Doza Nisêbînê: Em ne poşman in, çareserî di xwerêveberiyê de ye

Rûniştina doza Nisêbînê di roja 3’emîn de domiya.

Rûniştina doza 50 kesên ku di 26’ê Gulana 2016’an de dema ku ‘qedexeya derketina derve’ ya li Nisêbîna Mêrdînê didomiya piştî tehliyekirinê hatibûn berdan, di roja 3’emîn de bi parastina kesên girtî li Mêrdînê didome.

Rûniştin bi parastina Mazlûm Yaşa domiya, yê ku duh axaftina wî di nîvî de mabû.

XWEDÎ LI XWERÊVEBERIYÊ HATE DERKETIN

Piştre Sadik Tan xwe parast û parastina xwe li ser ‘Modela Xweseriya Demokratîk’ ava kir. Tan diyar kir ku destûra bingehîn xîtabî her kesî nake û got, “Kêşeya bingehîn a Tirkiyeyê, doza Kurdan ya ku çareseriya wê xwerêveberiya demokratîk e, bi tirs û şîddetê navê wê tê hildan.”

Tan bal kişand ser qetlîmanên di ‘qedexeya derketina derve’ de û diyar kir ku ji dayîka Taybet bigire heta pitika bi navê Mîray gelek sivîl hatin qetilkirin.

‘EZ NE POŞMAN IN, EZ Ê POŞMAN JÎ NEBIM’

Tan axaftina xwe wisa domand: “Dewlet naxwaze gelê Kurd bibe xwedî maf. Beriya her kesî dewletê çek bi kar anî. Bi mehan em di bodrûman de man. Piştre balefirên şer Nisêbîn bombe kir. Tirkiye sûcê şer kiriye. Piştî ku em hatin tehliyekirin, di êşkenceyê de îfadeyên me hate stendin. Ez ne poşman im û ez ê qet poşman jî nebim.”

PARÊZER ERGUL: ÊŞKENCE HATE KIRIN

Parêzer Rengîn Ergul diyar kir ku muwekîlê wê jî di nav de, êşkence li 67 kesan hatiye kirin û got, “Tê îddîakirina ku muwekîlê min di şer de bûye, lê ne mînaka swapê û ne jî bermahiyên şewatê tune. Îddîaname dişibe rewşa xwendekarê ku şeva dawîn li dersa xwe dixebite.”

OCALAN Û FERMANDAR ÇIYAGER HATE SILAVKIRIN

Piştre li ser navê girtiyan Ramazan Eroglû bi Kurdî axivî û got, “Ez hikumet, heyeta dadgehê û kesên ku êşkence li me kirine, bi tundî protesto dikim. Li ber Rêberê me Abdullah Ocalan, fermandarê xwerêveberiyê Çiyager û li ber hemû şehîdan ez kemberbest dibim. Ez Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Alî Çîçek û Mazlûm Dogan bi hurmetdarî bi bîr tînim.”

‘EW Ê HESAB BIDIN’

Eroglû gotina Hayrî Dûrmûş ‘Li ser kêlika gora min binivîsin ku li hemberî vî gelî deyndar e’ bi bîr anî yê ku kadroyê pêşeng ê PKK’ê bû û got, “Em deyndarê gelê xwe ne. Ji ber vê jî heta dawiyê em ê di zindanê de li ber xwe bidin. Çawa ku Kenan Evren hesap da, kesên ku îro ev tişt kirine jî ew ê hesap bidin.”