Dozgeriya Tirk ji bo îfadeyê careke din bang li malbata Şenyaşar kir

Ji ber ku wêneyên xizmên xwe yên hatin qetilkirin hildan, ji edliyeyê bang li malbata Şenyaşar hate kirin.

Nobeda Edaletê yê malbata Şenyaşar ku 3 ferdên wê ji aliyê xizmên Parlamentere AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatine kuştin, di roja 330'î de dewam dike. Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar di 9'ê Adara 2021'an de li ber Edliyeya Rihayê dest bi nobetê kirin. Bi dewamkirina nobetê re zextên li ser malbata Şenyaşar jî zêde bûn. Miduriyeta Polîsan a Rihayê, careke din bang li Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar kir ku îfadeyê bidin. Doh Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar, bi parêzerên xwe re ji qada nobetê derbasî dozgeriyê bûn û îfade dan dozgeriyê bûn.

Di îfadeyê de wêneyên kurên Emîne Şenyaşar Adil û Celal û hevjînê wê Esvet Şenyaşar ku di êrişa AKP'iyan de hatibûn kuştin ji Emîne Şenyaşar û kurê wê Ferît Şenyaşar hatin pirsîn. Hat diyarkirin ku ku di 2'ê Mijdara 2021'ê de di roja 239'emîn a nobetê de bi vekirina wêneyên Adil, Celal û Esvet Şenyaşar "muxalefeta qanûna meşê û xwepêşandanan" hatiye kirin. Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar, di îfadeyên xwe de careke din sûcdariyên ku li wan hatin kirin qebûl nekirin û daxwaza pêkanîna edaletê kirin.

Piştî dayîna îfade Emîne Şenyaşar û Ferît Şenyaşar hatin berdan.

Bi vî awayî ji roja ku dest bi Nobeta Edaletê kirine ve Emîne Şenyaşar bû cara 13'an û Ferît Şenyaşar jî bû cara 4'an îfade didin.

Malbat îro dîsa ji mala xwe ya li navçeya Pirsûsê hat ber Edliyeya Rihayê û dest bi nobeta xwe kir.