Dozeke din li gundiyên Roboskî hate vekirin

Di salvegera Komkujiya Roboskî de, li hemberî Farûk Encu (26) ji ber parvekirinên xwe yên li medya civakî doz hate vekirin.

Dewleta Tirk ku 28'ê Kanûna 2011'an li Roboskî komkujî kir, hîn jî dozê li gundiyên Roboskî vedike.

Serdozgeriya Komarê ya Qilabanê, ji ber parvekirinên li medya civakî îdîa kir ku Farûk Encu sûcên "Pesindayina sûc û sûcdar", "Hêrs û dijminatî xistiye nava gel" kiriye û lêpirsîn lê vekir. Gilînameya li ser vê yekê pêşkêşî Dadgeha Ceza ya Asliye ya Qilabanê hate kirin.

Dadgehê jî gilîname radestî 2. Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê kir û 24'ê Kanûnê gilîname qebûl kir.