Dor li Şaredariya Licê hatiye girtin, amadekariya qeyûm tê kirin
Polîsên dewleta Tirk dor li Şaredariya Licê girtine û nahêlin kesek bikeve hundirê avahiyê. Li gorî agahiyan, amadekarî ji bicihkirina qeyûm re tê kirin.
Polîsên dewleta Tirk dor li Şaredariya Licê girtine û nahêlin kesek bikeve hundirê avahiyê. Li gorî agahiyan, amadekarî ji bicihkirina qeyûm re tê kirin.
Polîsên Tirk duh êvarê dor li avahiya Şaredariya navçeya Licê ya Amedê girtin. Polîsan, di dema ku kes li avahiyê nebûn de, avêtin ser avahiyê û bi bendan dor li avahiya Şaredariyê û Qeymeqamtiya Tirk a li Licê girtin. Danê sibehê, dema xebatkar hatin Şaredariyê li polîsan rast hatin û bi gotina 'li hundir lêgerîn heye' destûr ji wan re nehat dayîn ku bikevin hundirê avahiyê.
Polîsan piştre ji wan re gotin, "Werin deriyê odeyên xwe vekin. Piştre jî biçin malên xwe, li vir nesekinin."
Tê gotin, lêgerîna li hundirê avahiyê, amadekariya ji bo bicihkirina qeyûm e.