Dostaniya bi sê kesên girîng ên dîroka Kurdan

Dostaniya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi Osman Sebrî, Mele Evdilayê Timoqî û Îbrahîm Ehmed gelekî kûr bû. Diyalogên Abdullah Ocalan a bi van kesan, ji bo ronîkirina bûyerên krîtîkên dîroka Kurdistanê gelekî alîkar bû.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di navbera salên 1997 û 1998’an de dema ku li Rojhilata Navîn bû, bi tenê Tevgera Azadiyê ya Kurdan bi rê ve nebir û gerîla/kadroyên PKK’ê perwerde nelir. Di heman demê de ji bo dehan siyasetmedar, ronakbîr û hunermendên ji her çar parçeyên Kurdistanê jî bû navendek. Bi têkoşîna çekdarî re ya ku di 15’ê Tebaxa 1984’an re hate destpêkirin, gelê Kurd li dora Abdullah Ocalan bû xeleq û vî tiştî bala ronakbîr û serokên din jî dikişand.

Piştî salên 1984’an ê yek ji wan kesên ku têkilî bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re danî Osman Sebrî bû. Sebrî di sala 1905’an de li gundê Narincê yê Semsûrê ji dayik bûbû, di temenê biçûk de tevlî serhildana Şêx Seîd bûbû, du apên wî hatibûn darvekirin, bi rojan tî û birçî di trenên sirgunê de berê wî dabûn Anatoliyê, ji bo ‘pûsûlayên veşartî’ yên Xoybûnê bigihîne Seyîd Riza ji Binxetê kete rê û piştî mehan gihişt Dêrsimê. Wî temenê xwe bi xeyalê şoreşa rojava derbas kiribû.

Di serê salên 1930’î de derbasî Rojavayê Kurdistanê bûbû, ketibû nav kadroyên nivîskarên kovara Hawarê ya ku di bin rêveberiya Celadet Bedirxan de bi tîpên latînî dihat derxistin. Piştre Fransizan ew sirgunî girava Madagaskarê kiribûn. Sebrî di sala 1957’an de li Helebê li maleke biçûk pêşengtî ji avakirina yekemîn partiya Kurdan a bi navê PDK-S kir. Rejîma Şamê êşkenceyên giran lê kir û bi salan di girtîgehê de ma.

Li dijî operasyona Erebkirinê ya ku rêveberiya Şamê di sala 1965’an de li dijî herêmên Kurdan dabû destpêkirin, wî jî li hemberî kembera Ereban berxwedan diparast, ji ber komên di nav partiyê de wî di salên 1970’î de dev ji PDK-S’ê berda li taxa bi navê ‘Rûknedîn’ an jî ‘Taxa Kurdan’ a Şamê ji xwe re xaniyekî du ode girt û emrê xwe yê mayî da wêjeya Kurdî.

Di vê serdemê de piştî destpêka sedsala 20’an  Sebrî di nav hemû tevgerên Kurd de cih girtibû û xeyalên wî şikestibû. Dema tevgera ku Abdullah Ocalan jê re pêşengtî kir, derket ser dika dîrokê, ew jî ket heyecanê. Piştî nîveka salên 1980 gelek caran Abdullah Ocalan ezimand mala xwe, bi wê re ji Şêx Seîd heta Xoyûnê, ji Mehabadê heta tevgera di bin pêşengtiya Mele Mistefa Berzanî, gelek qonaxên girîng ên dîroka Kurdistanê nîqaş kir.

‘HÛN XEYALÊN ME PÊK TÎNIN’ 

Osman Sebrî heta 11’ê Cotmeha 1993’an ku rehmet kir, mala xwe kiribû îstasyona ronakbîriya Kurdan. Dema ronakbîr û kesên ji rêxistinên din ên Kurdan dihatin serdana wî û ji wir berê xwe didan Ewropayê, Osman Sebrî ji wan re digot ‘Hûn biçin Ewropa hûn ê têk biçin, Apoyî diçin welat, ew ê bi ser bikevin’. Osman Sebrî ji Abdullah Ocalan re digot ‘Hûn xeyalên me pêk tînin, di tu demê de ez evqasî serbilind nebûbûm’. Piştî wefata wî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ew wekî şehîdê mezin îlan kiribû û ev tişt gotibû, “Ez gelek caran diçûm serdana şehîdê me yên mezin Apê Osman (Osman Sebrî) Wî em nas kir. Me jî Apê Osman nas kir. Bi sedan şehîdên me beriya ku biçin welat diçûn ba wî. Di warê ruhî de hev temam kirin, hêz û moral jê stendin. Li her derê wî digot. Li Kurdistanê bi qasî 50 salan welatparêz maye, qirêj nebûye, heta dawiyê girêdayî serxwebûn û azadiyê bû, tu carî tawîz nedabû. Wî wasiyet dabû me hemûyan. Divê ev wasiyet were bicihanîn. Hevalan qal dikir, digot wî mirin qebûl nedikir, mirin red dikir. Erê xewna wî Kurdistan bû. Di hevdîtina me ya dawîn de hesreta wî hebû. 

Ez jî wekî Apê Osman bi tenê hatim. Ne nasek hebû ne dostek ne jî kesek. Kesî nedizanî ez kî me. Hin kesên din jî hatibûn. Veger ji ber ku dihat wateya mirina neteweyekê, me cesaret nekir. Me bi lez û bez xwe li sînoran bixista jî wê ev tişt bibûya mirina me. Me her du jî qebûl nekir. Ne em ê ji welat bi dûr biketina û ne jî em ê ber bi mirinê ve bibeziyana. Apê Osman qal kir ku wan çima di sala 1925’an de nekarîne pêşengtiyê bikin. Qal kir ku piştî 1945’an çima nikariye rêbertiyê bike, qala salên 1960’an kir. Me dît ku li ba wî welatparêzî maye. Wî cesaret da me. Kesên ku dibêjin em girêdayî bîranîna Apê Osman in, yê wî jiyan, fikr û ruhekî wî hebû. Ew girêdayî tiştekî bû.

Apê Osman bi welat re bû, Kurdistan bû. Belkî malbata wî ne fireh bû, belkî kesekî wî tunebû lê ew bi fikra xwe mezin bû. Fikra mezin ev e ku mirov li welat bifikire. Heta dawiyê divê bi vî tiştî re be, welatparêzî ev e. Ev çawa pêk hat? Ev bi serxwebûn û azadiyê pêk tê. Wî tenezuî tu dewlet, kes û dijminî nekir. Milletek wisa ava dibe. Ez ji bo çi vî tiştî dibêjim? Ji ber ku di nav Kurdan de kesên wisa gelekî kêm in. Kurd ji fikrên mezin direvin, ji ruhê bilind zû dûr dikevin. Ji ber vê jî Apê Osman nûnerê jiyaneke mezin e. Belkî hûn niha min baş fêm nakin, min tenê dihesibînin, a min wisa ye. Ez Apê Osman heta dawiyê rêheval dibînim û wî şehîd qebûl dikim. Ew bi şer û rûkenî çû, ji ber vê li ber nakevim.”

EW ÇINARA MEZIN A KURDISTANÊ BÛ

Piştî pêngava 15’ê Tebaxê yek ji kesê ku nêzî PKK û rêbertiya wê bû alimê Kurd Mele Evdilayê Timoqî bû. Mele Evdilayê Timoqî (Abdullah Begîk) di dema xwe de alimekî dînî bû û di dawiya temenê xwe de wê bibûya rêhevalê Rêberê Gelê Kurd. Mele Evdila di sala 1889’an de li gundê Timoq a Hezoyê ji dayik bû, li mizgeftan qala welatparêzî û têkoşîna li dijî mêtingeran dikir, ji ber vê gelek caran bû hedefa dewleta Tirk. 

Mele Evdila piştî salên 1940’an gelek caran hate destgîrkirin û êşkence lê hate kirin. Di dema darbeyên 1960, 1971, 1980’an de hate girtin. Piştî ku gerîlayên azadiya Kurdistanê gihiştin Xerzanê, wî mala xwe ji gerîlayan re vekir. Ji ber îxbarekê dewleta Tirk avête ser mala wî. Di vê serdegirtinê de gerîlayên HRK’ê dîl ketin. Mele Evdila bi tesadufî wê rojê ne li mal bû, ligel temenê xwe yê mezin 8 mehan di nav gel de îllegal ma û tevlî xebata rêxistinkirina gerîlayan bû û piştre çû Rojavayê Kurdistanê.

Dema li Rojava bû jî gelek varan bi rojan li Akademiya Mahsûn Korkmaz bi Rêberê Gelê Kurd, kadroyên PKK’ê û gerîlayan re ma.  Mele Evdilayê Timoqî derbarê nêzikatiya têkoşîna azadiyê ya li dîn û olê bi Abdullah Ocalan re sohbetên kûr dikir. Mele Evdilayê Timoqî di 2’ê Sibata 1992’an de li Hesekê dema ku rehmet kir, li pey xwe mîrateyeke xurt a têkoşînê hişt. Piştî wefata wî Rêberê Gelê Kurd wisa qala têkoşîna wî kiribû, “Mele Evdila 50-60 salan li dijî zilma Mistefa Kemal li ber xwe da, riha xwe jênekir. Dema hat ba me 97 salî bû lê wekî xortekî 18 sali bû. Bi nîzama gerîla tevdigeriya. Kesayetiya herî dîrokî ya berxwedêr, şeref û rûmeta gelê me Mele Evdilayê Timoqî. Dema em wî bi bîr tînin, bersiva herî xurt ‘Em wî bidin jiyîn, di serfiraziyê de pêk bînin’

Mele Evdila yê ku min û partiya me qîmeteke mezin dida wî û gelê me ew baş nas dikir, digot ‘Xwezî emrê min piçekî din dirêj bûya û min jî Kurdistana serbixwe bidîta’. Ji bo ku em vê wasiyeta wî pêk bînin û bi coşa ku têkoşîna me îro ava dike, ji ber di warê fîzîkî de wî ji nav me koç kiriye, em xemgîn in.

Mele Evdila wekî kesayetekî paqij û berxwedêr ê gelê Kurdistanê, li hemberî biyanîbûn, xwefirotin, sîxurtiya li ser navê sixtekariya dîn wî têkoşîke mezin daye. Wî li hemberî dîroka 70 salî ya Kemalîzmê û li dijî dîroka 50 salan a neteweperestiya tund jî li ber xwe daye û herî dawîn bi PKK’ê gihiştiye mirazê xwe. Di rastiya PKK’ê de wî rastiya xwe kiriye yek, ji ber vî tiştî gelekî bextewar bûye. Wekî xortekî 15 salî, xortekî PKK’yî tevgeriyaye, em wî çiqasî fêm bikin û nas bikin û bidin naskirin wê ji bo me peywireke sereke be. Ew bi rastî jî dara serxwebûnê bi xwe bû.”

XEYALA YEKÎTIYA NETEWEYÎ YA ÎBRAHÎM EHMED

Di serê salên 1990’î de dema ku tevgera bi pêşengtiya PKK’ê pêl bi pêl li Kurdistanê belav dibû, vê tevgerê bandor li ser ronakbîrên Başûrê Kurdistanê jî dikir. Komeke ku PKK û Abdullah Ocalan meraq dikirin, wekî heyeteke ji Başûrê Kurdistanê di zivistana 1991’an de çûn Akademiya Mahsûn Korkmaz. Di vê serdanê de wan tevgera azadiyê ya Bakur ji nêz ve nas kirin û di bin bandora Rêberê Gelê Kurd de man.

Nivîskar û helbestkar M. Emîn Pêncewinî yê ku ew ê piştre gelek caran rû bi rû bi Abdullah Ocana re rûne jî di wê heyetê de bû. Pêncewinî di roportajeke xwe ya ji bo ANF’ê de qala serdana xwe ya Akademiya Mahsûn Korkmaz kiribû û digot “Ocalan ji nêz ve bi me eleqedar bû. Dîsîplîna li kampa ku 700 kes lê dima, gelekî balkêş bû. Merasîmên sondxwarinê yên gerîlayên nû bandoreke mezin li min dikir. Ew tablo ji bo min gelekî nû bû, ne bi tenê ji bo tevgerên Kurd, ji bo Rojhilata Navîn jî nû bû.”

Tevî Pêncewinî di nîveka pêşîn a salên 1990’î de Îbrahîm Ehmed jî têkilî bi Abdullah Ocalan re danîbû. Nivîskar û siyasetmedar Ehmed di sala 1914’an de li Silêmaniyê ji dayik bûbû, di ciwaniya xwe de di nav tevgerên Kurdan û wêjeyê de cih girt. Ew ne bi tenê şahidê zindî yên dîroka Başûrê Kurdistanê ye, di heman demê de jî yek ji kesê herî girîng e.

Piştî ku Mele Mistefa Barzanî çû Sovyetê ew bû serokê PDK-I’yê û di navbera salên 1953 û 1961’an de sekreteriya giştî kir. Piştre jî bi ‘Şoreşa Îlonê’ re kete nav kadroyên pêşeng ên tevgera Başûrê Kurdistanê. Piştî têkçûna sala 1975’and dev ji siyaseta çalak berda, çû li Îngîltereyê bi cih bû. Beriya ku Abdullah Ocalan derkeve ser dikê û girseyan li dora xwe kom bike, wekî Osman Sebrî û Mele Evdilayê Timoqî xwe vekişandibû.

Îbrahîm Ehmed di sala 1994’an de tevî dîroknasê Kurd Mûhammed Resûl Hawar li Şamê çû serdana Rêberê Gelê Kurd, ligel temenê xwe yê mezin jî ket heyecaneke mezin. Derbarê sedemên serneketina tevgerên Kurd û kitekitên têkoşîna di bin pêşengiya Mele Mistefa Barzanî bi Abdullah Ocalan re sohbetên kûr kir. Mûhammed Resûl Hawar û Îbrahîm Ehmed wê piştre wan diyalogên xwe bi bi navê ‘Dadgayê mejû’ (Dadgeha dîrokê) bikirina pirtûkek. Îbrahîm Ehmed di 8’ê Nîsana 2000’an de li Londayê 86 salî rehmet kir. Di wê sohbetê de Îbrahîm Ehmed digot “Kongreya neteweyî ji bo gelê Kurd gelekî rast û girîng e. Ji bo temsîliyeta gelê Kurd, karibe dengê xwe bilind bike û geşkirina têkiliyên bi derve kongreya neteweyî gelekî pêwist e. Ez dibînim ku tevgerên gelê Kurd piştî salên 1940’î bala xwe nedane tiştekî wisa. Niha dema wê hatiye û divê em bi lezgînî li ser wê bisekinin. Dijminên gelê Kurd di sala 1937’an de li Sadiabatê di nav xwe de peymanek çêkirin. Divê Kurdan jî bîra tiştekî wisa bibirina, rêxistin, tevger, eşîr û pêşengên Kurd divê kom bibûna, li hemberî van tifaqan yekîtiyeke Kurd ava bikirina.

Di sala 1992’and e ez û hevalên min Hawar em axivîn û me got ‘Divê kongreya neteweyî pêk were’ Partiyên Kurd, kesayetên Kurd nehatin ba hev û ev tişt nekirin. Fikra birayê min Apo jî di sala 1992’an de bi rêya Talabanî em hîn bû.  Di wê demê de em ji fikrên wî yên derbarê kongreya neteweyî haydar bûbûn. Me ji Mam Celal pirsî ‘Fikreke me jî ya wisa heye. Gelo PKK wê li gorî vê biryarê tevbigere? Yan jî wê wisa tevnegere?” Mam Celal ji me re got ‘Ji sedî sed ew bi vê fikrê re ne. Jixwe ev fikra PKK’ê ye. Em nekin jî wê PKK bike. Ez dibînim ku PKK di vî warî de ji me zêdetir dixebite.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal piştî van gotinên Îbrahîm Ehmed derbarê kongreya neteweyî wê ev tişt bigota “Ez jî li ser fikra mamoste me. Wî ji bo Kurdbûnê kedeke mezin daye. A niha em hatin ba hev. Ev yekîtiya me ji bo me gelê Kurd gaveke girîng e. Ez hêvîdar im em ê li ser vî tiştî kongreya neteweyî ava bikin. Cihê me hemûyan kongreya neteweyî ye. Em bi hatina mamoste gelekî kêfxweş bûn. Mamoste wekî xortekî 18 salî ye. Ez di mamoste Hawar de jî vê kêfxweşiyê dibînim. Ev ruhekî neteweyî ye, ruhekî şoreşgerî ye…”