Çiyayê Bagokê bi hezar û 250 metreyî bilind e, di navbera Nisêbîn û Mîdyatê de destpê dike û digihêje heta Hezexê. Ji ber ku sê herêmên sînor e ku Kurdistan pê hatiye parçekirin, ji aliyê stratejîk ve girîng e. Dema ku mirov ji serê Bagokê li dora xwe binihêre dikare bi hêsanî Keleha Mêrdînê, ronahiyên Nisêbîn-Qamişloyê û girên Şengalê bibîne.
Li quntarên vî çiyayî ku bi darên berû ye, çand û baweriyên cuda bi hezaran salî bi hev re jiyane. Yek ji gelên herî kevn ên Mezopotamyayê Suryanî ji vî çiyayî re dibêjin Îzlo yan jî Îzala. Ji cihên pîroz ên Suryaniyan Manastira Mor Evgîn li quntarên Bagokê ye. Herêma Tûrabdîn ku bi Suryanî tê wateya "Çiyayê xizmetkarên Xwedê" û navenda wê Mîdyat e, ji gund, bajarok û navçeyên li dora Bagokê pêk tê.
Ji bilî Suryaniyan, li derdora çiyayê Bagokê gelek gundên Êzidiyan jî hebûn. Ji ber zexta cerdevanan ku hevakrê dewleta Tirk in, Êzidiyên ji herêma Bagokê ji salên 1980'î û pê ve neçar man cih û warê xwe biterikînin. Dema ku ferman li Êzidiyan radibû, yekser berê xwe didan vî çiyayî û xwe lê diparastin. Her wiha di dema qirkirina sala 1915'an a li dijî gelên Suryanî-Asûrî-Keldanî de ku jê re 'Seyfo' tê gotin, Suryaniyan xwe li çiyayê Bagokê girtibûn û bi vî rengî rizgar bûbûn.
LI BAGOKÊ DEWREYA PERWERDEYÊ YA GERÎLA
Bagok bi salên 1980'î re bû yek ji baregehên gerîlayên Kurdistanê. Di Adara 1998'an de jî nêzî 30 gerîlayên nû yên tevlî nava refên Artêşa Rizgariya Gelê Kurdistanê (ARGK) bûn, li quntarên vî çiyayî dewreyeke perwerdeya leşkerî û siyasî destpê kirin. Perwerdeya ku 20 rojan dewam kir ji aliyê fermandarên ARGK'ê Velî Yaşar (Delîl) û Mûstafa Kaplan (Kazim) ve dihate dayin. Fermandar Delîl ku sala 1983'an tevlî nava refên têkoşîna azadiyê ya Kurd bû, piştî Botan û Garzanê ji bo perwerdekirina namzetên gerîla li Bagokê bû. Fermandar Kazim jî ji nîvê duyemîn ê salên 1980'î û pê ve pêşengî ji pêşvebirina têkoşîna gerîla ya li derdora Mîdyat û Nisêbînê û birêxistina gel re kiribû.
1'ê Nîsana 1988'an danê sibehê ji bo namzetên nû yên gerîla merasîmeke mezûniyetê hate lidarxistin. Di arşîva rojnameya Serxwebûnê de du wêneyên cuda ji dewreya perwerdeyê û merasîma sondxwarinê heye. Di wêneyê destpêkê de tê dîtin ku li gel nebûna derfetan, gerîla li binê siya dara berûyê perwerdeya siyasî dibînin.
Wêneyê duyemîn jî wêneyê merasîma sondxwarinê ye ku bi berbanga sibehê re destên xwe datînin ser alên ARGK/ERNK û çekê. Di vî wêneyî de fermandar Delîl li ser piyan e, fermandar Kazim jî rûniştî ye û merasîma sondxwarinê amade dikin.
Dema ku ev wêne hate kişandin, artêşa Tirk bi zêdeyî 10 hezar leşkerên xwe dor li çiyayê Bagokê girt. Haya hêzên dewleta Tirk demeke dirêj jê hebû ku komek ji gerîlayên ARGK'ê li herêmê bi cih bûye. Leşkerên Tirk ku bi îxbarekê cihê kampê hîn bû, bi berbanga sibehê re di dema merasîma perwerdeyê de dest bi êrişê kir.
BAGOK BÛ NAVÊ BERXWEDANA GERÎLA
Artêşa Tirk wê rojê hemû leşkerên xwe yên li tûgayên Mêrdîn û Sêrtê kom kir û dor li çiyayê Bagokê girt. Gerîlayên li herêmê jî hinek xwedî tecrûbe bûn, lê hinekan hînê carekê jî ranehiştibûn çekê. Lê belê ji bilî şerkirinê çare tune bû.
Di nava wan de tenê gerîlayeke jin hebû, Ayten Tekîn (Rojbîn). Ew jî ji Îzmîrê bi rê ketibû û 8'ê Adara 1988'an tevlî nava refên gerîla bûbû. Lê belê tevî ku hîn nû bû û perwerdeya xwe neqedandibû jî bi berxwedana xwe bû moral ji hêzên gerîla re. Şerê li herêmê rojekê û şevekê dewam kir.
Piştî şer, medya Tirk tenê ragihand ku serdarekî pîlot û du efser hatine kuştin, windahiyên din ên artêşa Tirk veşart. Lê belê ev berxwedana gerîla ewqasî mezin bû ku dewleta Tirk nekarî veşêre û li Botan û Mêrdînê deng veda.
Li gorî bîlançoya ARGK'ê nêzî 200 leşkerên Tirk di vî şerî de hatin kuştin. Gerîla li gel derfetên xwe yên kêm jî helîkopterek anîn xwarê. Ji xwe ji sala 1984'an û heta wê rojê, şerekî ewqasî mezin di dîroka têkoşîna çekdarî ya PKK'ê de neqewimî bû.
Di wî şerî de 20 gerîla şehîd bûn. Veli Yaşar (Delîl), Mustafa Kaplan (Kazim), Ayten Tekîn, Yaşar Talay (Hemîd), Faysal Çatıkkaş (Îsa) Mehmet Musbah Yavuz, Cevat Yavuz (Şiyar), Emin Çevik (Yasin), Mehmet Kurt (Loqman) Nurişan Ay (Beşîr), Nesim Oral, Mehmet Emin Kaya (Dewran), Cemal Karakaş (Rustem), Veli Kumak (Şoreş), Mehmet Vahaç Doğan (Delîl), Koçero Gülmez (Diyar), Xebat ê ji Başûrê Kurdistanê, Nevaf Yildirim (Celal), Cûma yê ji Bismilê, Cemal ê ji Cizîrê şehîd ketin.
'XETA BERXWEDANÊ YA PKK'Ê DI CIH DE HATE BICIHANÎN'
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Mûrat Karayilan di pirtûka xwe ya bi navê "Anatomiya Şerekî - Li Kurdistanê xeta leşkerî" de wiha qala berxwedana Bagokê kir: "Vê demê beşeke girîng a hêzên me li eyaletên Mêrdîn û Dersimê bûn. Bi taybetî li herêma Mêrdînê hevalê Sabrî (Emîn Aslan) gelekî hewl da. Ji bo taktîkên şer ên gerîla û rêbaza liv û tevgerê bide rûniştandin xwe feda kir. Sala 1988'an li çiyayê Bagokê di şer de tevî hevalên me Battal û Delîl Halfetî (Berpirsyarê Garzanê) 20 şoreşgerên hêja şehîd bûn, ku ev yek ji bo tevgera me windahiyeke mezin bû. Hevala Ayten Tekîn a ji Çewlikê ku hîn nû tevlî nava refên gerîla bû, di berxwedana Bagokê de bi lehengî şer kir û şehîd bû. Piştî van şehadetan, piştî ku hevalê Sabrî tevî 11 hevrêyên pê re şehîd bûn Eyaleta Mêrdînê derbeke giran xwar. Dibe ku li Mêrdînê windahî çêbû, lê belê karakterê azadîparêz, pêşverû û berxwedêr ê PKK'ê di cih de hate bicihanîn, ev yek hate biserxistin. Di heman demê de vê demê bi nêzîkatiya rast a li gel, kir ku destketiyên girîng bi dest bikevin."
Berxwedana Bagokê bi strana 'Li Bagokê' ya Hozan Dilgeş di hişê mirovan de ma.