'Efrîn bi ser bikeve wê Kerkûk jî bi ser bikeve'

Nûnera HDP'ê ya Hewlêrê Muzeyyen Guneş got, "Eger Efrîn bi ser bikeve wê Kerkûk û çar parçeyên Kurdistanê û gel bi ser bikevin. Efrîn têk biçe wê bi Kurdan re hemû gel têk biçin."

Nûnera HDP'ê ya li Hewlêrê Muzeyyen Guneş anî ziman ku Efrînê bi berxwedana xwe nîşan da bê gel û hêza gel çi ye û got, "Bûyerên li Kerkûk û Efrînê qewimîn pêwîstiya bi yekîtiya neteweyî raxistin pêş çavan."

Guneş berxwedana serdemê ya li Efrînê nirxand û destnîşan kir ku daxwaza jiyaneke azad, wekhev, biratî û adilane bingeha vê berxwedanê ye û got, "Ji ber vê yekê gelên Ereb, Suyranî û Tirkmenên li Efrînê vê berxwedanê weke berxwedana xwe dibînin û dibe ku ji Kurdan bêhtir xwedî lê derdikevin."

Guneş destnîşan kir ku ji niha û pê ve çi dibe bila bibe, Efrînê bi berxwedana xwe ya destanî ya 20 rojan bi ser ketiye.

LI BAŞÛR PIŞTGIRIYEKE MEZIN HEYE

Guneş bi bîr xist ku ji roja destpêkê ya êrîşan ve rêxistinên civakî yên sivîl û gel çalakiyan li dar dixin û got, "Piştî ku li Efrînê berxwedaneke mein derkete holê, partiyên siyasî gavên girîng avêtin. HDP, partiyên ji Rojava, Rojhilat û Başûr li hev civiyan û Komîteya Desteka Efrînê ava kir. Heftane bername tên amadekirin. Her roj ji bo Efrînê li cihekî çalakî tên lidarxistin. Li ber avahiya Neteweyên Yekbûyî çan caran çalakî hatin lidarxistin, hevdîtin hatin kirin. Bi rêya dîplomasiyê danûstandin bi nûnerên DYA û Rûsyayê re hate kirin. Nêrîn û helwesta wan a li Efrînê hate rexnekirin. Li Başûr destekeke mezin tê dayin. Ev şer ne tenê weke şerê Efrînê tê dîtin. Li Başûr weke şerê man û nemanê yê gelê Kurd tê dîtin. Ji ber vê yekê bi xurtî destek tê dayin."

Guneş anî ziman ku wê îro (În) li Parka Şanedarê saet 15'an tevî hemû partiyan û rêxistinên civakî yên sivîl mîtîngeke girseyî li dar bixin û piştgiriya xwe ya ji bo Efrînê careke din nîşan bidin.

BAWERIYA BI HÊZA GEL

Di dewama axaftina xwe de Guneş got, "Lİ Efrînê baweriyeke mezin ji bo YPG, YPJ, QSD'ê heye. Gelê Efrînê bi berxwedaneke mezin li ber êrîşên dewleta Tirk rabû û xwe ispat kir. Vê berxwedanê gel gelekî germ kir. Rê li ber baweriyeke mezin vekir. Gel bêyî ku pişta xwe bispêre dewletekê, ji hêza xwe bawer kir. Qebûl nekir ku bibe koleyê dîktatoran. Kurd hemû vê dibînin û destekê didin gelê Efrînê."

'EGER BIRYARA BERXWEDANÊ HATIBÛYA DAYIN WÊ KERKÛK JÎ MÎNA EFRÎNÊ LI BER XWE BIDA'

Guneş işaret bi têkoşeriya gelê Başûrê Kurdistanê jî kir û got, "Pêşmerge jî lehengên mezin in. Di dîroka xwe de gelek caran bi xurtî şer kirine. Gotina 'pêşmerge reviyan' rast nîne. Biryareke siyasî bû, partiyan biryareke wiha dan. Neketin nava şer. Eger biryara şer hatibûya dayin, eger berxwedan hebûya wê Kerkûk jî mîna Efrînê bûya. Ev jî rastiya me ye. Ev bûyer qewimî be jî, mirov nikare bêje ku wê ji niha û pê ve wiha dewam bike. Eger Efrîn bi ser bikeve wê Kerkûk jî bi ser bikeve, wê herêmên din jî bi ser bikevin. Eger Efrîn têk biçe wê hemû parçe têk biçe. Ji ber vê yekê gelê Kurd bi vê bîr û baweriyê xwedî li Efrînê derdikeve. Ji bo afirandina ruhê yekîtiya neteweyî, karên ji bo kongreyê dewam dikin. Bûyerên li Kerkûk û Efrînê rû dan nîşan didin ku pêwîstiyeke mezin bi yekîtiya neteweyî heye. Eger gelê Kurd di vê demê de li hev necive, nebe yek, wê dîrok me efû neke û em ê di bin vî barê giran de bimînin."