û li kî dibe bila bibe divê heq û edalet cihê xwe bibîne. Demeke dirêj e malbat bi daxwaza edaletê li vir rûniştiye. Malbat dixwaze kî sûcdar be bila sûcê wan bê tespîtkirin û cezayê xwe bikişîne. Tenê daxwaza wan bicihhatina heq û edaletê ye. Em  sendîka vê dibêjin; ki, li kû û çawa dibe bila bibe divê heq, hiqûq û edalet cihê xwe bibîne."
 
Piştre Ferît Şenyaşar ku bi dayika xwe re nobetê digire  wiha axivî: "Li dijî tiştên pêk hatine têkoşîna me ya edaletê bi piştevaniyê didome. Em li vir ji bo mafan têdikoşin. Li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê li ber çavê karmendan komkujî pêk hat. Ambûlansên ku em tê de bûn parçe parçe kirin. Gule berî tekerên wan dan. Kesên ku ev sûcê mirovahiyê kirin diyar in. Ji ber ku parlamenterekî desthilatê jî tê de heye em dozgerekî wêrek ku dosya vebike nabînin. Me duh xwest ku dozger bibînin lê mixabin me ew nedît.  Bi sedan parêzer dosyayê dişopînin lê muxatabek nayê dîtin. Ev doz wiha dOM nake. Em bi biryardarî têkoşîna xwe didomînin û spasî wan kesan dikin ku têne serdana me.''