Doza Surucu pêk hat: Biryara ‘Bidarê Zorê bînin’ hate dayîn

Di doza li Rihayê pêk hate de, biryar hate girtin ku Parlemetera HDP’ê Ayşe Surucu bi darê zorê bê anîn.

Rûniştina 2’emîn a doza di derbarê Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Surucu li 5’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Rihayê pêk hat. Surucu tevlî dozê nebû.

Parêzerê Surucu ê mafê axaftinê girt, diyar kir ku muwekîla wê parlementere divê doz bê rawestandin.

Dadgehê daxwaza parêzer red kir û di derbarê Surucu de ji bo rûniştina bê biryara bi darê zorê bînin da. Parêzeran li ser vê nerazîbûn nîşan da, diyar kir ku destlênedayîna muwekîla wê heye, anî ziman ku dadgeh nikare biryareke wiha bide.

HAT TALOQKIRIN

Li ser nerazîbûna parêzeran serokê dadgehê têkildarî rawestandin û nerawestandina dozê wê piştre binirxînin, biryara bi darê zorê anînê dubare kir û doz taloqî 25’ê Adarê kir.