Di çarçoveya pêngava Tebqa ji çeteyên DAIŞ’ê azad bikin ku hatibû destpêkirin, şerê li gundê Safsafah a bakur û başûr ku şervanên QSD’ê duh saetên direngî yên şev ketibûnê, derketî dewam dike.Di çarçoveya şer de bi dehan çete hatin kuştin, 4 wesayît jî hate rûxandin.
Operasyona rizgarkirina bajarê Tebqayê û bendava Firatê bi hemû hêza xwe didome. Di pevçûnên ku li gundên Sefsafah bakur û başûr ku di navbera şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê û çeteyên DAIŞ′ê de rû didin de, bi dehan çete hatin kuştin.
Cenazeyên 13 çeteyan ketin destê şervanan û 4 wesayîtên çeteyan ên doçika li ser barkirî, hawan li ser barkirî, wesayîtekî bombebarkirî û yek leşkerî, hatin îmhakirin.
Li derdorî gundên Safsafah ên Bakur û başûr şer didomin.