Dogan: Kongreya HDP'ê wê bibe bersiv ji tecrîdê re

Hevserokê HDP'ê yê Wanê Fîkret Dogan destnîşan kir ku kongreya HDP'ê ya roja Yekşemê wê li dijî tecrîdê bersiveke bi heybet be û got, "Em bang li gelê xwe dikin ku di kongreya me de bersivê bidin tecrîdê."

Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) roja Yekşemê kongreya xwe ya mezin li Enqereyê lidar dixe. Rêxistinên HDP'ê yên bajar û navçeyan amadekariyê ji bo kongreyê dikin. Hevserokê HDP'ê yê Wanê Fîkret Dogan li ser kongreyê ji ANF'ê re axivî ku tê payin bi rengrekî girseyî pêk were. Dogan bang li gel kir ku beşdarî kongreyê bibe û hêviyê mezin bike.

Dogan diyar kir ku HDP li gel polîtîkayên zext û zilmê jî meşa xwe ya bi rûmetê dewam dike û destnîşan kir ku tecrîda li Îmraliyê destpê kir, li ser hemû beşan hatiye girankirin.

Dogan bi bîr xist ku girtina HDP'ê di rojevê de ye, kûmpasa 'Kobanê' dewam dike û nirxên demokratîk hemû hatine astengkirin û got, "HDP di nava van şert û mercan de kongreya xwe ya mezin pêk tîne. Kongreya me wê bi xurtî derbas bibe û bibe bersiveke bi heybet ji van hemûyan re. Em jî li Kurdistan û Tirkiyeyê amadekariyên xwe ji kongreyê re dikin. Em ê bi beşdariyeke girseyî kongreya xwe pêk bînin. di demekê de ku hewl tê dayin Tirkiye di mijarên demokrasî û mafên mirovan de bê fetisandin, em ê careke din nîşan bidin ku HDP li vî welatî yekane hêvî ye û ji ber vê yekê em bang li gelê xwe dikin ku tevlî kongreyê bibe. Hêvî têkoşîn e, ev jî bi berdêlan dibe. Li gel van hemûyan em ê têkoşîna hêvî û demokrasiyê dewam bikin. Em bang li gelê xwe dikin ku vê hêviyê mezin bike."