‘Êdî dem hatiye; em dersek bidin AKP’ê’

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek, li Wanê piştî bi endamên çapemeniyêre hate gel hev û şûnde di civîna hate lidarxistin de bi gel re civiya.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek, bal kişand ser referandûmê û diyar kir ku divê di referandûmê de bi taybet li Kurdistanê dengê ‘NA’ di rêjeyekî asta herî jor de be. Yuksek wiha got: “Êdî demê wê hatiye ku em hesabê hemû tiştên li dijî me hate kirin bixwazin. Li pêşiya me sindoq hene; em dersek bidin wan.” Yuksek destnîşan kir ku divê deriyê Îmaralî heta dawî bê vekirin û din ava şertên azad de dest bi muzakereyan bike.

Hevserokê Giştî yê DBP’ê Kamûran Yuksek, li Wanê piştî bi endamên çapemeniyêre hate gel hev û şûnde di civîna hate lidarxistin de bi gel re civiya.

Li civîna ku li salona dawetekê hate lidarxistin li gel Yuksek, hevserokê DBP’ê yê Wanê Amhet Aygun, Hevşaredarên HDP’ê yê Wanê Yakûp Ateş, Gulîstan Orhan, Parlemetera HDP’ê yê Wanê Bedîa Ozgokçe, rêveberên HDP’ê û DBP’ê yên navçe û bajaran, Dayîkên Aştiyê, aktivîstên TJA’yê, hevşaredar û gel beşdar bûn.

Parlemetera HDP’ê ya Wanê Ozgokçe bal kişand ser pêvajoya referandûmê û wiha got: “Di amadekirina Distûra Bingehîn de 2 partiyan li pişt deriyên girtî li hev kirin, amadekirin û dixwazin vê distûrê bikin malê gel.” Ozgokçe bertek nîşanî Rewaş Awarte ya ku hê dewam dike, divê bi awayekî pir xurt bêjin ‘NA’.

YUKSEK: WATEYEKÎ CUDA YÊN DENGÊ ME HEYE

Yuksek bal kişand ku gûhertin wê di aliyê Kurdan, kedkaran û jinan de pêk were û wiha pê de çû: “Êdî demê wê hatiye ku em hesabê hemû tiştên li dijî me hate kirin bixwazin. Li pêşiya me sindoq hene; em dersek wisa bidin wan ku êdî nekarin van kiryaran bidin kirin. Eger ku ev referandûm bi ser nekeve wê AKP xwe paş ve vekişîne û li rêyên çareseriyê bigere. Eger ku bi ser bikevin ji xwe faşîzma wan li holêye wê bi sed qatî zêdetir bibe. Di rewşekî bi vî awayî de xebatên hilbijartinê nayên kirin. Divê rêjeya beşdariyê pir xurt be, divê gelê me biçin ser sindoqan û dengê xwe bi kar bîne. Encama ku der bikeve pir bi wateye. Eger ku li bajarên me rêjeya dengan bilind derbikeve wateyekî xwe ya cuda heye. Eger ku ‘NA’ derbikeve em ê peyama lezgîn bidin hikûmetê. Berovajî vê derkeve wê bêjin ‘Gel HDP’ê û DBP’ê terikandin’ wê propagandaya wê bikin. Wê destê xayînan hê xurtir bibe. Em dixwazin ku deriyê Îmraliyê heta dawî bê vekirin û dest bi muzakereyan bikin. Bila deriyê Îmraliyê bên vekirin, di nava şertên azad de diyalog û muzakere bên destpêkirin.

Civîna gel piştî axaftinên Yuksek û şûnde ji çapemeniyê re girtî dewam kir.