Dorpêçiya li gundên Licê dewam dike
Li Licê, di operasyona berfireh a artêşa Tirk de ku bi 8 hezar leşker, polîs û cerdevanan dimeşîne, gund tên bombekirin. Hêzên çekdar ên Tirk yek bi yek davêjin ser malan.
Li Licê, di operasyona berfireh a artêşa Tirk de ku bi 8 hezar leşker, polîs û cerdevanan dimeşîne, gund tên bombekirin. Hêzên çekdar ên Tirk yek bi yek davêjin ser malan.
Operasyona berfireh a artêşa Tirk ku piştî ragihandina "qedexeya derketina derve" ya li 18 gundên Licê roja Yekşemê bi 8 hezar leşker, polîs û cerdevanan dest pê kir, dewam dike. Operasyon li qadeke ji 30 kîlometreyî ya navbera navçeyên Licê û Dara Hênê tê meşandin. Bi taybetî li herêma ji gundên Zengesor, Xosor, Mergê, Mizak, Hendiv, Barav û Axtiganê tê meşandin. Ji duh danê nîvro û pê ve bi helîkopterên şer bombe li ser vê herêmê hatin barandin. Her wiha bi maşînên kar jî rêyên bi berfê girtî ne, tên vekirin.
DAVÊJIN SER MALAN
Ji dema destpêkirina operasyonê û vir ve xetên telefonê yên li van gundan hatine birîn. Extiyarekî bi navê Remzî yê li gundê Xosorê bi tena serê xwe dimîne hat binçavkirin. Li aliyê din, leşker, polîs û cerdevanên Tirk deriyên malan dişikînin û dikevin hundirê xaniyên ku ji ber zivistanê vala ne. Wekî din destûr ji welatiyên li herêmê ne nayê dayîn ku ji malên xwe derkevin.
ŞER DIQEWIME
Li herêma ku operasyon lê tê meşandin, 28 bendên kontrolê hatin danîn. Leşkerên Tirk her wiha heqaretên giran li welatiyên bi wesayîtan di wê herêmê re derbas dibin, dikin.
Li bejahiya gundên Mizag û Hendivê, hat gotin ku car carna şer diqewime.
HEYET ÇÛ HERÊMÊ
Ji ber operasyona leşkerî ya li herêmê, heyetek ji KCD, TJA, HDP û DBP'ê çû herêmê.