Doza JÎTEM’ê ya li Kerboranê: Dewletê qetil kir

Rûniştina doza JÎTEM’ê ya Kerboranê hate kirin. Di rûniştinê de hate diyarkirin ku dewletê 8 kes qetil kiriye.

Li Kerboran Mêrdînê di navbera 29’ê Cotmeha 1995’an û 8’ê Adara 1996’an 3 jê zarok 8 kes û li gorî îddîayan serbazê pispor ê bi avê Bîlal Batir ê ku agahî dida malbatan hatibûn windakirin. Rûniştina 20’emîn a dozê li Dadgeha Cezayê Giran a Semsûrê ya 1’emîn hate kirin.

Parêzerên mexdûran Erdal Kûzû û Azîz Turk tevlî rûniştinê bûn. Mamosteya malnişîn Dîlek Tok a wê wekî şahid bihata guhdarîkirin jî bi rêya SEGBÎS’ê tevlî rûniştinê bû.

‘ÊŞKENCE KIRIN’

Haznî Dogan diyar kir ku birayê wî Seyhan Dogan, zavê wan Abdullah Olcay û Abdûrrahman Coşkûn hatine windakirin û got, “Dema ez hatim destgîrkirin 11 salî bûm. Êdî bes e bila edalet cihê xwe bibîne.”

Dogan got ku, “Birayê min di nav wesayîta leşkerî de bû. Em jî xistin wir. Zavê me Abdurrahman Olcay jî di wesayîtê de bû û kincên leşkerî yên kamûflajê lê bû. Em hemû tazî kirin. Ez jî birim ba birayê min. Li wê derê êşkence li me kirin.”

‘SERÊ WAN HATINE JÊKIRIN, CENAZE HATINE ŞEWITANDIN’

Dogan diyar kir ku dêya wî gelek caran xwestiye biçe ba rayedaran û got, “Dêya min diçe ba fermandarê jendirmeyan Mehmet Tîre. Pirsa birayê min dike. Dêya min dibêje ku kurê wê di tabûrê de ye lê ew nikarin xeberê jê bistînin. Dêya min piştre diçe qereqola Midyadê. Li wê derê tê destgîrkirin. 35 rojan di nezaretê de dimîne. Dêya min piştî ji nezaretê derket, 95 roj şûnde rehmet kir. Dema ku me cenazeyê xwe dît, hinek jê serê wan hatibû jêkirin û şewitandin. Em dixwazin berpirsyarên wan deman werin cezakirin.”

‘8 KES JI ALIYÊ DEWLETÊ VE HATIN KUŞTIN’

Parêzer Erdal Kûzû jî diyar kir ku 8 kes bi hêza dewletê hatine kuştin û JÎTEM’ê ev cînayet kiriye. Kûzû got ku, “Hemû jî bi guleyekê hatine kuştin. Em baş dizanin ku ev metoda JÎTEM’ê ye. Heke ev înfazên JÎTEM’ê derketa holê wê Hrant Dînk û Tahîr Elçî nehatina qetilkirin.”

Kûzû diyar kir ku dozgerê Kerboranê ye wê demê jî divê bihata guhdarîkirin, lê piştre bi hinceta ku endamê Cemaeta Gulen e hatiye girtin, piştî ku 2 sal û mehek ceza lê tê birîn jî serbest tê berdan. Kûzû nerazîbûn nîşan da ‘Ev kes çawa nayê dîtin.”

Dadgehê biryar da ku bila navnîşana dozgerê Kerboranê yê wê demê Adem Kûl were tespîtkirin û rûniştin taloqî 29’ê Adara 2021’an kir.