'Eger yên şerxwaziyê dikin rojnamevan bin, ez ne rojnamevan im'

Nûnerê Amedê yê TGS'ê Mahmût Oral der barê 'rojnamevanên' ku şerxwaziyê dikin axivî û got, "Ev rewş ji bo rojnamevantiyê cihê şermê ye. Eger ew rojnamevan bin, ez ne rojnamevan im."

Êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Li aliyekî jî çapemeniya Tirk bi nûçeyên propagandayê hewl dide ku êrîşên dagirkeriyê rewa bike. Nûçegihana Ajansa Nûçeyan a Îhlasê (ÎHA) kir nekir nekarî bi mirovên li Nisêbînê re bide gotin ku êrîşa li dijî taxa wan hatiye kirin 'Ji aliyê YPG'ê ve hatiye kirin'. Ji ber ku nekarî vê bide gotin, li gel polîsan giliyê şêniyên taxê kiribû. Nûnerê Amedê yê Sendîkaya Rojnamevanên Tirkiyeyê (TGS) Mahmût Oral şerxwaziya medya Tirkiyeyê ji ANF'ê re nirxand.

Oral diyar kir ku dema yek li gorî pîvanên pîşeyê rojnamevaniyê tevbigere hingî divê objektîf be û destnîşan kir ku wezîfeya bingehîn a rojnamevanan ew e ku bûyeran li gorî rastiya bûyerê ragihîne. Oral got, li gorî pîvanên hiqûqa gerdûnî rabûna li ber şer pîvana bingehîn e û diyar kir, divê rojnamevan li ber şer rabin.

Oral anî ziman ku divê zimanê medyayê û rojnamevanan dûrî zimanê şer be û got, "Lê belê li Tirkiyeyê xwe vegirtina ji zimanê şer wêdetir, ev ziman bi taybetî tê bikaranîn. Mixabin hem desthilatdarî hem jî xwediyên saziyên çapemeniyê vê yekê dixwazin. Ji ber ku li Tirkiyeya heyî ji bo yek bibe xwedî saziyeke çapemeniyê divê li gorî daxwazên desthilatdariyê tevbigere. Yên vê nekin nikarin rojnameyekê bixebitîne. Lewma xwediyên rojnameyan bêşert û merc li gorî desthilatdariyê tevdigerin. Di encamê de jî rojnamevaniyeke şerxwaz diafire."

Oral bi bîr xist ku wî bi xwe li sînorê Bakurê Sûriyeyê rojnamevanî kir û got, "Dema em li wir bûn bi qasî piştevanên operasyona li dijî Bakurê Sûriyeyê ewqasî jî dijberên operasyonê hebûn. Yên ku piştevanî dikirin hinek ji wan dudil bûn. Hinek hebûn ku tenê ji bo ji penaberên Sûriyeyî rizgar bikin piştgiriya operasyonê dikirin. Hinek hebûn gazin dikirin. Digotin ku ji ber şer ew nikarin kar bikin. Her wiha digotin ku ji ber xwe ji zexta desthilatdarî û derdorê vedigirtin neçar diman ku derkevin pêşberî ekranê."

Oral diyar kir ku li sînor hin 'rojnamevan' hene ku bi şûrên ji dema Osmanî wêneyan dikişînin, mirovên herêmê weke 'hezkiriyên terorê' sûcdar dikin, giliyê wan dikin û got, "Bi rengekî eşkere bêjim; eger ew rojnamevan bin ez ne rojnamevan im. Ev rewş ji bo rojnamevaniyê cihê şermê ye. Bi taybetî ew şerxwaziya li Nisêbînê ji bo rojnamevaniyê cihê şermê ye."