BI DÎMEN

Dorpêçkirina Tebqayê: Wesayîta bombebarkirî hate îmhakirin

Li nêzî Tabqayê li gundê Safsafaha Başûr çeteyan xwestin bi wesayîta bombebarkirî êrîş bikin. Beriya ku wesayît bigihêje hedefa xwe ji aliyê şervanan ve hate îmhakirin.

Meşa şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê ya ber bi bajarê Tebqayê ve didome. Li gundên Safsafaha Bakur û Başûr di navbera şervan û çeteyên DAIŞ’ê de ji duh êvarî ve şerekî giran heye. Di saet 11.20'an de çeteyan hewl dan ku bi wesayîta bombebarkirî êrîş bikin. Lê beriya ku wesayît bigihêje hedefa xwe, ji aliyê şervanan ve hate îmhakirin.

Li gorî agahiyên hatin bi dest xistin, çeteyên DAIŞ'ê sivîlan wekî mertalên zindî bi kar tînin. Sivîlên ku dixwazin ji qadên şer ber bi herêmên ewle ve biçin, dibin hedefa êrîşên bi top û kanasan ên çeteyan. Heta niha derbarê sivîlên mirî yan jî yên birîndar ti agahî nehatin bi dest xistin.

Heta niha du wesayîtên bombebarkirî  û wesayîteke leşkerî ya ku çete tê de bûn, hatin îmhakirin. Bi dehan çete hatin kuştin û 4 cenazeyên çeteyan kete destê şervanan.