Doza Nisêbînê: AKP rêxistina terorê ye!

Li Nisêbinê piştî êrîşên qirkirinê gelek kes hatibûn girtin, doza kesên girtî îro dest pê kir. Girtiyan peyamên berxwedan û serketinê dan.

Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di 14’ê Adara 2016’an de “qedexeya derketina derve” hatibû îlankirin û bi mehan dewam kiribû. Di 26’ê Gulana 2016’an de nêzî 70 kes hatin tahliyekirin û piştî êşkence li wan hat kirin, hatin girtin. 67 kes ji vê dozê ten darizandin, îro rûniştina 2’emîn a doza 50 kesan dest pê kir. Rûniştina dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrdînê ku birine avahiya Midûriyeta Saziya Ewlehiya Civakî ya Mêrdînê tê lidarxistin. Girtî ji girtîgehên Tokat, Xarpêt, Mêrdîn û Siwêregê anîn salona dozê.

Piştî tespîta nasnameyan rûniştina dozê dest pê kir.

‘RÊVEBERIYA XWESER WÊ SIBÊ BI SER BIKEVE’

Destpêkê Îsmaîl Yilmaz ê li Girtîgeha Tîpa T a Xarpêtê girtiye parastina xwe kir. Yilmaz, diyar kir ku ew endamê Partiya Komunîst a Marksîst-Lenînîst (MLKP) ye û bal kişand ser tuzika di partiya wan de ya “Mafê navneteweyî yê xwe bi xwe çarenûsa tayînkirin.” Yilmaz anî ziman ku ji bo ew çarenûsa xwe tayîn bike destek daye gelê Kurd û demek dirêj e jî li ser gelê Kurd zextên gelek giran hene.

Yilmaz êrîşên TSK’ê û OSO’yê yên li dijî Efrînê şermezar kir û got: “Elbet li Sûriyeyê û li gelek deverên cîhanê gelên bindest rêveberiyên xwe ava dikin û wê xwe bi xwe bi rê ve bibin. DAIŞ li serê hemû gelên cîhanê bû bela. Yên ku berdêla vê barbariyê herî zêde didin, gelên li Tirkiyeyê ne.”

Yilmaz di berdewama parastina xwe da zanîn ku daraza Tirkiyeyê ne serbixwe ye û wiha domand: “Gelên li Tirkiyeyê di bin zextên faşîzmê de tên girtin. Dibe ku xwerêveberî îro bi ser neketibe. Komuna Parîsê 70 roj dewam kiribû. Me ronahiya berxwedana xwerêveberiyê ji Komuna Parîsê girt. Wê ronahiya xwerêveberiyên van rojan jî bibin ronahiya siberoja me.”

Yilmaz di berdewama parastina xwe ev tişt anî ziman: “Serokomarê vî welatî her roj radibe heqaretê li hin kesan dike. Yek tîp û faşîzmê pêk tînin. Tiştên îro diqewimin û tiştên Hîtler kirin tu cudahiya wan ji hev nîne. Divê yên ku li vir bihatana darizandin pergal bûya. Yên wê wan bidarizînin gel, karker û kedkarê vî welatî ne. Wê Rojava bi ser bikeve. Wê dagirker biçin û gel bi ser bikevin. Teqez em ê vê rojê bibînin.”

Yên li salonê bi lêdana çepikan destek dan parastina Yilmaz.

'DERBE BERDEWAM DIKE'

Endamê MLKP’ê Suleyman Goksel Yerdut jî parastin kir û behsa darbeya leşkerî ya ji paşerojê, heya roja îro kir. Yerdut, diyar kir ku awayê darbeye hatiye guhertin û bi destê AKP’ê îro tê birêvebirin. Yerdut, anî ziman ku darbeya sivîlan a AKP’ê li dijî hemû gelan e û wiha got: “Li hemberî vê rewşê em ê tu carî bêdeng nemînin û em bi navê şehîdên şoreşê soz didin. Cihekî ku herî zêde lê tarîbûn hebe, cihê herî zêde nêzî berbangê ye. Ez weke ewladekî gelên Tirkiyeyê, welek helwestek mirovî û şoreşgertî van polîtîkayan şermezar dikim.”

‘POLÎTÎKAYÊN BILA AKP BIJÎ, MIROV BIMIRIN DI DEWRÊ DE YE'

Yerdut, da zanîn ku piştî pêvajoya çareseriyê bi dawî bû, tecrîta li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan girantir bû û wiha bi lêv kir: “Ger hûn bi tank û topan bikevin Cizîr, Sûr û Nisêbînê, bêguman wê gel xwe biparêze. Polîtîkayên li dijî Kurdan ên AKP’ê wê welat ber bi wêrankirinê ve bibe. AKP di nava tirs û fikaran de ye. AKP ji ber dijminantiya gelê Kurd har û dîn bûye.  AKP polîtîkayên bila AKP bijî, lê mirov bimirin bi rê ve dibe.”

‘YÊN NEKARÎN AŞTIYÊ BÎNIN TIRKIYEYÊ, NIKARIN BIBIN EFRÎNÊ JÎ’

Yerdut, da zanîn ku dewlet mekanîzmaya kuştinê ye û wiha berdewam kir: “Li ser çapemeniya Kurd êrîş hene.  Gelên li Efrînê di nava  aştiyê de dijiyan, bûn hedefa bombebarana çeteyan û hatin kuştin. Ev hemû jenosît in. Terorîzm ev e. Dibêjin ‘Emê aştiyê bibin Efrînê.’ Gelo li Tirkiyeyê aştî heye? Ên ku nekarin aştiyê bînin Tirkiyeyê, wê nikaribin aştiyê bibin Efrînê jî. Em êrîşên li ser Efrînê şermezar dikin.”

Yerdut, destnîşan kir ku darizandina wan ne hiqûqî ye û wiha rêz kir: “Ez hemû kesên li Cizîrê jiyana xwe ji dest dayîn bi bîr tînim. Di doza ez îro tê de têm darizandin de wê dîrok biryarê bide. Em ê tu carî hevalên me yên di bodrumên Cizîrê de hatin şewitandin, ji bîr nekin. Li ser navê bindestan ez li vê derê têm dadgeh kirin. Serê min bi vê yekê bilind e û ez şanaz im.”

‘AKP RÊXISTINA TERORÊ YE’

Yerdut bertek nîşanî gotinên “Rêxistina terorê” yên di îdîanameyê de derbas dibûn jî da û wiha bi dawî kir: “Ger meqamên îdîayê li ‘rêxistinek terorê’ digirin, bila li AKP’ê mêze bikin bes e.” Şandeya Dadgehê ji Yerdut re got “Te parastin nekir, te tenê ramanên xwe anîn ziman.” Yerdut jî li ser vê yekê got, “Ji ber ku darizandinek adîlane tuneye, tiştên ku dibêjim evqas in.”

10 deqîqe navber dan dozê...