Dozgeriya Tirk pêwîstî bi lêpirsîna kuştina Tûnç nedît

Di lêpirsîna li ser kuştina Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç de biryara "neşopandinê" hate dayin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê, di dema qedexeya derketina derve de ya ji 14'ê Kanûna 2015'an heta 2'ê Adara 2016'an, bi dehan kes li jêrzemînan hatin şewitandin û kuştin. Yek ji wan jî Hevserokê Meclîsa Gel a Cizîrê Mehmet Tûnç bû. Serdozgeriya Komarê ya Cizîrê der barê lêpirsîna li ser kuştina Tûnç biryara neşopandinê da.

Heta niha, di lêpirsîna der barê kuştina zêdeyî 50 kesî de yên dema qedexeya derketina derve, biryara bi heman rengî hatiye dayin.

Endamên Platforma Hiqûqnasên Azadîxwaz (OHP) diyar kirin ku wê li ber biryara neşopandinê rabin.