Dozgeriyê nedizanî cenaze hatine teşxîskirin!

Piştî ku mehek li ser rakirina cenazeyê 267 şehîdan ji Şehîdgeha Xerzan a li gundê Oleka Jor a li navçeya Tetwan a Bedlîsê re derbas bû û şûnde dozgerî bi malbatan re civiya. Îzahata dozgeriyê “Me ne dizanî cenaze hatine teşxîskirin” tirajî-komîk bû.

Cenazeyê 267 şervanên YPJ’ê û Gerîlayên HPG/YJA Star’ê ku li Şehîdgeha Xerzanê ya li gundê Oleka Jor a navçeya Tetwan a Bedlîsê, piştî îlana xedexeya derve bi operasyonekê ji goristanê hatin derxistin û bi biribin Saziya Tiba Edlî ya Stenbolê re dozgerî piştî mehekê nû bi malbatan re civiya.

Dozgeriyê, bang li Orhan Ogmen û Lezgîn Bîngol kirin ên ku cenazeyên zarokên wan jî li Şehîdgeha Xerzanê hebûn ku gilî kiribûn kirin.

Lezgîn botan ê piştî ku hevdîtin bi malbatan re hate kirin ev bang kir: “Cenazeyê kê li Şehîdgehê hebe bê ku dem winda bike bila bi lezgîn biçe Serdozgeriya Komarê ya Bedlîsê, destûra cenazeyê wan hebe daxwaza cenazeyê xwe bike , ên ku destûra veşartinê jî nebe ji bo testa DNA’yê nimûne bide. Lê mijareke girîng jî ev e ku; yên destûra veşartinê nebe lê cenazeyê wan li wir be û nas bike divê serî li dozgeriyê bide, eger ku hejmara cenazeyên xwe yên berê hatibû kirin bizane wê encama testa DNA’yê hê zûtir bi encam bibe.”