Du kolber li Merîwanê birîndar bûn

Li Merîwanê, ji ber ku hêzên rejîmê rê girtine, ji kolberên ku di rêyên alternatîf re derbas dibin 2 kolber li kendêl wer bûn û bi giranî birîndar bûn.

Welatiyên ku li ser sînorê Rojhliat û Başûrê Kurdistanê kolberiyê (bi yewmiyê bar hildigire) dikin, ji aliyekî ve dibin hedefa êrîşên rejîmê, li aliyê din neçar dimînin ku di nava şert û mercên giran ên zivistanê de bixebitin.

Li bajarê Merîwanê yê wîlayeta Sine ya Rojhilatê Kurdistanê, ji ber ku hêzên rejîmê rê girtine, ji kolberên ku di rêyên alternatîf re derbas dibin 2 kolber li kendêl wer bûn û bi giranî birîndar bûn.

Li gorî agahiyên ji aliyê Rêxistina Mafên Mirovan a Rojhilatê Kurdistanê (HRANA) ve hatin dayin, 14'ê Çileyê li Merîwanê Seîd Pîrî (28) ê ji kendêl wer bû, bi giranî birîndar bû. Pîrî rakirin nexweşxaneyeke li Sine û di servîsa lezgîn de ye.

HRANA diyar kir, heman rojê li herêma Hewreman a Merîwanê, kolberekî din ê bi navê Ferhad Destûr (31) ji tehtên Tete wer bû û bi giranî birîndar bû. Destûr jî li Merîwanê tê dermankirin.

Wekî din, hêzên rejîma Îranê li herêma Mêrgever a wîlayeta Ûrmiyê dest danîn ser 30 hesp û barê 30 welatiyan.