'Eger AKP-MHP’ê bixwesta wê 13 êsîr îro sax bûna'

Parlamenterê HDP'ê yê Êlihê bal kişand ser qetilkirina 13 leşker û polîsên dîlgirtî û got, "Eger AKP-MHP'ê bixwasta niha her 13 leşker û polîsên êsîr sax bûn û li gel malbata xwe bûn."

Hikûmeta AKP-MHP’ê li Tirkiyeyê û Kurdistanê polîtîkayên şer û kuştinê kûr dike. Bi salan e li Bakur operasyonên siyasî û li Başûr jî operasyonên leşkerî dide destpêkirin, çiyayan, daristanan bombe dike, xelkê sivîl ji cihên wan koçber dike û gundan vala dike. Hikûmeta AKP-MHP’ê di operasyonên xwe yên li dijî gelên Kurdistanê de, Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) daye li gel xwe û hevkariyeke mezin li dijî Kurdan dimeşîne.

Artêşa Tirk 10'ê Sibatê li Garê operasyoneke leşkerî pêk anî û bi dehan kesan di encamê de jiyana xwe ji dest dan. Di nav wan kesan de yên dîlgirtî jî hebûn. 13 dîlgirtî, piştî bombebaranê jiyana xwe ji dest dan.

Parlamenterê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Êlihê Mehmet Ruştu Tiryakî, polîtîkayên şer ên AKP-MHP’ê, hevkariya Tirkiyeyê û PDK, qetilkirina 13 polîs, leşker û endamên MÎT’ê ji ANF’ê re nirxand. 

'AKP-MHP POLÎTÎKAYÊN ŞER Û KUŞTINÊ KÛR DIKE'

Tiryakî anî ziman ku hikûmeta AKP-MHP’ê ne tenê li Tirkiyeyê, mixabin li derveyî Tirkiyeyê jî polîtîkayên şer û kuştinê kûr dike. Tiryakî da zanîn ku polîtîkayên şer ne tenê li Bakurê Kurdistanê li çar parçeyên Kurdistanê tên meşandin û wiha axivî: “AKP-MHP li dijî Kurdan dijmînatiyek eşkere dimeşîne. Wextê referandûma Başûr, AKP berî hikûmeta Iraqê li dijî vê derket û gef li Başûr xwarin. Her wiha dema ku çeteyên DAIŞ’ê êrîşî Rojava kirin û li ser sînor li ber çavên wan dihatin û diçûn, ti nerazîbûn nîşan nedan. Wextê êrîşa li ser Kobanê û Kobanê neket destê çeteyan û li vir Kurd bi ser ketin, AKP- MHP’ê li vir jî polîtîkayek dij Kurdan meşandin. Ji xwe bi salane li Bakur polîtîkayên şer ên qirêj dimeşîne. Tifaqa AKP-MHP’ê li her parçeyê dixwaze Kurdan tine bike û bi ti awayî naxwazin Kurd bibin xwedî statu. Her wiha ne tenê li çar parçeyên Kurdistanê li seranserî cîhanê li dijî Kurdan polîtîkaya şerê qirêj dimeşîne.

Mînak, berî çend salan li welatê Japonya, dewletê dixwest pewerdehiya bi zimanê Kurdî veke, lê belê Wezareta Têkiliyên Derve li vir jî li dijî vê derketin û xwestin pêşiya wê bibe asteng. Mirov dikare bibêje ev polîtîkayên şer ên li dijî Kurdan ne îro ne û bi salane bi heman hişmendiyê dixwazin Kurdan tine bikin."

'HEVKARIYA TIRKIYEYÊ Û PDK’Ê ZIRERÊ DIDE KURDAN'

Tiryakî bal kişand li ser hevkariya Tirkiyeyê û PDK’ê ya li dijî gelên Kurdistanê û wiha pê de çû: "Bi ti awayî em ne li dijî têkiliyên Tirkiyeyê û PDK’ê ên di xêra Kurdan de ne. Bila li ser xêra gelên Kurdistanê, elbet têkiliyan bi hemû welatan û Tirkiyeyê re dane. Ti kes ne li dijî vê yekê ye. Lê belê bila ev têkilî zirerê nede Kurdan û li dijî Kurdan nekeve eniyekê. Weke di demên dawî de em dibînin ku ev têkîlî ne di xêra ti Kurdan de ye û li ser bingehê dijminatiya Kurdan ev têkilî tê meşandin. Her Kurdek divê li dijî vê polîtîkayê derkeve û vê yekê qebûl neke. Ji ber ku ev têkilî zirerekî mezin dide Bakur, Başûr, Rojava û Rojhilat.

Li gorî hin îdiayan pêşmergeyên PDK’ê cihê xwe di operasyona Tirkiyeyê ya li dijî Garê de cîh girtiye. Eger ev îdia rast be, wê PDK di dîroka gelên Kurdistanê de cihê xwe di rûpelek reş de bigre. Wê ti Kurd vê îxanetê qebûl neke. Ev îdia hina nehatiye pişterastkirin û em jî niha nikarin bibêjin sedî sed tevlî operasiyonên li dijî Kurdan de bûne. Ev tenê îdiayeke û xwedê bike ev îdia nerast be.”

'YEKITÎ WEKE AV Û NAN GIRÎNG Û PÊWÎST E'

Tiryakî, di berdewama axaftina xwe de li ser girîngiya yekitiya neteweyî jî axivî û wiha dom kir: “Pêwîstiya Kurdan ji her demê bêhtir bi yekitiya neteweyî heye. Hewldanên ji bo vê yekê salên dawî zêde bûn. Ji bo yekitiya netweyî demek dirêje em xebatan didin meşandin. Du mehên dawî li Amed, Wan, Şirnex û Êlîhê me daxuyanî da û vê heftiyê jî xebatên me li Mêrdînê berdewam dike.  Ji bo yekitiya Kurdan were avakirin çi ji destê kê tê divê divê demê de bîne cîh. Ji ber ku yekitî weke nan û avê ji bo gelê Kurd pêwîste.”  

Bi domdarî Tirkyakî anî ziman ku hevkariya PDK’ê ya bi Tirkiyeyê re zirerek mezin dide yekitiya neteweyî û ev tişt got: “Hevkarî zirerê dide Kurdan û yekitiya Kurdan. Lê hîna nehatiye wê astê ku şerekî navxweyî dinava Kurdan de derbikeve. Lê mixabin li gel hemû hewldanên Kurdan heta niha PDK’ê ti gavên girîng neavêtin û xwe ji yekitiyê dur dixe.”

'EGER AKP-MHP’Ê BIXWESTA WÊ ÎRO 13 DÎL SAX BÛNA'

Parlamenterê HDP'ê Mehmet Ruştu Tiryakî, di berdewama axaftina xwe de bal kişand li ser operasyona artêşa Tirk a ku di 10’ê Sibatê de li Garê da destpêkirin û got: “Berî niha jî Hevserokên me û wekîlên me nêrîna xwe ya derbarê operasiyona Garê de anînin ziman. Leşker, polîs û endamên MÎT’ê nêzî 6 sal bû di destên PKK’ê de ne û di nava 6 salî ti zirerek negiha wan. Eger ku ji dil PKK’ê bixwestiba dikarî berî niha bikûje, lê raya giştî tevahî dît ku din ava 6 salan de ti zirer negihaye leşker û polîsên dîl hatine girtin. Heta ku ev operasiyon nehat li darxistin ti zirerek negihiştî bû wan. Di rastiyê de eger armanca vê operasyonê xilaskirina leşker, polîs û endamê MÎT’ê yên dîl bûna, ji vê pêştir gelek rêyên hiqûqî û berê jî ev rê hatine bikaranîn hebûn.

Di sala 1991’an heta sala 2014 û 2015’an de, di nava 24 salan de, 335 kes weke dîl di destê PKK’ê de bû. 335 esîran bi ti awayî ti zerer nedîtin û bi rêya rêxistinên sivîl, Komeleya Mafê Mirovan, wekîl û rojnamevanan bi rêya têkiliya ku dewletê vekir ev dîl anîn û radestî malbatên wan kirin. Bi heman şeklî ev 13 dîlên din jî dikarin radest werin girtin û bi awayek tendirust bigihan malbatên xwe. Hikûmeta AKP-MHP’ê hemû rêyên saziyên sivîl girtin û ji bo ev dîl bigihin malbatên xwe ti rê nevekirin. Ti hewldanan hewldana xelaskirina AKP-MHP’ê ya dîlan tinebû. Ez bawer dikim ku eger AKP-MHP’ê ji dil bixwesta, wê îro ev 13 dîlan jiyan bikira û li gel malbatên xwe bûna."

'LI ŞÛNA HESAB BIDIN HESAP DIPIRSIN'

Tiryakî da zanîn ku AKP-MHP û wezîrên wan li deriyê partiyan digerin û ji berpirsiyariyê direvin û wiha got: “Tifaqa AKP-MHP’ê xitimiye û êdî ti kes bîr û bawerî bi wan nayne. Ji bo ku xwe li ser lingan bigrin êrîşî muxaleftê dike û muxalefetê hedef nîşan didin. AKP-MHP li ser dijmînatiya li dijî Kurdan dixwaze dengê xwe komî li ser hev bike.  Niha sûc û berpirsiyariya xwe davên ser derdorê. Partiya me dikin hedef. Gefan li partiya me dixwin û dixwazin partiya me bigirin. Dixwazin daraz têkeve nava liv û tevgerê. Bi van rêbazan nikarin serê gelê Kurd û HDP’ê bitewînin. Niha dixwazin hêzên muxalif perçe bikin.

Bila baş were zanîn HDP ne dikanek ku bikarin bigrin û xebatên wê bidin rawestandin. HDP partiya civak û gelan e. Koka HDP’ê ji dîrokê tê. Heta niha 6 partî hatine girtin, lê heta niha ev fikir û raman xilas nebûye. Roj bi roj ev fikir û raman mezin dibe, ji 20 wekîlan gihaye 80 wekîlan. Ji sedî 13 deng distîne. Bi ti awayî HDP nayê girtin û roj bi roj mezin dibe."