Dozeke nû li dijî rojnamevan Gok hate vekirin

Rûniştina darizandina rojnamevan Abdûrrahman Gok pêk hat, ku Gok wêneyê qetilkirina Kemal Kûrkût kişandibû. Dozeke nû li Gok hate vekirin.

Rûniştina 4'emîn a doza li dijî rojnamevan Abdûrrahman Gok ku bi îdîaya "endametiya rêxistinê" û "propaganda rêxistinê" hate vekirin, li 5'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Amedê pêk hat. Dozgeriya Tirk dixwaze 20 sal cezayê girtîgehê li rojnamevan Gok bibire ku di Newroza 2017'an de dema ku polîsekî Tirk xwendekarê zanîngehê Kemal Kûrkût qetil kir, wêneyê bûyerê kişandibû. Tevî Gok, parêzerê wî Resûl Tamûr jî tevlî rûniştinê bû.

Li hemberî Gok her wiha ji ber 5 parvekirinên li medya dîjîtal bi îdîaya "propaganda rêxistinê" dozeke nû hate vekirin.

Rûniştina dozê ji bo 31'ê Adarê hate taloqkirin.