Egîd û Zîlanên serdema nû

Dîroka azadiya mirovayetiyê li çiyayên Kurdistanê bi jiyan û şerê hêzên gerîla tê nivîsandin. Tevî kesên dîrokê dinivîsin em li çiyayên Botanê çavdêriya şer dikin.

Li gelek herêmên şerê Botanê, li çiyayên Besta, Kêla Memê, Gabar û Herekolê em bi hêzên gerîla re man. Têkiliya me bi gerîlayên li herêmên Cûdî û Katoyê çêbû.

Li çiyayên Botanê ya ku fîşeka pêşîn hate teqandin û şerê hebûnê hate destpêkirin, gerîlayên azadiyê 36 sal in şer dikin. Gerîla pergala xwe ya artêşê daye rûniştandin.  Bi demê re li gorî şertên şer ên diguherin, gerîlayên ku şerê xwe nû kirine!

Gerîlayên ku li serê çiyayan, li bin erdê  çeperên xwe ava kirine û ev der kirine navenda şer û jiyanê.

BESTA

Yek ji gerîlaya û fermandara Bestayê Nûjîn Sêrt diyar dike ku di sala 2020’an de tekane armanca wan parçekirina tecrîda li ser Rêbertî û azadkirina welat e.  Sêrt balê dikişîne ser vî tiştî ku ji bo vî tiştî çiqasî berdêl hewce be, divê were dayîn û di şer de bi ser bikevin. Sêrt diyar dike ku gerîla ji tarzê şerê nû re amade ye. Gerîlayên li Bestayê ji serê biharê û vir ve li dijî artêşa Tirk gelek çalakî kirin û konsepta şer a artêşa Tirk pûç kirin.

GABAR

Li çiyayên Gabarê ya ku alaya berxwedan û serhildanê lê ba dibe, hêzên gerîla îsal jî konsepte şer û ambargoyê ya dewleta Tirk pûç kirin. Artêşa Tirk li dijî şerê gerîla di qaleqolên xwe de asê ma.

Em ji gerîlayên li Gabarê re pirsa operasyonan dikin. Gerîla jî dibêjin, “Artêş ji bo her ÎHA’ya ku bi firê dixin dibêje ku me operasyonek kir û raya giştî dixapînin. Di operasyona dagirkerî û mêtingeriyê ya dewleta Tirk de êdî berfirehiya operasyonê ne leşker ÎHA diyar dike. Em bi mirovan re şer nakin û bi saya tevdîr û perspektîfa me ya dema nû em li dijî ÎHA’yan serkeftî ne. Leşker hebin em ê lê bidin, lê leşker tune.”

Gerîlayên Gabarê yên ku xeleqa dagirkeriyê şikandin û bi çalakiya sabotajê ya du roj berê derbeke mezin li leşkerên Tirk da. Gerîlayekî di çalakiyê de got ku, “Em leşkeran bibînin em ê lê bidin. Leşkerên ku di qaleqolên xwe de asê mane, bila nebêje ku qey ew ê li Kurdistanê bi hêsanî bijî. Em ê li qaleqol û zirxên wan ên li wan bidin û wan ji welatê xwe derxînin.”

KÊLA MEMÊ Û HEREKOL

Gerîlayên Kêla Memê û Herekolê bi soza girêdayîna bi Azîme, Zelal, Birûsk, Berxwedan û Yekbûnê di nava salê de gelek çalakî kirin. Gerîlayên li hemû cihên ku leşker dikarin biçin û lê deynin teqemenî daniye û ev jî di nav leşkeran de bûye sedema tirsê. Gerîla Nûda Sumbul dibêje ku, “Dewlet dibêje me li Herekolê biryargeha wan hilweşand û li Kêla Memê kes nehişt. Nexwe kê çalakiyên li ser rêyên Berwarî û Qilebanê kir? Kê tevî gelek leşkeran ew wesayîtên zirxî îmha kir? Li qada ku gerîla lê tune, kê ew çalakiyên li dijî leşkeran kir? Gelo dewlet bi destê xwe, leşkerên xwe dikuje. Raya giştî vî tiştî meraq dike û wê bipirse jî. Çalakiyên gerîla di medyayê de cih nagire lê leşkerên ku di operasyonê de derbê dixwin û li qereqolan nikarin xwe biparêzin, ji bo qedandina leşkeriya xwe rojan dijmêre. Divê naveroka vî şerê li Kurdistanê were zanîn.”

CÛDÎ

Şerên giran ê li herêma Cûdî ev 3 sal e em ji vir gav bi gav dişopînin. Artêş hema bêje hemû hêza xwe dide herêma Cûdî, lê dîsa jî derbeya herî mezin ji vir dixwe. Vê jî teqez em ji çalakiyên bi bandor ên gerîla dizanin. Hêzên dagirker ên dixwazin li herêma Cûdî bigerin, hertim rastî çalakiyên gerîla tên. Gerîlayan bi çalakiyên sûîkast, sabotaj û kemînê hema bêje herêm vegerandiya goristana leşkerî, hîn hin kes dibêjin ‘Me herêm ji gerîla paqij kiriye, em ê piştî çend mehan ji bo geştê biçin wir.’ Li dijî van gotinan gêrîlayên YJA STAR’ê dibêjin, “Ji bo hişmendiya paqijiya wan bêexlaqî diyar dike. Nexwe her leşkerê ku dimire ji bo wan dibe paqijî.” “Wê li çiyayê me Cûdî geşta ji xwe re bikin. Bizanibin! Em li vir in û heta ku em li vir bin her hewldana ji bo geştê wê xwîna leşkeran bibîne.”

KATO

Botana ku sal bi çalakiyên bi bandor û taktîkî destpê kirî jî, ji hêzên herêma Katoyê Sari Îbrahîm ên herêm kirî qada şer got, “Me ev çiya bi bedelên giran bidest xistiye. Mirin ji bo me fedayiyan tê wateya hebûna jiyanek azad. Bi dehan gerîlayên fedayî amade ne ku her berdêla pêwîst di şer de bide. Bila dijmin baş bizanibe, heta ku hêzên fedayî yên Apoyî hebin, ev ax wê ji bo dewleta Tirk a dagirker heram be.”