Dr. Mehmûd: Ev çalakiyeke şoreşgerî ye

Sekreterê Hizba Komunîst a Kurdistanê Dr. Kawe Mehmûd di roja 107’an a çalakiya gireva birçîbûnê ya li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêrê serdana Nasir Yagiz kir. Dr. Mehmûd anî got: “Çalakiya we çalakiyekî şoreşgerî ye û dengê we gihiştiye her kesê.”

Sekreterê Hizba Komunîst a Kurdistanê Dr. Kawe Mehmûd li Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêr a Başûrê Kurdistanê serdana Nasir Yagiz kir ê ku ev 107’ roj in li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di grevê de ye.

Dr. Kawe Mehmûd ê saet 10:30’an de serdana Nûnertiya HDP’ê kir û ji aliyê Hevserokê Nûnertiya HDP’ê ya Hewlêr Abid Îke û çalakvanên grevê ve hate pêşwazîkirin.

ÇALAKIYEKE ŞOREŞGERÎ YE

Di serdanê de Sekreterê Hizba Komunîst a Kurdistanê Dr. Kawe Mehmûd diyar kir ku ew ji bo piştgirîkirina çalakiya greva birçîbûnê ya li dijî tecrîda li ser Ocalan, hatine serdanê. Dr. Mehmûd got: “Em vê çalakiyê çalakiyeke şoreşgerî dibînin. Em, partî piştgiriya vê çalakiyê dikin û di cih de dibînin. Ev çalakiya bi pêşengtiya Leyla Guven destpê kirî û piştre Nasir Yagiz dewam kir girîng dibînin. Her demê şoreşger bûne pêşeng. Her tim dixwazin bijîn."

‘DENGÊ WAN HATIYE BIHÎSTIN’

Dr. Mehmûd bal kişand ser wê yekê bê ku ev şoreşger şehîd bibin divê demildest daxwazên wan bên bi cih anîn. Dr. Mehmûd got: “Bi vê çalakiyê dengê wan helwesta wan a li dijî tecrîdê hat bihîstin. Ji vê kêliyê û şûnde êdî ziyanek pir mezin digihêje bedena çalakvanan. Jiyana Leyla Guven û Nasir Yagiz ji bo me girîng e. Divê têkoşîna wan bidome."

‘ÇALAKIYA ME JI BO JIYÎNA MIROVAN E’

Li ser navê HDP’ê jî Abid Îke jî xêrhatina Dr. Kawe Mehmûd kir û got: “Em ji bo mirov bijîn, têdikoşîn. Ne ji bo hevrêyên me li ber çavên me roj bi roj bihele. Çalakiya greva biçrîbûnê li her derê li ser esasê jiyaneke azad û rûmet hatiye destpêkirin.”

‘JI JIYANA VAN DEWLETA TIRK BERPIRS E’

Îke diyar kir ku grev li her derê belav bûye û got: “Niha li gelek girtîgehan nêzî 600 girtî li ber xwe didin û çalakiya greva biçîbûnê didomîne. Yek ji van berxwedêrên di grevên birçîbûnê de şehîd bibin, hikûmeta AKP’ê û dewleta Tirk berpirs e. Dil dixwest hê zûtir ev çalakî bi encam bibe, lê şert û mercên giran ên li Kurdistan û dîsa tecrîda li ser Rêberê Apo kiriye ku her roja diçe grev mezintir dibe û çalakî rojên dom dirêj li pey xwe dihêle.”