Du birayên ku pê li mayîna leşkeran kirin jiyana xwe ji dest dan
Birayên bi navê Muhammed (12) û Kadîr Açikça (9) ên ku li gundê Deşta Dêrê ya Sêrtê dema ku pezê xwe diçêrandin pê li mayîna leşkeran kirin jiyana xwe ji dest dan.
Birayên bi navê Muhammed (12) û Kadîr Açikça (9) ên ku li gundê Deşta Dêrê ya Sêrtê dema ku pezê xwe diçêrandin pê li mayîna leşkeran kirin jiyana xwe ji dest dan.
Li gundê Deşta Dêrê ya girêdayî navçeya Sêrtê Şêrwanê, Muhammed Açikça (12) û Kadir Açikça yên birayê hev, pezê xwe ji bo çêrandinê derxistibûn ji derve, pê li mayîna ku ji aliyê leşkeran ve hatibû çandin kirin. Di teqînê de Birayên bi navê Muhammed û Kadîr Açikça jiyana xwe ji dest da.
Rexmê ku Qereqola Hurmusê derbasî gundê Madenê hatibû kirin jî, mayînên ku leşkeran li gundê Deşta Dêrê çandîbûn ne hatibûn paqijkirin.
Gundiyên ku ji bo paqijkirina mayînan bi dehan caran serlêdan kiribûn diyarkirin ku ti encam bi dest ne xistine.