Dorpêça Tebqa: Êrîşên çeteyên DAIŞ’ê yên ji 3 aliyan ve hate şikandin

Şerê dijwar ên li derdorî bajêr û operasyona li hember bajarê Tebqa û Bendava Firatê ya di Pêngava Xezeba Firatê hate lidarxistin de, didome.

.Îro jî çeteyên DAIŞ’ê ji bo dorpêça li ser bajêr bişkînin, ji aliyê rojava, başûr û bakur ve êrîşî çeperên şervanên QSD’ê kirin.

Çeteyên ku hewl dan fêdê ji şert û mercên xirab ên hewayê bigirin, di saetên piştî nîvroyê de bi çekên giran êrîşî gunê Eyid Kebîr, derdora balafirgehê, gundê Safsafah û Salîh El-Xesb kirin. li ser bersivdayîna tund a şervanên QSD’ê ya li ser her sê aliyan şerê dijwar rû da.

Wesayîta çeteyan a bobmbebarkirî ku hewl da êrîşî gundê Sahîl El-Xesabê bike, ji aliyê şervanan ve hate şikandin.

Piştî şerê nêzî 3 saetan dom kir û şûnde, êrîşên çeteyan saet derdorî 18:00’an de hate şikandin. Gelek çete hatin kuştin, lê têkildarî bîlançoya şerê dijwar agahiyên zelal nehatin bidestxistin.

Di navbera gundên Safsafah, EyîdKebîr û Eyîd Xasîr cih bi cih şer diqewimin.